Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


2 mijar û 2 peyam
waar tv - tirşik
waar tv
(3) (0) ecêb (0) (7)
di mijarê de bigere

1. tvyek din ya başûr e. kîjan satalaytê de weşanê dike û weşanê wê çawa nizanim. haya min jî îro pê çêbû.



2014.09.10-20:19 | simurg56

2. kanaleka başûrê kurdistanê ye, ez ne xelet bim xwediyê kanalê waliyê berê yê dihokê ye, li tirkiye û li bakurê kurdistanê jî amed, wan, enqere û stembol tê de çar ofîsên kanalê hene.. darî tvyê nakim, ji ber wê nikarm tiştekî derheqê kalîteya weşanên wê de binivîsim, hevalekê min li ofîsa wê ya li amede de dişixule, wekê pirraniya karûbarên li başûrê kurdistanê tên kirin di dan û belavkirina kar û berpirsiyariyên vê kanalê de jî ne li liyaqat û ehliyet û kalîfiyebûnê belê li têkiliyên nas û dost û hevalan dinêrin.. duh li ser youtubê liqayî çend qeydên bernameyeke bi navê the artist ku li ser waar tvyê tên weşandin hatim.. kalîteya weşanê, şert û mercên stûdyoyê baş bûn lê konsepta bernameyê bi Kêrî seriyek pîvaz nedihat, ji xwe ji sê çar deqîqeyan zêdetir min nekarî xwe lê ragirim.. rûpela wê ya li ser wîkîpedyayê; Here lînkê (heta niha tenê opsiyona soranî û îngîlizî heye, û derheqê kanalê de zêde zanyarî nehatine dayîn..)



2014.09.10-20:32 [guhertin:2016.12.10 22:50]| endazer

3. bi navê civat bernameyeka dengbêjiyê li ser vê kanalê tê weşandin, yekî bi navê kamîran hirorî pêşkêş dike, li ser înternetê min berê xwe da du beşên ji vê bernameyê û gelekî kêfa min jê re hat, bi pirranî bi devoka behdînî tê axaftin û tişta min fêhmkirî zorbeya temşevanên kanalê jî ji devera hekarî û behdînanê ne..



2015.08.08-22:38 | endazer

4. Tevlî lîsteya qenalên turksat ê bûye.



Duh êvarê min eyar kir, rêzefîlma tirkan hanımın çiftliği bi kurdî-kurmancî dihat weşandin.



binnivîsan û nûçeyên wan piranî bi devoka badînî ye, wekî rûdaw ê kurmanciya standard nayê bikaranîn.



Frekans: 11821

Polarizasyon: H - Yatay

Sembol: 17000



2016.01.02-12:09 [guhertin:2016.01.02 12:13]| mîr

5. Qenaleke kurdistana başur a ku li ser turksatê weşanê dike. Ji vê qenalê rêzefilmeke tirkan "şerê gulan" tê weşandin ku diya min carna guhdarî dike. Weke li jor jî hatî gotin bêtir bahdînî tê bikar anîn.



2016.12.10-22:06 | azadixwaz

6. televîzyona ku reklamên herî serkeftî yên kurdî, diweşîne. piraniya reklamên wan xweş in. bi taybetî ya sleppyê. lê mixabin piranî markayên tirkan in.



2017.03.29-20:14 | simurg56

7. bandora tv yan ji bo pêşveçûyînê pir girîng in. divê xebatên wilo zêde bibin.



2017.03.30-12:58 | şêrwî

8. her çiqas kêfa min ji bernameyên vê kanalê tête jî nikarim heman tişt ji bo nivîsandina wan bibêjim. çima kêmneteweperestiya* kêmneteweperestiyê* ya kêmneteweperestiyê* dikin min fêm nekir. lê serkeftin ji wan re, ha wilo ha wisa ya wanî nebû welê.

(bnr: nêçirvanên bendeyan)



2017.08.25-12:39 | biruya hayao miyazaki

9. (bnr: waa tv)



2017.08.25-13:58 | xwelî li ser

10. Navê qenalê çima war nîne waar e jê meraq dikim.



2017.08.25-14:54 | mîr

dengdanên dawîn (Yên Din..)
arjen arî [4]
şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîk...
flamenko [2]
muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
navên hespan [3]
Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
belki ev jî bala te bikişînin
» waar tv

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî