Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
canê - tirşik
canê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjeke jin e. ez bawer im niha ew a bi me re di otobusa amed-cizîrê de ew e. di qoltixan wî aliyê din e. ristikeke kurdistanê bi xwe vr kiriye. gava din geleek aciz bû. ez bawer im hinekan pêlava xwe ji lingê xwe derxistibû îcar ka bêhn çûbûyê. ya rast a min jî telik e, jixwe min derxistibû,ku bêhn jê nayê. got muawim ka wer vir, bêje van bil sola xwe têxin lingê xwe. ma em mecbûrên vê bêhnê bistînin, pozû me nizanim çi bû, bakterî û pîsî û nizanim çi. ma hûn heywan in, cahil û nezan û we insan nedîtine. û her geş bû. min hew dît xortekê me yê cizîrî(bajarî) ji piştê dengê xwe bilind de huş be, tu kî yî, tu çima dibêjl heywan, mirov carekî dibêje va te bîst caran got, heqaretê dikî. canê got ez jina kurd im, jin im, nizanim çi * yê me yê cizîrî rayê mêranî pê re geş bû got tu fihêt nakî nav 50 zilamî de dikî qîreqîr huş be, terbiyesiz tu yî, jinoniyo xwo bizone(ev devoka bajariyên cizîrê), canê hê bêhtir aciz bû. got mêr çi ye, çi ferq felan bêvan nûka ketin navbera wan. û niha herkes bêdeng e *



02.09.2014 12:30 | xendekî

2. STRANBÊJA KU gotiye ez ê tevlê refê ypgê bibim. di dewama vî nûçeyî de dibore. http://www.radikal.com.tr/turkiye/mlkp_de_iside_karsi_savasa_katildi-1209236



ji ber vê yekê ez bawer im ku niha di otobusa cizîrê de ye* => canê/47525



02.09.2014 12:44 | ceso

3. piştî ku ez pê re axivîm ji min re got ez ê biçim rojava. min got ji bo çi, ji qonser go na, ji bo şahiyê go na, ji bo serdanê got erê. îcar dûvre berê xwe zivirand got: welatê me ji dest çûye ma em ê biçin qonseran, namûsa me hemû çû.



02.09.2014 14:35 | xendekî

4. canê navekî keçikanî xweşe, navê ji çend stran jî li ser hatine strandin, stranek jiwan jî seîdê gebarî strandiye û gelek xweş strandiye, jibû gohdarkirinê vê stranê bi awhayek bi qalîteli ser înternetê tune.. niha livir hûn dikarin vê stranê û çend stranên xweş yên din jî pêra daxin;

Here lînkê


gotinên stranê;

kesera xortê dil birîn canê canê canê
tev dikin qîr û nalîn canê canê canê
te bişîn/tev bi şîn şoreşa rengîn canê canê canamin


canê bihare bihar canê canê canê
newroz û xêr û xelat canê canê canê
dê roja xorta jî bibe bihar canê canê canê
nêrgiz û xêl û xelat canê canê canê cana min/2


kesera xortê dil birîn canê canê canê
tev dikin qîr û nalîn canê canê canê
were şoreşa rengîn canê canê cana min


stêra bi çek û çavbelek canê canê canê canê
ji şev û roja bi roj were canê canê canê
halême me kurda eve canê canê canê
dîlane bi ceng û şere canê canê canê
talane bi ceng û şere canê canê canê hey cana min




cana mina şox û şeng canê canê canê canê
xwe dixemlîne ji hemî reng canê canê canê
min li serte kir şer û ceng canê canê canê
te bistînim bi nav û deng canê canê canê
dostê te şêr û piling canê canê hey cana min



kesera xortê dil birîn canê canê canê
tev dikin qîr û nalîn canê canê canê
werin (li) vê cana rengîn canê canê hey canamin



06.10.2016 19:27 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» canê

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî