Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 75 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

20. sîstema ku xwîna min lê netevizî mi qe hej jê nekir û li xwe mikur têm ku hîn jî nizanim mariv çawa dikeve



26.09.2014 13:41 | ferhenga şikestî

21. sîstem nimroya mijaran dihewîne, weke mîna navnîşana vê rûoelê ev e:

http://www.wergerine.com/t1/index.php?mijarid=12761&iro=on&rupel=1



nimroya mijarê di navnîşana di jor de heye: mijarid=12761 (nimroya mijarê ev hejmar e.)



28.09.2014 11:51 | simurg56

22. min nimroya peyaman jî li sîstemê zêde kirin. bi çend guhertinên dîtir wê di nava çend rojan de were weşandin.



28.09.2014 18:20 | simurg56

23. her wiha çewtiya nekarîne vekirina mijara ku di tikandina bnr-yan de nehatiye dîtin, jî hat çareserkirin. (piştî çend rojan wê were weşandin)



28.09.2014 19:17 | simurg56

24. a ku her roj çêtir dibe û bawer dikim ku wextê bi temamî derbasî wê sîstemê bunê nêzik buye.



28.09.2014 23:06 | azadixwaz

25. sîstema ku yên jê hez kirî û êdî wê bikartînin, weke zilamê sîstemê dikarin bên binav kirin.

aniha bi qasê min şopand, nêzikê nîvê nivîskarên tirşikê bûne zilamê sîstemê ..



29.09.2014 17:27 | brusk56

26. nûbûnên nû;



- fonksiyona "rojeva 7 rojên dawîn" hat çêkirin. êdî li kêleka rastê lîsteya mijarên herî popûler yên 7 rojên dawîn tê lîstekirin.

- çewtiya nekarîne vekirina mijara ku di tikandina bnr-yan de nehatiye dîtin, jî hat çareserkirin. yanî dema hûn li bnr an jî vbnr-yek bitikin lê di rastiyê de mijarek wisa tune be, hûn dikarin li "nexwe ez ê vekim" bitikînin û mijarek wisa vekin.

- lînka nimroya peyaman li binê peyaman hat zêdekirin ku him bi vî awayî mirov nimroya peyaman dizane û him jî dema mirov lê bitikîne, diçe rûpela wê peyamê. weke di sîstema berê.

- di dîtbariyê de hinek başkirin hatin kirin.

- hinek kêmasî û çewtiyên li quncikan veşartî mayî, hatin çareserkirin.

- li jor bişkojka profîl û panel ji hev hatin veqetandin.

- di rûpela îstatîstîkan de hinek lînk hatin rastkirin.



29.09.2014 18:56 | simurg56

27. her wiha; di rojên pêş de wê du fonksiyonên din jî werin weşandin ku li tu ferhengên din tune *



29.09.2014 18:57 | simurg56

28. sîstema ku têde mirov nabîne ka mijara lê dinêre çend car hatiye dîtin bi bîneran ve. di sîstema kevnde tê dîtin haa.



29.09.2014 21:29 | azadixwaz

29. sistema ku xweş bûye, destê sîmurg xweş be lê wî fonksiyona 24 saetê ez gêj kirim.peyam kêm dibin zêde dibin meriv nizane kîjan peyam kîjan roj hatiye nivîsandin.hinek tevlihevî çêbûye sankî.



29.09.2014 22:56 | bayesar

30. 24 saetên dawîn weke navê xwe "peyamên 24 saetên dawîn de" nîşan dide. yanî ger hûn niha lê binêrin peyamên ku duh saet 23:10an de hatine nivîsandin wê werin lîstekirin/hesibandin/nîşandan lê ger hûn piştî 10 deqeyan lê binêrin wê ev peyam neyên lîstekirin.

ji ber ku 24 saetên dawîn her deqe diguhere.



29.09.2014 23:01 | simurg56

31. sîstema ku îro jî taybetiyên gelek kêrhatî aniye.

guherîn û nûbûnên îro;



- fonksiyona "nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne" hat çêkirin. dema mirov mijarek bixwîne, li kêleka rastê lîsteya nivîskarên ku di vê mijarê de herî kêm peyamek nivîsandine, tên lîstekirin. û ya xweşiktir ew e ku dema mirov li navê van tirşikvanan bitikîne, peyamên wî nivîskarî yên di vê mijarê de, tên lîstekirin. ev fonksiyon bi tu awayî di sîstema berê de tune bû û di tu ferhengên din de jî tune *



- fonksiyona "dengdanên dawîn" hat çêkirin. êdî li serûpela tirşikê, 5 dengdanên dawîn û navê mijarê û kesên ku peyama ku hatiye dengdan, tê lîstekirin.



30.09.2014 19:33 | simurg56

32. başkirinên nû;





- fonksiyona "mijarên hevşêwe/belkî ev jî bala te bikişînin" hat çêkirin.



- sîstema nasîna lînkan hat baştirkirin. te dît, carina dema tirşikvanek lînkek dida, carina nîvê vê lînkê weke nivîsa normal xuya dikir û loma lînk naxebitiya. lê edî ev problem hat çareserkirin. di sîstema berê de jî ev problem hebû û heye.



- di rûpelên rojev û tevlîhev de pirsgirêkên menûyên rastê, hatin çareserkirin. (spas ji bo ragihandina qivaro)



- dema mirov di lîsteya dengdanên dawîn de li peyamek bitikîne, bişkojka "hemûyan bixwîne" tune bû loma mirov neçar bû ku here û li navê mijarê bigere ku bikare peyamên din yên di vê miajrê de, bixwîne. ev problem çareser bû: bişkojka hemûyan bixwîne hat bicîkirin. (spas ji bo ragihandina qivaro)



- ji bo performans û çewtiya "502 bad gateway", hinek başkirin hatin çêkirin.



01.10.2014 18:28 | simurg56

33. ji ber ku sîstema kevnde binê peyamê alê çepê cihê bnrê bu û bişîne alê rastê bu, carna bi xeletî hê peyam vala pêl bişîne dikim. de were û vêca rast ke.



03.10.2014 01:00 | azadixwaz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene