Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
06.09.2014 sûrprîza mezin ya tirşikê - tirşik
06.09.2014 sûrprîza mezin ya tirşikê
(3) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. ew sûrprîz e ku wê îşev were îlankirin *



06.09.2014 14:13 | simurg56

2. hêvî dikim mobÎl versiyona tirşikê be, eger na bigire û bavêje selika çopê..



06.09.2014 14:31 | endazer

3. li gorî îstîxbaratên bi ber guhê min ve hatîn, tirşik company wê di nav nivîskarên ku ji ber tunehiya mobîl versiyona tirşikê nikarin bikevin tirşikê de, 100 laptopên bi marka appleê belav bike..



06.09.2014 14:38 | endazer

4. ê bêjin di vê germa havînê de tirşik bixwun... *



06.09.2014 15:06 | veyseltirpan

5. niha ez Ê pirtûka xwe hildim hillnedim hun ji mira wÎnÎ bÊjin



06.09.2014 17:03 | sarpimoleni

6. surprîza ku gelo çima nayê eşkere kirin?



06.09.2014 21:19 | brusk56

7. kampanyaya ku wexta eşkerekirina wê hatiye; http://www.wergerine.com/t/index.php



hevalên hêja me ji bo tirşikê dest bi çêkirina sîstemek nû kir. taybetiya herî mezin ya vê sîstemê ew e ku %100 aîdê me ye û ji aliyê me ve hatiye kodkirin. loma em ê êdî ne girêdayî tu kesî bin. sîstema ku heta niha me bi kar dianiya, ji aliyê koderek tirk ve hatibû çêkirin û ku em rû bi rû nas nakin. loma him ji aliyê ewlekariyê ve problem hebû him jî em mehkûmê xelkê bûn. bi hewldanek mezin, me niha prototîpa sîstemek nû çêkir. di vê sîstema nû de gelek kêmasî hene û belkî tu caran wê weke sîstema berê ne xweşik be jî. lê dîsa jî bi ya min birçîbûna li welatê mirov ji têrbûna li welatê xerîb birûmettir e.

em niha sîstema nû, ji bo ceribandina tirşikvanan diweşînin. em ê komple derbasî sîstema nxw nebin. sîstema heyî jî, dixebite û ya sereke dîsa ew e. lê ger tirşikvanên hêja sîstema nû biceribînin û kêmasî û fikrên xwe ragihînin, belkî em zûtir bigihin serkeftinê.







tiştên ku di sîstema nû de hene lê di sîstema kevin de tune bûn



- mobîl: sîstema û di telefonên biaqil de bêproblem dixebite.

- bişkojka 24saetên dawîn: êdî ne tenê peyamên îro tên lîstekirin. hemû peyaên di 24 saetên dawîn de, tên lîstekirin. bi vî awayî êdî tirşik vala namîne.

- bişkojka rojev: li vir, mijarên ku di 24 saetên dawîn de herî zêde peyam ji bo wan hatine nivîsandin, tên lîstekirin.

- rûpela îstatîstîkan: sîstema berê de ev rûpel ji sîstemê cûsa bû, lê niha di nava sîstemê bixwe de ye.

- bişkojka oxweş: dema mirov li vê bişkojkê bitikîne, peyamek çawalêhato tê nîşandan ku ji aliyê herî kêm tirşikvanek ve hatiye çeppikkirin.

- lêgerîn: sîstema nû de lêgerîn berfirehtir e. dema mirov peyvek binivîse û pêl li "bigere" bike, hemû mijarên ku vê peyvê dihewînin, tên lîstekirin. ne tenê beşek ji wan.



-----------------------------------------------------------------



tiştên ku di sîstema kevin de hebûn lê ya nû de "hê" tune ne: (ev taybetî jî wê yek bi yek werin temamkirin

)

- lînkên youtube û yên din.

- beşa rêveberiyê.

- rûpela profîlê heye lê gelek kêm e. (avatar vs tune)

- sîstema peyamên taybet.

- di nav mijarê de lêgerînê kirin.

- endambûn.

- di lêgerînê de texmînên otomatîk



------------------------------------------------------------------



hinek taybetiyên ku di sîstema kevin de jî tune bûn lê wê pêşerojê de di sîstema nû de hebin îşelleh;

- sîstema şopandina nivîskaran an jî mijaran.

- beşa "kul û derd"

- sîstema qenalên/kategoriyên mijaran

- entegrasyona ferhengên turkcekurtcesozluk.comê.



06.09.2014 22:20 | simurg56

8. ser xêrê be, ji bo min bi xwe ne sûrprîz bû lê dîsa jî pê kêfxweş bûm..

ji xeynî mobÎl versiyonê tu ekstrayeka sîstema nû naxweyin, lê ya ku ji bo min cihê kêfxweşiyê ye û min hêvîdar dike, sîstem ji aliyê simurg56 hatiye nivîsandin, û pê re pê re kêmasiyên mayîn yên sîstemê jî wê bên temamkirin..



06.09.2014 22:42 | endazer

9. sîstema ku kêfa min pir jê re hatiye eger kêmasiyên wê jî bên temamkirin sîstema berê û sed bavê sîstema berê jî nagihîjinê. ser xêrê be. ev jî heye divê kêmasî bên temamkirin û peyre derbasî vê pergala nû bibin.



06.09.2014 22:55 | ceso

10. surprîzek zoor ciwan e. ji ber ku keda tirşikê bi xwe ye hê biqîmettir dibe.

ûû li gor pergala kevin gelek siviktir e. dîtin jî ji ya kevin xweşiktir e. piştî kêmasiyên din jî hat temam kirin wê gelek xweşik bibe. dest û keda we sax be ..


nîşe ; ev peyam di malpera nû de hatiye nivîsandin.



07.09.2014 00:05 | brusk56

11. sûrprîza ku bi xwe re hinek pirsan aniye û bawerke wê hê gelek pirs bîne. ê tabê guhertina pergalê ne ew qas hesan e. binêre akp ew qas pê ve mijûl e hê jî nekariya pergala tirkiyê bigûherîne.

anyway ; dema ez peyam dinivîsim valahiyan dihêlim di nav rêzikan de lê heçko min hemûyan ser hev nivîsandibe û pêl enterê nekiribe xûya dike. dema peyam tê nivîsandin pirgirêk tune ye çawa bixwazim wisa nîşanî min dike lê dema peyam dişînim çawa bixwaze wisa dike *

bawer im ew ê bê çareser kirin ..



07.09.2014 00:11 | brusk56


13. suprîza ku dil û hinavê me hînik kiriye di vê germa havînê de. bi xêr be, pîroz be.



07.09.2014 00:23 | xendekî


15. berî her tiştî ser xêrê be. hin sîstem ango script hene ku mirov nikare zêde guherandin û lêzêdekirinan lê bike. sîstema ku niha tê bikaranîn jî bawer dikim ku ji wê kategoriyê ye. ji loma sîstema nû dê kar û barên rêveberan siviktir bike û riya sûrprîzên din veke *



em hê nikarin sîstema nû biceribînin ji loma nikarin derbarê de şîroveyan bikin. lê belê bi qasê ku min dîtî dîzayna wê ne xweş e. dişibe malperên sofîkan. an bila dîzayna kevin bê bikaranîn an jî patronê mezin sîmurg bila hinekÎ ji dîzayna uludagsozluk'ê diziyê bike *



wekî din heke ku alîkariyek lazim be silavekê bişînin ji min re heke ji dest min bê texsîr nakim...



07.09.2014 08:34 | oxir

16. Tiştên nû: 1-me re kani êdî reya bidê entrya

tistên nexwes 1-dizayna nû ne modern e, font û rengê wê wek salên 2000'yî

2- reydanên dawîn xwûya nake (bnr: trt 6 bê xêr be)



07.09.2014 10:18 | serpale

17. weke li jor jî hatiye gotin, hê kêmasiyên wê gelek in. jixwe niha tenê ji bo ceribandinê ye. qet nebe êdî bikarhênerên mobîlê jî dikarin têkevin tirşikê û peyaman binivîsin. heta niha min hewl da ku sîstemek ku dimeşe, derxim holê. ev yek aniha pêk jî hat. piştî ku me hinek kêmasiyên din yên bingehîn jî çareser kirin, em ê wê çaxê ji bo xuyanî û dîzayna wê jî bixebitin. him ji ber ku wextê min zêde tune, him jî ji ber ku divê ez hinek din din bixwînim û lê bikolim derbarê malpersaziyê de, hê ji bo derbasbûna vê sîstema nû, zû ye.
jixwe piştî ku kêmasiya îstatîstîkan û versiyona mobîl bi vê xebatê hat çareserkirin, êdî pêdiviyek lezgîn jî nema. ez bixwe, jixwe gelek kêmasî û çewtiyên vê pergala nû dizanim, lê dîsa jî nêrîn û ragihandinên tirşikvanan pêwist in, ji ber ku em nikarin bi her tiştî bihesin.



07.09.2014 10:42 | simurg56

18. kêrhatineke surprizê ev e ku niha ez ji telefonê vê peyamê dinivîsim. hineki dîzayneke xweshtir jî di rojen pêsh de dikare bê çêkirin. herweki gava meriv li pergala rêvebirinê ya nû ya ios ê anjî li android ê anjî li windowsê dinêre bi temamî rengên vekiri û xetên oval hatine bikaranîn reng hinek cidî bin wê baştir be yani rengên tirşik yên berê pir xweş bûn belê logo jî heye bi ya min divê logo bi rengekî vekirî û sade be tiştên wiha li ser merivan bandoreke pozîtîf dihêlin. belê digel van yekan dîsa ez zanim ku dizaynerê me ne pispor e lê divê zûzûka xwe hînî her tiştî bike û hunera xwe raberî me bike.



07.09.2014 19:02 | ceso

19. surprîza herî xweş ew e ku em êdi (li gor daxuyaniyê) dikarin ji telefonên xwe ên jîr têkevin tirşikê. lê tişteke ku ez lê meraq dikim heye: gelo çima navnîşana malperê guheriye?

(ji ber ku wextê min ne zehf e li jor hatibe aşkerekirin jî nizanim, li kêmasiya min nenêrin)



07.09.2014 20:26 | kurê xelkê

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» 06.09.2014 sûrprîza mezin ya tirşikê
» mezinahî
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî