Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 48 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

34. pergaleke xweş e ku vaye demek e bikar tînim. weke cudahiyek ji ya kevn, di bin peyaman de lînka peyam-rêkirinê ji bo nivîskarê peyam nivîsî re tune ye. weke din jî li ser profîla nivîskaran dîsa lînka peyam-rêkirinê tune ye.



03.10.2014 14:03 | azadixwaz

35. pêşveçûnên dawîn;



- di menûya rêveberiyê de fonksiyona erêkirina çomezan hat çêkirin.

- di menûya rêveberiyê de fonksiyonên "guhertina navê mijaran", "asêkirina mijaran", "rakirina asêkirina mijaran" hat çêkirin.

- bişkojkên çeppik, reşşik fîlan yên ku di binê peyaman de xuya dikirin, hatin veşartin. êdî tenê dema mirov mişka xwe bîne ser, tên nîşandan.

- çend xeletiyên biçûk yên cûr bi cûr, hatin rastkirin.

- gelek başkirinên xuyaniyê hatin kirin.



03.10.2014 17:37 | simurg56

36. pergala mirov nikare kesên online bibîne.



04.10.2014 13:16 | azadixwaz

37. pêşketinên dawîn;



- di menûya rêveberiyê de fonksiyona beralîkirina mijaran hat çêkirin.

- sîstema beralîkirina mijaran hat çêkirin. êdî dema mirov di sîstema nû de jî têkeve mijareke beralîkirî, sîstem otomatîk beraliyê mijara rast dibe.

- li binê peyaman, bişkojka "peyam bişîne" ha danîn ku mirov rasterast ji nivîskarê peyamê re peyamek taybet bişîne.

- li rûpela profîla nivîskaran jî dîsa bişkojka peyam bişîne, hat çêkirin. (di sîstema berê de tune bû)

- di lîsteya dengdanên dawîn de wêneya/avatara nivîskaran hat zêdekirin û xuyanî hat baştirkirin.

- di binê peyaman de jî wêneya profîla nivîskarê peyamê hat bicîkirin. (di sîstema berê de tune bû)

- ji bo ku zêde qelebalix çênebe, êdî di lîsteya "nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne" de jî li şûna navê nivîskaran, avatara wan derdikeve. dema mirov mişka xwe bibe ser, navê wan jî derdikeve. (di sîstema berê de tune bû)

- di foksiyona dengdanên dawîn de, êdî 70 karakterên ewil ya peyam jî tê nîşandan.



05.10.2014 12:39 | simurg56

38. sîstema ku aniha ji sîstema gelek ferhengan baştir e.

tenê kêmasiyek ma, em wê sîstemê bînin di tirsik.net ê de biweşînin. ne di wergerine.com/t ê de.



06.10.2014 00:02 | brusk56

39. ma ji do ve tene pc-ya min de sîstema nû kelogirî ye; tîpan li hev xistiye, xwîn av bûye rijiyaye? niviSan qet nayê xwendin. xuya ye ku di sîstemê de tîpên kumik û çengel nayê naskirin.



06.10.2014 09:52 | biruya hayao miyazaki

40. sîstema nû vêga di înternet explorerê de baş nayê nîşandan. lê em ê vê jî sererast bikin.



06.10.2014 09:56 | simurg56

41.

hinek nûbûn;



- rûpela profîla nivîskaran ji serî heta binî ji nû ve hat çêkirin. niha gelekxweşiktir e.

- problema xuyaniya tîpan ya di internet explorerê de hat çareserkirin. sîstema nû, êdî di internet explorerê de jî xweş tê nîşandan.



06.10.2014 11:32 | simurg56

42. taybetiyên nû;



- fonksiyona nivîskarên girêdayî hat çêkirin.

- li kêleka wêneya nivîskaran jî bişkojka peyem bişînê hat danîn. di vê lîsteyê de nivîskar li gorî saeta têketina wan tên rêzkirin. sîstema berê de li gor navê wan bû. êdî dema kesek nû têkeve sîstemê, wê di lîsteyê de bikeve rêza yekemîn.

- di rûpela profîla nivîskaran de agahiyên "têketina dawîn", "dîroka qeydê" hatin lêzêdekirin.

- li beşa îstatîstîkan, îstatîstîka "nivîskarên ku îro têketinê kirine" hat çêkirin. (di sîstema niha de tiştek wisa tune, belkî tu ferhengan de tune be

)- li rûpela profîla nivîskaran, êdî agahiya zayendê dixebite. yanî ger nivîskar diyar kiribe, li wir mirov dikare bizane ka nivîskar jin e a mêr e an.. li vê rûpelê her wiha êdî bajarê ku nivîskar lê ye jî tê nîşandan. tabî ger dema qeydbûnê de nivîskar bajarê xwe nivîsandibe.

- hinek başkirinên xuyaniyê hatin çêkirin.



10.10.2014 20:29 | simurg56

43. - fonksiyona "peyamên çeppikkirî, reşşikkirî, ecêbhiştî yên mijarê" hat çêkirin. di binê navê mijaran de êdî bi rengê gewr û bi tîpêk biçûk "çeppikkirî, reşşikkirî û ecêbhiştî" dinivîse. weke mînak dema mirov li "çeppikkirî" bitikîne, tenê peyamên çeppikkirî yên wê mijarê, tên nîşandan. (ev sîstem di sîstema niha de tune bû. belkî di tu ferhengên din de jî tune be)

- di xuyaniya panelê de başkirin hatin kirin. (xuyaniya hişyariyên derbarê nivîskarên ku hûn dişopînin, gelek xweş çêbû. lê ji bo ku mirov bikare bibîne, divê hinek nivîskaraan bişopîne. zûzûka dest bi şopandina tirşikvanên din bikin ku hûn bikarin bibînin)

weke mînak: https://www.tirsik.net/caps/picture.php?/669/category/3

- çend rastkirinên biçûk çêbûn.



11.10.2014 20:50 | simurg56

44. nûbûnên din;



- di rûpela peyaman de hejmara çeppik, reşşik û ecêbên ji bo wê peyamê hatin hesabkirin.

weke mînak: http://www.wergerine.com/t/index.php?peyam=1273

(ev taybetî di sîstema niha de tune bû. min di di tu derhengên din de jî nedîtiye)

- di derbarê xuyaniyê de hinek başkirin çêbûn

- li aliyê çepê, li jora mijarên îro, êdî mijarên mayînde tên nîşandan. (sîstema berê de tenê mijarek dikariya bibe mayînde. lê êdî ji bo vê yekê sînor tune)

- di rêvebiriya mijaran de (rûpela rastkirina mijaran de ku tenê rêvebir dibînin) fonksiyona "mijarê bike mayînde" û "mijar bila êdî ne mayînde be" dixebite.



13.10.2014 20:33 | simurg56

45. nûbûnên îro;



- di rûpela mijara de, di binê navê mijaran de êdî îstatîstîkên hejmara çeppik, reşşik û dengên ecêb jî tê nîşandan.

- her wiha êdî li heman derê hejmara nivîskarên ku di vê mijarê de nivîsandine, jî tê nîşandan

- li aliyê çepê, hêjmara mijarên ku tên nîşandan ji 20ê hat zêdekirin û bû 25.



14.10.2014 18:38 | simurg56

46. nûbûnên dawîn;

- li profîla nivîskaran, fonksiyona nivîsên li dîwara nivîskar hat çêkirin. mirov dikare nivîsên heyî bixwîne û li dîwarê nivîskar nivîsên nû binivîse.

- êdî dema kesek were û li dîwara te ya profîla te tiştek binivîse, ji te re e-peyamek û peyamek taybet tê şandin.

- problema ku mirov nedikariya di rûpelên rojev, tevlîhev û dengdanên dawîn de deng bide peyaman, hat çareserkirin.



20.10.2014 18:02 | simurg56

47. nûbûnên/pêşveçûnên îro;



- êdî dîrok û saeta dengdanan jî tê qeydkirin. bi saya vê yekê êdî rûpela "hemû dengdanên 24saetên dawîn de" heye. ji lînka binê "5 dengdanên dawîn" ya li rastê ya serûpelê an jî ji beşa îstatîstîkan, mirov dikare xwe bigihîne vê rûpelê.

- sernavê rûpelên malperê hatin rastkirin. (weke mînak dema hûn li profîla brusk56 binêrin, li ser hilpekîna/rûpela geroka we ya înternetê (chrome an jî firefox vs.) wisa dinivîse "tirşik-profîla brusk56". ev yek li gorî rûpelan otomatîk diguhere)



23.10.2014 00:28 | simurg56

48. nûbûnên dawîn;



- fonksiyona gerîna di malperên din de, hat çêkirin.

weke mînak em bêjin hûn mijara "nazim hikmet" dixwînin. di binê navê mijarê de hûn ê lînka "li...bigere" bibînin. dema hûn li wê bitikînên, wê vebijêrkên weke google, wikipedia û imdb vebin. hûn li kîjanê bitikînin, wê sîstem di wê malperê de li peyva "nazim hikmet" bigere û here wê malperê.

- hinek kêmasî û xeletiyên biçûk hatin çareserkirin.

- guhertina agahiyên profîla xwe êdî pêkan e.(ji beşa profîlê) her wiha êdî di derbarê nivîskaran de zêdetir agahî tên nîşandan.



24.10.2014 22:16 | simurg56

49. nûbûnên dawîn;



- fonksiyona lêgerîna nivîskaran hat çêkirin. (li jor, di qutiya lêgerînê de navê nivîskar an jî tiştek wisa binivîsin û li bişkojka "nivîskar" bitikînin.)

di vê fonksiyonê de him navê nivîskaran him jî hejmara peyamên wan tê lîstekirin.

- di lêgerîna mijaran de jî êdî li kêleka encaman, hejmara peyamên mijarê jî tê lîstekirin.

- fonksiyona guhertina şîfreyê hat çêkirin

- guhertina zayend, email û bajar hat çêkirin.



26.10.2014 06:19 | simurg56

50. nûbûnên îro;



- fonkdiyona "* hat çêkirin. bêproblem dixebite û peyva lêgerînê jî bi rengê şîn îşaret dike.

- di beşa rêveberiyê de: dema çomezek were erêkirin, peyamên wî yên li benda erêkirinê jî otomatîk tên erêkirin.



27.10.2014 19:47 | simurg56

51. sîstema ku îro şoreşek din pêk aniye û xwe nipûnû kiriye;



- di vê rojanekirinê de bingeha malperê hat guherandin loma guhertin û pêşketinên gelek mezin çêbûn ku me nekarî em lîsteya wê derxînin. berî her tiştî xuyanî gelek gelek baştir e û êdî em dikarin bibêjin ku têra xwe profesyonel e. di vê sîstema nû de êdî bi rastî jî versiyona mobîl heye. dema mirov bi telefonê têkeve malperê, sîstem xwe li gorî telefonan otomatîk diguherîne û vediguhere versiyona mobîl. di vê versiyona mobîl de, hemû taybetiyên malpera normal dikarin werin bikaranîn. êdî dema mirov dema navê mijarekê di qutiya lêgerînê de binivîse an jî jê re bnr bide lê bi xeletî valahî bihêle li pêşiya wê an jî paşiya wê, sîstem wan valahiyan otomatîk jê dibe û bi vî awayî rê li ber xeletiyan digire. berî niha dema we şûna "simurg56", li " simurg56" bigeriya, encam dernediket.

weke min li jor jî got, gelek kêmasî û başkirinên din jî hatin kirin lê em nikarin behsa wan hemûyan bikin.

pêşvebirina vê sîstemê wê bidomin. hê niha, gelek fikir di aqlê me de hene. lê bi ya min, em êdî dikarin vê sîstemê têxin weşanê û weke sîstema bingehîn diyar bikin.

ji bo vê yekê em li benda nêrînên tirşikvanan in.



29.10.2014 10:42 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol