Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
dem - tirşik
dem
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ev tişteke lanet e ,nikarim li hemberî vê zexm bisekînim,di ser min re diçe ,wek notrinoyên atomê di laşê min re jî diçe ,tişteke herîkbar e ne wekê çemê ku tu wê bibînî.her tişt bi wê re kal û pîr dibe.

carina dem tune ye ez bikevim tirşika xwe û lê binêrim ka hal çi ye.



17.07.2013 12:56 | fizikzan

2. navek yê zimanên hîndû-ewropî ye. di farsî û kurdîyê de wek dem tê bikaranîn û di înginîzî yê de wek time bikaranîn. peyva spanyolî ya tiempo jî ji heman binyadê tê û xwedîyê heman wateyê ye. emroj tempo ya ku em di beşa mûzîkê de bikartînin jî dîsa ji heman kokê hatiye. Di zimanê hîndûyan de jî wek samaya tê bilêvkirin.



17.07.2013 13:15 | filankes

3. gelek caran gava ku behs û mijar tê li ser demê disekine gazin jê tê kirin û nizanim wek çima ev dem zûtirkê dibihure, lê em baş dizanin ku dema ku tiştekî ku em bikin tune be, dem zû dibihure, an?



(bnr: wext)



17.07.2013 13:37 | înano lo

4. Stranbej Niyaz u mûsikîvan Mercan Dede duetavan bi nave ''dem'' heye..



17.07.2013 13:50 | roj

5. xwahka çem a veşartî ye û diherike li her qunca dunyê.Pêlên wê bîstik (weke tirk dibêjin "an") in.karê wê şûştin e ji jiyanê ango kevn kirin e.



17.07.2013 15:30 | cirano

6. mîrata ku di meha remezanê de ji bo kesên rojîgirtî qene çarlepka jî naçe.. tê bêjî qey hinekan kevir bi piyan ve girê dane..

pênaseya giştî: ya ku wekê kevirê ji hesteyê dixwe wekê bayên gur ên tûj li bedena emrê mirov dikeve bi kêlî û seetan ji emr dixwe û dawiya dawÎn emr xilas dike û lêdide diçe û qene nabêje malî ava jî.. wek stranbêj bedil di kilama xwe ya bi navê salêyê de dibêje:

''wile ez pîr nebûm, van salên xerîb emrê min xwar..''



17.07.2013 17:08 | endazer

7. dem a çayê



17.07.2013 17:49 | shepirze

8. dêm erdê beav, bej e.. wateya mîna dêmê peyva bor jî heye. zeviyan bej û beav hîn caran najon, çandînîne nakin, weke bor dihêlin..

mînak: gişk ciyê kevir û dêm bû..



18.06.2014 23:33 | havka

9. Kurtenivîsa partiya wekhevî û demokrasiya gelan



11.02.2024 16:51 | çaya germ

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dema kurdistan were damezrandin tiştên bê kirin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî