Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
maurizio garzoni - tirşik
maurizio garzoni
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (z. 1734 − m. 1804), keşeyekî îtalî ye, Ewilîn xebata Kurdolojiyê kiriye. Navê xebata wî “rêziman û ferhenga zimanê kurdî” ye, jê re dibêjin "bavê kurdolojiyê".



rêziman û ferhenga zimanê kurdî, Di sala 1787an de li bajarê roma hatiye çapkirin. Li ser rêzimana kurdî ye. Keşeyê domînîk û mîsyoner Garzoni, ji bo xristiyankirina Kurdan hatiye Kurdistanê.



08.09.2014 13:56 | xwelî li ser

2. keşeyê di destpêkê de bawerîya xwe li ola Katolîk a Îtalîyan tîne û paşê jî bawerîya xwe li ola anglo-saxon protestanîyê tîne ye.
sala 1762 de tê herêma Mûsîlê û piştî du salên din derbasî bajarê amediyê dibe. di wê demê de amedîye paytexta mîrê behdînanê bû. wî ji bo kitêba xwe ya bi navê (bnr: granmatica e vocabulario della lingua kurda) agahî û materyal berhevkirine. paşê jî van berhevkarîyên xwe yên di derbarê rêziman û ferhengê li romayê di sala 1787an de çap dike.

hempîşeyê garzoni, (bnr: guiseppe campanile) (z. 1762 - m. 1835) ji alîyê Romayê ve ber bi mûsîlê ve tê şandin. ew piştî şeş salan li kurdistanê bi navê Apostolic Prefect for Mesopotamia and Kurdistan yanî serokê hewarîyan ê mezopotamyayê û kurdistanê tê binavkirin. roma wî wekî serok û walîyê herêmê tayîn dike.
dema ew li kurdistanê kitêba xwe ya bi navê (bnr: storia del kurdistan) yanî (bnr: çîroka kurdistanê) dinivîsîne û di 1818an de li Naples-napoli çap dike. ev kitêb yekemîn nêrîna gelemperî ya li ser kurdistanê ye, guiseppe di kitêba xwe de behsa çavderîyên xwe yên di derbarê kevneşop, edet, rêûresman; çalakî û seremonîyên ku şahîdê wan dibe û nasîna mirovên kurdistanê dike.

xwezî wan çaxan kurdan şûna îslamîyetê, dînê mesîh xristîyanî qebûl bikirîya.
ger wisa pêkbihatîya ez bawer dikim niha em kurd dê ne di vê rewşê de bûna, şûna wê çaxa ku seferên haçliyan çêbûna û miletên xristîyanî hatine parastin û îro hemû xristîyan xwedî maf û dewlet in kurd jî dê wisabûna.
werhasil, dîrok bi tercîha mirovan diyardibe. em û nifşên piştî me ciza û cerimê kal û pîrên xwe dikeşînin.



06.02.2020 07:47 ~08:29 | lehî baranyan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» maurizio garzoni

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî