Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

165. rojanekirinek nû:

berê: dema mirov mijarek ku îro peyam lê hatine nivîsandin, beraliyê mijarek din bikira. erê mijar beralî dibû û peyam jî derbasî wê mijarê dibûn lê li aliyê çepê êdî ne mijara ku hatiye beralîkirin dihat dîtin, ne jî mijara ku lê hatiye beralîkirin dihat lîstekirin.

êdî: ev kêmasî hat çareserkirin. êdî dema we mijarek beralî mijarek din kir, ger di vê mijarê de îro peyam hatibin nivîsandin, wê demê navê nû ya mijarê li aliyê çepê ya malperê di nav lîsteya mijaran de tê dîtin.



21.06.2015 10:05 | simurg56

166. xuya dike sîstema ku bibe 1000.0.0 jî dîsa ewê versîyona ji bû mobîlê tunebe



21.06.2015 13:17 | shorbevan

167. rojanekirina 2.6.9;



- êdî dema mirov peyamên dirêj li tirşikê binivîse û pêl bişkojka bişîne bike, wê ew peyam wenda nebin.

sedema vê xeletiyê ew bû ku ger mirov li tirşikê bi qasê 25 deqe li tu derî netikîne, tirşikê mirov ji tirşikê derdixist. loma ger nivîsandina peyama we, ji 25 deqeyan zêdetir wext standibe, dema we pêl li bişîne kir, tirşikê we ji sîstemê derdixist û peyam jî nedihat tomarkirin.

bi rojenkirina nû, êdî heta ku hûn bixwe ji sîstemê dernekevin an jî hûn geroka xwe ya înternetê negirin, sîstem we dernaxe. (bi qasê 24 saetan)



heta niha gelek kesan ji ber vê problemê gilî kiribûn. yên ku min karî bibîbim; bnr: tirsik.net/67155, bnr:kêmasiyên tirşikê/42033



11.07.2015 20:50 | simurg56

168. sîstema niha dîsa xwe nû kirîye û tirşikvana ji kul û derdê ku hima serê çend deqê carkî berî tirşikvana dida edî hetka xwe kiribû nivîsê şeveqê heta êvarê bi mirin kî meriv dinivîsan ji nişkava dibû sêr û hinda dibû ji holê ger meriv paşda bihata an nivîsê (stur: copy bikira xelas dibû lê ku meriv bikira. sîstema 2.6.9aye niha dewrim kirîye û em dikarin bêjin tirşikê di emrê xwede sîstemek wisa nû nedîye.





edît: baş nûn nebûye. meriv rûpelê digre dîsa wisa dibe mixabin. sîstema ku simurg ku çêke bi zorê wisa bibe.



12.07.2015 00:32 ~01:27 | shorbevan

169. sîstema ku dema mirov paceya xwe ya înterneta digire, helbet tê girtin. jixwe armanca ev e, da ku dema tirşikvan ji ser komputerê rabûn kesek din neyê û hesaba wan bi kar neyne. lê heta ku pace neyê girtin û mirov li "derkeve" netikîne, dereketina bêhemdî çênabe.



12.07.2015 09:36 | simurg56

170. 2.6.9. sîstema nûn ya ku li ser adroîdê geroka opera mobil dema dikeve pêşbîrê ev problem didome.



12.07.2015 14:07 | shorbevan

171. rojanekirina 2.7.0;



- êdî mirov dizane ka peyama ku ji nivîskarekî re şandiye, ji aliyê wî/wê nivîskarî ve hatiye xwendin an na. dema mirov peyamek taybet ji tirşikvanekî re bişîne, êdî di binê peyama ku şandiye de, ger ew peyam hê ji aliyê tirşikvan ve nehatibe xwendin, nivîsa "(nehatiye xwendin)" derdikeve.



- êdî mirov dikare bibîne ka di tirşikê de çend mêvan hene. weke hûn zanin, jixwe di beşa panelê de mirov dikare bibîne ka çend nivîskar girêdayî ne, êdî mirov dikare ji heman derê bibîne ka çend mêvan (kesên ku di tirşikê de têketinê nekirine lê tirşikê dixwînin) li tirşikê digerin û wê dixwînin.



- otomatîk kontrola peyama nû ya taybet: êdî hûn li tirşikê hema li cihê xwe bisekinin û qet li tu derî netikînin jî, sîstem serê her deqeyê kontrol dike ka ji te re peyamek nû hatiye şandin an na. ger peyamek nû hatibe, li jor lê kêleka "vebijêrk" weke her demî, hejmara peyamên nû weke hişyarî tê nîşandan.



- meseleya jixweber derketina ji tirşikê bi rojanekirina berî vê -bnr: sîstema nû ya tirşikê/71884- jixwe hatibû çareserkirin lê êdî ew jî bi awayek xweştir dixebite.



12.07.2015 14:59 ~15:48 | simurg56

172. sîstema nû ya ku pir baş bû ji ber ez bi meha li peyama nanêrim edî ewê tirşikvan ji ber ez bersiva wan derengî dixînim edî ewê şaş fehm nekin.



12.07.2015 15:18 | shorbevan

174. sîstema ku di dema ez tune bûm de du cara guheriye. hêdî simurg piçekî hêdî *



12.07.2015 16:12 | berxweda

175. rojanekirina 2.7.1;



1- radyoya tirşikê ku ji nû ve hat avakirin, ket weşanê. ji bo agahiyên berfirehtir bnr: radyoya tirşikê/72736, an jî li vê wêneyê binêre: Here lînkê



2- di peyamên taybet de êdî hemû fonksiyonên mîna youtube, wêne, lînk, bnr fîlan dixebitin.



3- li aliyê rastê êdî kategoriyên mijarê jî tên nîşandan. Weke hûn zanîn pêvajoya kategorîzekirina mijaran didome. Ger mijara ku we vekir, hatibe kategorîzekiri, wê li aliyê rastê kategoriyên mijarê werin nîşandan. Weke mînak li mijara bername binêrin, hûn ê li aliyê rastê kategoriyên weke teknoloji, ziman, û tv bibînin. Ger hûn li wan bitikînin, hûn ê hemû mijarên di wê kategoriyê de jî bibînin.



09.08.2015 15:40 ~15:42 | simurg56

176. sîstema vê carê rastî nûn bûye edî sîmurg56 bi dilkî rehet dikare bêje sîstem nûnbû û ez bawerim niha şûr simbêlê wî û mergehezo nançû nabire mil dane milê hev edî mirin jî bi wan nikare.



09.08.2015 21:09 | shorbevan

177. ji raya giştî re:

tu eleqeya min û sîstema tirşikê tune ye yanî çi dike sîmurg56 dike. hemû kedê ew dide.



09.08.2015 21:20 | mergehez

178. piştî navberek dirêj>rojanekirina 2.7.2;



1- ji bo lêdana radyoya tirşikê ya jixweber, bernameyek lêdanê hat çêkirin. êdî;

- ji sibeh saet 7an heta êvarê saet 19an, stranên slow û enstrumatal nayên lêdan

- ji 19ê êvarê heta 22ê şevê, stranên enstrumantal nayên lêdan

- ji 22ê êvarê heta 7ê sibehê tenê stranên enstrumantal û slow tên lêdan

bi vî awayî êdî serê sibehê mirov wê rastî stranên melankolîk neyê û di 2ê nîvê şevê de jî bi stranên pop ji cihê xwe veneciqe.



2- di radyoya tirşikê de, di lîsteya stranên dawîn de, êdî mirov dibîna ka ew stran çi wextî hatine lêdan.



3- Êdî mirov dikare bibîne ka çend kes li radyoya tirşikê guhdar dike.



edît:

4- êdî di beşa fîlman de, mirov dikare şîroveyên derheqê fîlmê de jî di heman rûpelê de bixwîne. ne hewce ye mirov ji rûpelêderkeve û were tirşikê. şîroveyên di tirşikê de, rasterast di binê fîlmê de derdikevin. weke mînak: Here lînkê



5- mîna di beşa pirtûkan de jî dîsa mirov dikare şîroveyên di derbarê pirtûkê de, rasterast di binê pirtûkê de bibîne. weke mînak: Here lînkê



6- di radyoya tirşikê de êdî hemû peyamên di tirşikê de yên di derbarê stran û stranbêj de, tên nîşandan. heta niha tenê 3 heb ji wan dihatin nîşandan.



05.09.2015 12:35 ~2015.09.06 14:03 | simurg56

179. 4- êdî di beşa fîlman de, mirov dikare şîroveyên derheqê fîlmê de jî di heman rûpelê de bixwîne. ne hewce ye mirov ji rûpelêderkeve û were tirşikê. şîroveyên di tirşikê de, rasterast di binê fîlmê de derdikevin. weke mînak: Here lînkê



5- mîna di beşa pirtûkan de jî dîsa mirov dikare şîroveyên di derbarê pirtûkê de, rasterast di binê pirtûkê de bibîne. weke mînak: Here lînkê



6- di radyoya tirşikê de êdî hemû peyamên di tirşikê de yên di derbarê stran û stranbêj de, tên nîşandan. heta niha tenê 3 heb ji wan dihatin nîşandan.



06.09.2015 13:58 ~14:03 | simurg56

180. rojanekirina 2.7.3;



- êdî dema navê mijarekê ji aliyê moderatorek ve were guhertin, mirov dikare navê ewil ya mijarê jî bibîne. ev taybetî ji aliyê tirşikvanan ve hatibû xwestin: kêmasiyên tirşikê/75302

weke mînak li vir mirov dikare navê guhertî ya mijarê, di binê navê mijarê de bibîne: (bnr: tiştên ku mirov xemgîn dikin)



ji ber ku carinan nivîskar li ser navê mijarê jî nîqaşê dikin lê dema navê mijarê were guhertin, êdî ew peyamên ku li gorî mijara kevin hatibûn nivîsandin, bêwate dimînin.

her wiha ev jî heye: navê mijarê ya ewil, ya herî kevin tê qeydkirin. weke mînak, em bêjin navê mijarê "kurdên bênamûs" bû. moderatorek hat û kir "kurdên bêşeref" û paşê moderatorek din hat û kir "kurdên xwefirotî". wê demê wê di binê navê mijarê yê dawîn de navê ewil binivîse, yanî wê "kurdên bênamûs" binivîse. bi vî awayî çend caran were guhertin jî, wê mirov bizane ka navê herî orjînal ya mijarê çi bû.



15.09.2015 14:45 | simurg56

181. rojanekirina 2.7.4;



- êdî di heman peyamê de mirov dikare ji yekê zêdetir wêneyan lê zêde bike.

- êdî di heman peyamê de mirov dikare ji yekê zêdetir spoileran bi kar bîne.

- êdî di heman peyamê de mirov dikare ji yekê zêdetir vîdyoyên youtubeê bi kar bîne.

berê ev her sê taybetî tunebûn û dema di peyamekê de ji van tiştan du heb hebûna, tenê ya yekemîn dixebitiya.



mînak li jêr in;



wêneyek: Here lînkê

û wêneyek din Here lînkê



spoilerek; (spoiler: spoilera yekemîn)

û spoilerek din; (spoiler: û spoilera duyemîn)



vîdyoyyek;



û yekî din?



25.10.2015 14:35 ~14:39 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
belki ev jî bala te bikişînin
» sîstema germ kirinê
» nûçeya pdk'ê li hewlêrê avêt ser buroyên knk, dîha, roja welat
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî