Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rûdaw û basnews - tirşik
rûdaw û basnews
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. birastî di destpêkê de mirov dibêje gelo hewce ye ku sernivîs wek dû heb navan bihata destnîşankirin.Belê rast e ne hewce bû di hîmê xwe de her dû çapemenî heman çavkanî ne.lêbelê ji bo naveroka van rojnameyan yek bi yek bê ravekirin ev yek wek pêwistîyekê derkete pêş.

di serî de divê ku were gotin di rêziknameya van rojnameyan de an jî di warê teşeyê de Kurdistanîbûn tê nîşandan.lêbelê naverok??niha em li şûna şîrove û çespên giştî bi bêjeyên taybet ango mînakan ve li ser babetê bisekinin.me di serî de got jixwe di warê teşe û telaq de wek kurdistanî tên xûya ango xwe wisa didin nasîn.lêbelê xwezî Kurdistanîbûn tenê bi vê şêwazê ve bibûya.dema mirov naveroka van rojnameyan hilnegire dest û li ser hûr nebe mirov nikare nirxandineke zelal bike û li ser biponije.zêde na, em weşanên van çapemenîyan yên sê mehên dawîyê hilbigirin dest.

em bi rûdawê ve destpê bikin.dema ev reşkûjên dijmirovahîyê pêl bi pêl li iraqê pêşde diçûn desthilatdarîya xwe berfirehtir dikirin dîsa hemwext li sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê jî pevçûn û şerê ji mêj ve destpê kiribû gûrtir bibû.lêbelê wexta mirov weşana rûdewê ya wê serdemê dinihêrî geleg nûçeyên balkêş dihatin xûya!!naveroka nûçeyên wê bi gelemperî wiha bû:ypg ya ser bi pydê angaşt dike şer di navbera wan û daîşê de derketîye,li gorî daneyên gîhiştine destê me ji her alîyan geleg kes hatine kûştin.jixwe bi dirûstkirina hevokeke wiha ve mêjîyê wê yê astengdar xwe dida der.ji alîyekê ve şerî heyî angaşt lê tê kirin û li ser zarê xwe jî wek bûyereke teqez, dibêje ''li gorî daneyên gihîştine destê me''.belê em berdewam bikin.dîsa li helebê herêmên kurdnişîn yên wek taxên Şêx mexsûd û Eşrefîyê ji hêla artêşa pergalê ve dihate bombebarankirin rûdewa wê demê digot; li gorî angaştan di navbera rejîm û ypg ya bi ser pydê ve de şer derketîye lêbelê li gorî 'çavkanîyekî li artêşa azad nexwest navê wî bê dîyarkirin': di navbera pyd û rejîmê de rêkeftinek he ye ji ber wê sedemê pyd li hemberî pergalê şer nake, car û caran êrîşî hêzên me dike.

dîsa di wê demê de artêş û rêveberîya desthilatdarîya tirkîyê gelemperî rasterast û hinek caran jî bi şêwazekî nepen ve alîkarîyeke gewre dida el nûsra û daîşê.ji ber vê çendê ji hêla rêveberîya rojava û fermandarên ypgê bertek dihate nîşandan.nûçeya rûdewê ya wê demê wiha bû:li gorî 'rêveberîya xweserîya demoqratîk ya ji hêla pyd û çend hevalbendên wê ve hatîye damezrandin tê angaştkirin dewleta tirkîyê alîkarîya teqemenî û serbazî dide artêşa azad ya li sûrîyê.

dîsa bûyereke balkêş ya demeke dirêj di ser re derbas bûye ango bûyera til hemîsê jî divê ku mirov hinekî li ser bisekine. bûyer til hemîsê bi kûrtasî wiha qewimîbû :rejkûjên li til hemîsê bicîh bûbûn her tim ji wê deverê tirimbêlên bombebarkirî dişandin herêma cezîrê û li wê derê diteqandin.ji ber vê sedemê ypgê hewl da van reşkûjan ji herêmê derxîne da ku ewlekarîya herêmê misoger bike.ji ber vê ji hêla ypgê ve, li ser wê herêmê tevgereke leşkerî hate destpêkirin.di navbera ypg û reşkûjan de pevçûnan destpê kir.di encama kemîneke reşkûjan de 31 û di pevçûnan de jî 12 şervan bi giştî 43 şervanên ypgê pakrewan ketin.ji ber vê windahîyê hêzên ypgê neçar man û ji herêmê paşve kêşîyan.em niha jî werên nûçeya rûdewê ya di derbarê vê rûdanê de.rûdewa hetikbar:şerê kû li herêma til hemîsê di navbera ypg ya bi ser pydê û çekdarên opozîsyonê qewimî de li gorî ypgê 43 şervanên wan hatine kûştin.lêbelê li gorî 'emîrekê daîşê yê kû rûdawê xwe gihandîyê 100 heb kûştîyên pydê di destê wan de ne û bi giştî 300 heb şervanên ypgê hatine kûştin'.dîsa di heman demê de wêneyekî ji hêla reşkûjan ve hatibû kêşandin û di wî wêneyî de di tirimbêlekî de nêzî 15-20 şervanên ypgê yên pakrewan ketibûn,meytên wan yên ku avêtibûn li ser hevûdû dihate xûya.dûvika rûdewê avestayê ev wêne diweşand û di bin vî wêneyî de jî şîroveyeke wiha bilêv dikir:pyd çima zar û zêçên Kurdan yên bêgûneh ji bo berjewendîyên xwe dide kûştin. bi awayekî aşkere û zelal didan xûyakirin kû çavkanîya wan, reşkûjên dijmirovahîyê ne.di hîmê xwe de mirov dikare hezar heb mînakan li pey hevûdû wiha dirêj bike lê ne hewceye jixwe nûçeyên wê hemî di vî rengî de bûn.

em niha jî hinekî li ser babeta têkilîyên pdk-hewlêr û pydê nemaze jî tev-demê rawestin.wek tê zanîn ji bo li herêmê arîşe û kêşe dernekevin di destpêka şoreşa rojavayê kurdistanê de di bin serpereştîya birêz mesut barzanî de di navbera mgrk ya ku pyd di tê de bibandor e û enks ya ji hêla 16 hizban ve hatîye avakirin de rêkeftineke bi navê peymana hewlêrê hate çêkirin.di pey re dîsa li gorî vê rêkeftinê desteya bilind ya kurd hate avakirin da ku pirsgirêkên rojava bi awayekî hevbeş ji hêla kurdan ve bên çareserkirin.lêbelê di pey demekê re pirsgirêkan, di navbera her dû hêzan de rû dan.sedemê bingehîn yê van pirsgirêkan jî gelemperî li ser artêşeke berevanîya rojavayê kurdistanê bike bû.enksê rexmî ezmûna li başûr heyî dixwest dû heb artêş li herêmê hebin.li beramberî vê yekê jî mgrkê digot ku werên em ypgê feremoş nekin lêbelê hûn jî hêzên xwe yên li başûr bînin û tev lê bikin, em bi hev re fermandarîyeke hevbeş ava bikin.lê ev yek jî nehate pejirandin.vê yekê jî hîşt ku nakokîyên di navbera her dû hêzan de bêhtir gûr bibin.ez dizanim min ev babet zor dirêj kir lêbelê ji bo wêneyê li holê baş bê xûya pêwistîya vê yekê hebû.di pey re nîqaş û gengeşeyan destpê kir.ew kesên li razangehên hewlêrê bicîh bûbûn her roj daxûyanî li ser daxûyanîyê didan.rûdew jî di avûhewayeke wiha de vala disekine hîç ango bûbû navbeynkar û berdevkê wan razangehvanan.

nûçeyên rûdewê yên di derbarê vê mijarê de :pyd dixwaze bi hevkarîya rejîmê hêzên kurdistanî biçewisîne,pyd alîgirên enksê gûlebaran dike,pydê ala kurdistanê ya di xwepêşandana enksê de hatibû hildan daxist û binpê kir,pydê endam û alîgirên yekitî radestî hêzên mûxaberatê kirin,sixûrên sûrîyê bi hevkarîya pydê ve piştgirên partîya azadî binçav dikin û di girtîgehên rejîmê de dikûjin û hwd.birastî mirov dikare van mînakên ji hêla rûdewê dihatin destnîşankirin dirêj bike lê ne hewce ye lewre armanc ew e kû têgîştin û ramyarîya wan ya di derbarê vê babetê de li pêş çavan were raxistin.

dîsa nûçeyeke rûdewê ya di van rojên dawî de bi têkildarî vê mijarê ve hate weşandin û di wê nûçeyê de mistefa cuma di hevpeyvîneke xwe de digot li başûr 10 hezar pêşmergeyên me he ne em dê di demeke herî kûrt de ji pydê bihêztir bibin ango parastina rojava ji xwe re wek lîstok û rikberîya zarokan didît *lê mixabin ne mistefa cuma ne jî rûdew gihîştin mirazê xwe.çimkî çend roj ji berî îro mistefa cuma wek penaberekî xwe siparte norwecê ango xwe avêt ber bextê norwecîyan!

bi rastî ev rê û resmê rûdewê zor û zêde dide xûyakirin he ka armanc û mebesta wê çi ye?ango bi vê tevgera xwe ve ji şîroveyan re pêwistî nehîştiye.

em bi kûrtasî be jî hinekî li ser cêwika wê bisekinin.wê rojê çend heb nûçeyên basnewsê bala min kêşandin.ji nav nûçeyan yekî qala hatina gêrîlayên hpgê an jî li gorî wan nehatina hpgê kiribû.baasnewsê li ser zarê şêwimendekî pêşmerge radigihand û digot :şêwirmendê pêşmergeyên başûrê kurdistanê gotîye tû hêzeke pkkê ji qendîlê nelivîyaye û neketîye xaka başûr.dîsa di heman nûçeyê de şêwirmendê pêşmerge digot pkk tenê ji bo parastina xwe hatîye mexmûrê û ypg jî ji bo parastina xwe li ser tixûbê sûrîyê û iraqê şer kirîye.jixwe nehewceye ku mirov bibêje ev çi dijhevîye kû ev nûçe di naveroka xwe de dihewîne.mexmûr li kû derê ye,rabîa li kû derê ye?belengazan di qûncikê xwe de asê mane û hewl didin êrîşê bibin li ser der û dorê xwe.rexmî rastîya li holê heyî çawa dibe ku daxûyanîyeke wilo tê dayîn û ev daxûyanî tê weşandin?birastî mirov şaşwaz dimîne û nizane yê çi bibêje.ma êzidî derewan dikin,ma birêz barzanî bi çûna xwe, ya ji bo serdana gêrîla,li mexmûrê derew kir,ma ew wêne û dîmenên di derbarê gêlê êzidî de di çapemenîya cîhanê de hatin weşandin derew bûn,ew dîmenên qasim şeşo yê di wan dîmenan de daxûyanî dida derew bûn,ma ew seyareyên di bin serpereştîya ypgê de gelê me yê êzidî vedigûhistin rojava derew bûn,ma ew dîmenên di tê de,'berpirsîyarê gêrîla yê li şingalê agîd civyan û parlementêrê musulê yê nû beşdarî yekîneyên berxwedana şingalê bûye bi hev re serdana perestgeheke êzidîyan dikirin û niyaz dikirin kû şingalê rizgar bikin' hemû derew bûn???????

dîsa heman malperê di nûçeyeke dîtir de wiha digot: 'li gorî jêderekî nexwestîye navê wî bê aşkerekirin' hejmarek gêrîlayên pkkê ji qendîlê hatine herêma kerkûk,xaneqîn û derdora wê û her wiha hewl didin alîkarîyê bidin 2000 pasdarên îranê yên li herêmê da ku îran karîgerîya xwe li iraqê berfirehtir bike.ma hewceye ku mirov li ser vê nûçeyê biaxife! *

dîsa dema mirov van her dû nûçeyên vê dawîyê yên di heman malperê de hatine weşandin dimêzîne dijhevîyek dîsa demildest xwe dide der.di nûçeyekê de dibêje gêrîla nehatîye xaka Başûrê kurdistanê di ya din de jî dibêje gêrîla hatîye xaneqîn û kerkûkê,wek sedem jî '''alîkarîkirina îranê'' dide destnîşankirin.ma kerkûk û xaneqîn axa kurdistanê nîn e!!ango nûçeyek, nûçeyeke dinê derew derdixîne. hîç qala naverokê jî nakim....

.jixwe her tişt li holê ye û derewên bi vî rengî rastîya jîyanê nikarin bigûherînin...bi kurt û kurmancî bêyî naverokeke kurdistanî dezgehên ragihandin û çapemenîyê nabin kurdistanî!!



nîşe : belê rast e nivîseke geleg dirêj e lêbelê ewqas derew hene ku mirov xwe ranagire û neçar dimîne bi şêwazekî berfireh ve vê babetê hilbigire dest



28.08.2014 22:02 | azad zagros

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rûdaw
» basnews.com

Kategoriyên mijarê:: anket malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî