Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hesen şerîf - tirşik
hesen şerîf
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. stranbêj û sazbend û hunermendeke deng û huner xweş ê ji başûrê kurdistanê ye..

bi kar û xebatên xwe yên mûzîkal yên vê dawiyê wî jî wekê gelek stranbêjên din ên kurd di rêka popûlarîteyê de hetk û helaka xwe biriye lê wek ku ji vê vîdeoyê jî mirov dibîne û fêhm dike, cewhereke mezin ya ji bo mûzika kurdî di cerg û dil û hinav û henaseya wî de heye.. xwudê bike Hêj nebûyî dereng vegere ser esl û esasê mûzîk û hunera xwe.. di vê vîdeoyê de yê pêşkêşkarê bernameyê serê stranê dibêje ew jî bi saza xwe û dengê xwe dewama stranê tîne;



10.09.2014 01:48 | endazer

2. Stranbêjekê dengxweş e.
Strana wî ya laleşê gelek xweş û baş e.
"Hatim laleşê min dehoş,
Ew bihuşta gul û rûxoş"
hin stranên wî yên din: dilê dîn, ewwel ku yarê da me ji helbesteka melayê cizîrî, mizgîn ey şehîd, rojava



10.09.2014 12:59 | xendekî

3. Hesen Şerîf Diçim 2015







02.01.2016 17:19 | quşxaneli

4. strana xanê ya mihemed arifê cizrawî gelek xweş dibêje. û strana kuriko dîno, xabîro, şemsîxanê jî gelek xweş distirê, zû de ye strana kuriko dÎno li cem min heye, lê min nedizanî hesen şerîf dibêje.
û wekê dî camêr demekî pêşmergetî jî kiriye û ez ne xelet salên 89-90î piştî ku şoreşa li başûra kurdistanê têk çûye, wekê gelek pêşmergeyên hevalên xwe ew jî mihacir bûye û nêzikê du sê salan li kampa diyarbekir maye. taybetmendiyeka wî ya din jî hem di medyaya pkkê û hem jî di medyaya pdkê de derdikeve, dilê tu alî û hizbekî ji xwe nahêle. tu dibînî, nizanim çendemîn salvegera damezrandina partî dîmokratî kurdistan de stranan dibêje, alayên pdk û kurdistanê li ba dike, heta hişyar zêbarî bi stranên xwe radie govendê, nêçîrvan barzanî xwe bi roj nûrî şawês re aciz dike, bê çima destê xwe jê re li hev nade, û carina jî tu dibînî li ser medyaya pkkê bûye bûye mêvanê bernameya roj baş kurdistan û êvar baş kurdistan.

rûbirû nas nakim, lê dikarim bêjim ku miroveke camêr e, ji dil e, dilsoz e.
stranên gelêrî gelek xweş dibêje, çi yên dengbêjî û çi jî yên dawet û dîlanê.

kuriko dîno:


xabîro:


xanê:


rewşê û eyşê:

(strana ku hişyar zêbarî bi wî urê xwe yê filitî radibe govendê, nêçîrvan barzanî xwe bi roj nûrî şawês re aciz dike)
mumê:


du kotir:

(gelek kêfa min ji beşa duyem ya vê stranê re tê, bi taybet dema hesen şerîf strana edûlê dibêje)



15.11.2016 02:05 ~04:33 | endazer

5. Wer govendê goovendê *



16.11.2016 01:36 | bûtîmar

6. bi navê mîro/mîrê botan straneka gelêrî heye xwudê bihêle gelek xweş dibêje.

kelekdana kelek çêkir
kelekdana kelek çêkir
mîr hoy mîr hoy mîr hoy mîr
kelekdana kelek çêkir
kelekdana kelek çêkir
bejna te ji şaxa dîlanê
navê mîrê botan lê kir
mîr hoy mîr hoy mîr hoy mîr
navê mîrê botan lê kir
bejna te ji şaxa dîlanê

û bi navê lo lo mihemedo stranek din jî ya kevn û gelêrî heye ku gelek xweş dibêje.

mîro/mîrê botan:


lo lo mihemedo:



23.11.2016 22:31 ~22:34 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hesen husên rojhelat
» şerîf mardîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî