Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 6 peyam
    helbest - tirşik
    helbest
    (4) (0) ecêb (0) (17)
    di mijarê de bigere

    1. şiir karê peyvên tîr di ta rakirin û wan weke morikan di benikê ristan de rêzkirin...



    2013.07.17-12:54 | cirano

    2. yek ji hunerên herî kevn a mirovahiyê ye.

    ellias canetti di pirtûka xwe ya bi navê girse û desthilatdariyê de îddîa dike ku helbest di nava komûnên ewil ên mirovan de ji aliyê rêvebirên olî ve di civatên olî de dihatin bikaranîn da ku girse karibe bi awayek hêsantir xwe bixe bin têsîra şamanê û kirinên wê yên mîstîk.

    Di jîyana komûnal de , helbet bêriya afirandina nivîsê, ji ber ku ezberkirin û bîranîna helbestan hêsantir bû, wek amûrê dîrokgotinê jî dihate bikaranîn.



    2013.07.17-13:04 | filankes

    3. http://ku.wikipedia.org/wiki/Farq%C3%AEn#Just.C3.AEniyanpol.C3.AEs(stûr: )



    2013.08.21-16:17 | ahmet_amed

    4. barîna hestan e...



    2013.09.09-01:36 | welat colemêrgî

    5. hilbêrîna evîn , kul û derdan e



    2013.09.09-21:52 | teyoyê pîvazî

    6. kêr e! ku ev kêr di dilê kî/ê re here wê ew kes her û her birîndar be. mirov dikarin ruhê xwe yê genî û gemar bi ava helbestê bişûn, lê hay jê hebin tekstên hinekan ne ava helbestê lê bes avika helbestê ye. tu eleqeya wî bi îlhamê re tune ye; jiyan û xebateke pirr zehmet dixwaze. helbest hişî azad dike, mirov di helbestê de ji tixûbên mêjî rizgar dibe.



    2013.10.14-20:31 | zero

    7. helbest li cem me kurdan berê tenê cegerxwîn bû...



    niha maşele maşele bûye rênas, bûye îrfan, bûye kawa û her dibe dibe dibe...



    dê bibe, dê bibe kurdistan jî sibe, dê bibe.



    2013.10.15-00:23 | dîno

    8. bersiva evîN a min e



    2013.11.06-13:50 | nanxwarê cilqetên

    9. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.11.06-13:50 | nanxwarê cilqetên

    10. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.04.04-04:26 | avên_sar

    11. Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi cureyeke din helbest şêweyek vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.

    Helbesta ewil ya bi kurdî Boraboz nivîsandî ye.



    2014.04.04-19:08 | mam selam

    12. helbest şêrko bêkes'e şêrko bêkes helbest'e.



    2014.04.05-19:44 | hogırekoseri

    13. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.04.12-14:06 | ciwan

    14. '' ji avê naziktir keça xweşik e/ji keça xweşik naziktir helbest e/ ''şêrko bêkes



    2014.09.10-20:39 | serpale

    15. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.02.10-13:23 | jovan bervaj

    16. mixabin îro di nav evqas teknolojiyê de, helbest balkêşiya xwe wenda dike. helbesta baş peyda jî bibe, ew rûhê ku tamê ji xwendina helbestê dibîne, hêdî hêdî vedimire. mebest ne tenê helbesta kurdî ye. wekî nimune, nifşên berê li rûsyayê helbestên puşkîn û lermontov jiberdikirin, nifşê nû naxwînin, hinek jê navê lermontov jî nas nakin. pirtûkxaneyên mezin jî dibêjin ku van salên dawiyê pirtûkên helbestan yê herî kêm tên xwendin. ango êdî helbest li her derê kêm tê xwendin. lê heger mirov bi taybetî behsa helbesta kurdî bike, ew tehmeke cuda ye û êşa wê guhertî ye.



    2015.03.19-20:48 [guhertin:2015.03.19 20:48]| remlavêj

    17. karê herî zor û hewceyê hostatiyê ya wêjeyê ye mixabin ya herî zêde tê kirin e.



    herkesê ku fêrî nivîsandina kurdî dibe ji nişka ve dibe helbestvan.



    2015.03.27-18:47 | bijêrvan

    18. helbest wêneya hestên mirov e ku bi rêya nivîs tê girtin. bi 31 tîpan 31 cîhan û gerdûn tê gerandin li ser erebeya pênûs.

    helbest bi helbest tê vegotin
    her gotin yek bi yek dil disotin
    raman û hest bi hev re cotin
    dil û hiş li hev agir û pizotin



    2018.01.27-00:44 | umed

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    gotibû "sîleha serhildêran, ya îsyankaran, nîşana mirovbûna wan e...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [10]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [5]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    what can i do sometimes [1]
    dil heye bibêje "sometimes there's nothing you can do" lê zi...
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » helbestên arjen arî

    Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî