Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. sîstema ku berî demeke kurt hatibû îlankirin û ji bo ceribandinê hatibû weşandin: http://www.wergerine.com/t/index.php

(bnr: 06.09.2014 sûrprîza mezin ya tirşikê)



îro çend kêmasiyên vê sîstemê hatin çareserkirin:

1- êdî di nivîsandina peyaman de fonksiyona derbasbûna rêzikeke nû, dixebite.

2- rûpela profîlê dixebite. dema mirov li navê nivîskarek bitikîne, rûpela profîla wî/wê vedibe. ku li vê rûpelê peyamên wî yên herî zêde haine hezkirin fîlan jî hene. ev agahî di sîstema niha de tune bûn *



12.09.2014 21:57 | simurg56

2. Sîstema ku mirov nikare tê de mijareke nû veke.bi min pirsgêrika herî mezin ev e.maşalê tavilê were çareserkirin.



12.09.2014 23:10 | bayesar

3. sîstema ku mirov dikare mijarek nû veke.

weke sîstema niha, dema mirov li mijarekê bigere, ger ev mijar berî niha nehatibe vekirin; vebijêreka "mijarek nû veke" derdikeve pêşberî mirov û mirov ji wir dikare mijarek veke.



12.09.2014 23:12 | simurg56

4. sîstema ku hê kêmasiyên wî hebin jî hêvî dide mirov. wê gelek baştir bibe înşallah.



ji hê niha dikarim bêjim ku, ji ber ku pirsgirêka xwendina tirşikê di telefonên de, çareser kir, weke şoreşek e.



13.09.2014 00:09 | brusk56


6. sîstema ku divê pêşiyê hemû kêmasiyên wê bên temamkirin paşê bê pêşkêşkirin.. xwezî heta sîstem bi temamî rûneniştî lansmana wê nehatibûya kirin.. bi vî halî tu cezbeya wê nema..



13.09.2014 00:14 | endazer

7. pergala ku wê îro sibe çend heb taybetî din jî lê werin zêdekirin. li bendê bin *



14.09.2014 03:54 | simurg56

8.

hinek nûbûn:

- lîsteya mijarên 24 saetên dawîn de, ger hejmara peyaman tenê yek be, ev hejmar nayê nîşandan. ger ji yekê zêdetir be, hejmara wê tê nîşandan.

- xuyaniya nivîsan niha hinekî din baştir e.

- êdî dema mirov têketinê bike, rûpela panelê vedibe û li wir agahiyên weke "ji têketina te ya dawîn heta niha çênd peyam hatin dayîn, ji te re çend peyam hatin şandin û çend deng ji te re hatin dayîn" fîlan derdikevin.

- di rûpela profîla nivîskaran de agahiyên weke "peyamên dawîn, reşşik, çeppik û ecêbên dawîn yên jê re" lê hatin zêdekirin



14.09.2014 13:49 | simurg56

9. hê jê re gelekî divê. cudahiyeke din ji ya kevn; wextê mu mijarekê binêre di herdu pergalande jî pêşîn tenê peyamên îro hatîn nivîsîn xuya dibin lê di pergala kevinde nimreya peyaman xuya dibu û mu dizanî ka berî niha çend peyam li vê mijarê hatine nivîsîn. di pergala nu de ji bo ku tu vê hêjmarê bibînî divê tu pêl lînka hemûyan bixwîne bikî. ji min di vê meselêde ya kevn baştir bu.



14.09.2014 23:11 | azadixwaz

10. pergala stêrkan tazî nîşan dide, nava wan dixuye*.



16.09.2014 20:57 | azadixwaz

11. pergala ku problema nîşannedana nimroya peyamê jî wê di rojanekirina ewil de were çareserkirin.



16.09.2014 23:03 | simurg56

12. pergala ku kêfa min jê hat, lê xwezî ekşisözlüka antîk wekî mînak hatiba dîtin. hek şertên rêvebir hebe balo vebijarkên taybetîkirina nivîskaran a malperê bê çêkirin û têxistin. ji ber ku kombîneya rengên him malperê kevn û him jî yê nû ne pir xweş in. bi ser de ji bo min ne estetîk e. ewanî.



17.09.2014 17:16 | biruya hayao miyazaki

13. bi pêşketinan berdewam dike.

hinek nûbûn;



- êdî li kêleka peyaman, nimroya wan jî ê nîşandan.

- êdî li kêleka rastê ku lîsteya mijaran lê ye, ger mirov ne di rûpela yekemîn de bûya, dema mirov li mijarekê bitikand, miajr vedibû lê lîsteya mijaran vedigeriya rûpela yekemîn. êdî ne wisa ye, dema mirov li mijarekê bitike, lîsteya mijaran weke xwe dimîne.

- lîsteya kul û derdan hat sererastkirin. êdî li gor dîroka afirandina wan tê lîstekirin.

- hinek kêmasiyên sîstema şopandina nivîskaran hat çareserkirin.



18.09.2014 19:15 | simurg56

14. sîstema ku hema bêje êdî ji sîstema niha baştir e. gelek kêmasî hatin temamkirin û gelek taybetiyên nû jî lê hatin zêdekirin.

hinek guherînin nû:



- di warê dîtbariyê de gelek guhertin/başkirin hatin çêkirin

- êdî "peyamên taybet" dixebite. mirov dikare peyamên ku jê re hatine şandin, bixwîne. di sîstema berê de mirov nedikariya peyamên û bersivên jê re hatî bi awayeke rêkûpêk (di binê hev de) bixwîne, lê di sîstema nû de ev yek pêkan e. berê di peyamên taybet de bnr û vbnr fîlan naxebitiya, lê niha di sîstema nû de dixebite.

- fonksiyonên bnr û vbnr yên di nivîsandina peyaman de, niha baştir e. weke sîstema berê, mirov dikare peyvek hilbijêre û paşê pêl li bişkojka bnr bike û bnr bide vê peyvê.

- di beşa îstatîstîkan de hinek başkirin hatin çêkirin. di lîsteya peyamên çeppikkirî vs de ji xeynî nimroya peyamê, navê miijara ku ev peyam aîdê wê ye, jî tê nîşandan.

- îstatîstîkên kesên ku xwediyê zêde kûl û derdan in û yên ji van derdan re zêde bûne derman jî hatin çêkirin.



22.09.2014 20:40 | simurg56

15. sîstema ku her diçe baştir dibe. lê Vê carê jî logoya me tune * herhal dîzaynerê me li pey avakirina logoyeke nû ye.



22.09.2014 22:55 | ceso

16. îro bi hinek başkirinên nû dîsa xemiliye;

guherînên nû;



- li rûpela profîla nivîskaran, hesaba pûana karmayê hat lêzêdekirin û hesaba pûanê jî hat guhertin. êdî formûl wisa ye;

pûana karmayê= (hejmara peyaman X 0.01) + (çeppik x 0.6)+(ecêb x 0.2)-(reşşik x 0.4)

- sîstema endambûnê hat temamkirin.

- sîstema çomeziyê hat temamkirin.

- êdî di peyaman de link dixebitin.

- êdî di peyaman da fonksiyona nivîsên "paldayi" dixebite. di sîsteam berê de, naxebitiya. weke din fonksiyona guhertina : ) ya bi swh hat bicîkirin. lê hêdî şûna swh, "ken li vir bû" dinivîse. fonksiyona dana nimroya peyamê jî hat bicîkirin. dema mirov peyvên ku ji kurdî ketine tirkî/2873 dinivîse, mirov lînk dide peyama bi nimroya 2873.

- lînkên youtubê êdî bêpirsgirêk dixebitin. di sîstema berê de carina problem derdiket.



24.09.2014 20:34 | simurg56

17. nûbûnek:

- di rûpela rastkirina peyaman de, çewtiya nîşandana tagên weke "br" fîlan, har sererastkirin.



24.09.2014 20:54 | simurg56

18. pergala di rupela wêde peyamên dawîn hatîn reydan nayên dîtin. vî awayî hinek peyamên balkêş rehettir dihat dîtin û belavbun.



26.09.2014 00:36 | azadixwaz

19. li gel fonksiyona "dengdanên dawîn", wê hinek fonksiyonên nû jî li kêleka rastê werin bicîkirin.

ger fonksiyonên nû werîn aqlê tirşikvanan, dikarin li vir daxwazê bikin.



26.09.2014 10:57 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol