Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

182. sîstema ku ji berêde nûkirina wê daxwaza tirşikvanaye.



25.10.2015 14:50 | shorbevan

183. sîstema wê dilê hineka rehet bike ye *



25.10.2015 16:29 | berxweda

184. sîstema hingî simurg56 û mergehezo nançû li serê ceribîna kirin axirê teqînek pêkhanîn niharewşa wê ne normale.



27.10.2015 14:27 | shorbevan

185. êdî dema tu di sernivîsekê de peyamek dinivîsî, ew sernivîs di lîsteyê de naçe rêza serî.

min ji vê taybetiya nû hez nekir. berê xweştir bû. ji ber mirov êdî fêm nake bê ka tiştek nû hatiye nivîsandin an na.



28.10.2015 10:40 | brusk56

186. sîstema ku gelek caran tê guherandin, ji ber wê êdî nikarim teqîb bikim.



28.10.2015 11:34 | nazim tolhildan

187. sîstema ku êdî stêran naxebitÎne. zû divê bê çareser kirin vegere bibe wek berê.



28.10.2015 11:44 | brusk56

188. agahî: xeletiyên ku li jir hatine behsêkirinî, hatin rastkirin. ev ne tiştekî qestî bû. wê di 1ê mijdarê de, di sîstema tirşikê de guherînên xweşik çêbin. ji ber amadekariya van guhertinan, carina tişt xera dibin. *



28.10.2015 18:15 | simurg56

189. rojanekirinên bi guhertoya 2.7.5;



1- peyamên ku lînk dane vê mijarê

ev taybetî em dikarin bibêjin ku şoreşek e di tirşikê de. ez hinekî behsê bikim;

-hinek mijar hene ku di rûpela mijarê bixwe de zêde agahî nehatine dayîn lê di gelek mijarên din de behsa wê hatiye kirin an jî tiştên têkildarî wê hatine ravekirin. bi lêgerînê mirov nikare wan peyaman bibîne. lê êdî di derbarê mijarê de li ku derê bnr'yek hatibe dayîn, tirşik wan bnr'yan otomatîk dibîne û ji te re dibêje "heval, di van peyaman de behsa vê mijarê hatiye kirin"

-weke mînak hûn li mijara zelal gökçe dinêrin, tirşik dibêje we "binêre di mijara pervin buldanê de kesekê di peyama /29473 de behsa zelal gökçe kirine." û bi vî awayî tu dizanî zelal gökçeyê bi pervîn buldanê re duet çêkiriye û ev agahî jî di eslê xwe de di tirşikê de heye.

-weke mînak tu li mijara navê xwe dinêrî. tu hemû peyamên din yên derbarê xwe de jî dibînî ku di mijarên cûr be cûr de hatine nivîsandin.

-weke mînak tu li mijare stranbêjek dinêrî û tirşik ji te re dibêje ka kîjan stranên stranbêj di tirşikê de weke mijar hatine vekirin.

-weke mînak tu li mijara "sin city: a dame to kill for" dinêrî û tirşik haya te jê çêdike ku mijara lîstikvana vê fîlmê ya bi navê "eva green" jî hatiye vekirin.

em dikarin gelek mînakên wisa yên ji hev û din kêrhatîtir bibînin.



2- peyamên min ên favorî;

êdî di binê peyaman de, li kêleka bişkojkên "çeppik, reşşik, ecêb, jê bibe" fîlan de bişkojkek bi sembola stêrek heye. dema mirov li vê bişkojkê ditikîne, ew peyam li peyamên nivîskar yên favorî tê zêdekirin.

ji bo ku tu peyamên ku te weke favorî îşare kirine, bibînî; dikarî herî rûpela panelê û li wir li aliyê çepê li menuya "Peyamên min yên favorî" bitikînî û van peyaman bibînî.

(amade ye. di cep-panelê de lînka wê têxe weşanê û di calaki>peyambinivise'de ji bo nîşandana bişkojkê şerta erkê rake)



3- lîsteya mijarên nivîskar: di profîla nivîskar de êdî mirov dikare mijarên ku ji aliyê nivîskar ve hatine vekirin, bibîne. ji bo dîtina van mijaran, herin profîla nivîskar û li aliyê çepê li menuya "Hemû mijarên ku nivîskar vekirine" bitikînin.

(amade ye, di cepiviskar de çalak bike)



4- di lîstekirina nivîskarên rojê, heftiyê û mehê de xeletî hebûn. Ew xeletî hatin rastkirin û ev îstatistik weke "nivîskarên 24 saetan", "nivîskarên heft rojan" û "niviskarên 30 rojan" hatin guhertin.



5- êdî dema çomezek tê erêkirin, peyamên wî ger îro hatibin nivîsandin, di lîsteya çepê de xuya dike. berê ev peyam dîsa dihatin weşandin lê di lîsteya peyamên îro de xuya nedibûn.



6- êdî di lînkên ji bo peyaman de navê mijarê jî tê dîtin;

weke hûn zanin mirov di tirşikê de dikare rasterast lînka peyamekê bide. hema sembola # binivîsin û paşê nimroya peyamê binivîsin û temam e.

êdî dema hûn wisa bikin, di lînka ku we çêkir de navê mijarê jî tê nîşandan û bi vî awayî mirov zane ka wê ev lînk mirov bibe kîjan mijarî.

weke mînak niha ez ê lînka peyama bi nimroya "78285" bidim û wê navê mijarê jî otomatîk were nîşandan. (ez tenê # dinivîsim û paşê nimroya 78285 lê zêde dikim)

mînak: /78285

(di calaki phpyê de rêzika 553 jê bibe, 554ê çalak bkike)



7- di dîwarên tirşikvanan de êdî fonksiyonên mîna stur, vîdeo, bnr vs dixebitin. (ji aliyê tirşikvanek ve jî hatibû xwestin: dîwara tirşikvanan/78360) *



8- di beşa îstatîstîkan de hinek başkirinên performansê hatin kirin.



01.11.2015 00:08 ~00:15 | simurg56

190. 1. "peyamên ku lînk dane vê mijarê" bi ya min nûkirin û zêdekirina herî baş bûye. berî tirşikê min li kuytuköşe.lanet.us'ê dinivîsand. piştî hatim vira û berî her tiştÎ vê taybetiya wê ferhengê geriyam. wekî mînak wê demê ez her tim li peyama xwe de bnr û vbnr'an bi muntezamî bikardianîm. Ji ber vê bû. her bijî sîmurgo! lê piştî vê taybetî, bi ya min êdî ne hewceye "belki ev jî bala te bikişînin" cih li hêla rastê bigre. paqij bike bire here keko. *



2. min zûka lîsteya favoriyê ya xwe nêrî. xweş xûya dike lê bi ya min, divê em karibin, peyamên tirşikvanên din jî bikin favoriyên xwe. wê çêtir bibe. (rastkirin: agahi: jixwe mirov dikare peyamên herkesî bike favorî)



3. min car din zûka lîsteya mijarên xwe neriya. 4 rûpel rê daye. rûpela pêşîn erê mijarên min ên min vekiriye, lê hingî em pêl rûpelên din dikin, wekî çar peyama mijara tirşik.net'ê dibînin. ango wekî silametî li vê lîsteyê tuneye. lê armanç bi ya mib gelek xweş e.



4. min gelek peyam di vê 24 saeta dawî de nivîsand lê, di lîsteya "nivîskarên 24 saetan" de min nicka nedît. j'kerema xwe'r vê çewtiyê rast bikin sîmurg beg! * *



5. bala min nekişand. *



6. piştî zêdekirina benda 1. a bi navê "peyamên ku lînk dane vê mijarê", bi ya min a xêr û xweşî û hêsanî ev e: "lînkên ji bo peyaman" ji min nedihat tenê pêl ew numreyên sar û serma bikim. dilê min nedikşand. xwedê j'wan razî be, tirşikvan jî gelek caran xwe nediheyrîn, navê mijara wê numreyan binivîsînin. baş bû. einsteinê bêatom. *



7. ji bo xwedê di kevanekê de te qala min kiriye ecêb? (ji aliyê tirlikvanek ve jî hatibû xwestin: dîwara tirşikvanan/78360) ew tirlikvan ez im? fedî bike. kevirên wisa qet li te nehatiye. û devê min nede vekirin! * * *û destê te/we sax be, xweş bûye.



8. bala min nekşand. j'xwe agahî jî nedaye.



welle yabo, li cem min bendewariyek gelek mezin hebû. wekî mînak guhertine dîmenê ya malperê. hîn hîn ez israr dikim, sîmurgo vê tirşikê bike wekî ekşiya antîk. wele xweştir e û germtir e. ev dîmena tirşikê ya nûha wek îglo ye. divê berê têketina tirşikê mere xirqe û lepikan xweke. wele!



01.11.2015 00:38 ~00:44 | biruya hayao miyazaki

191. agahi: jixwe mirov dikare peyamên herkesî bike favorî



01.11.2015 00:40 | simurg56

192. dîsa agahî: xeletiya di lîstekirina mijarên nivîskar de, hat rastkirin.



01.11.2015 00:43 | simurg56

193. Guherînên pir hêja dihewîne. Bu rastî guhertina pêşîn tenê têrê dike ku mirov reklama wê bike. Ser xêrê be destê te sax be simurg56. Bila li mijara simurg56 de bixuye*



01.11.2015 11:38 | azadixwaz

194. Sîstana ku min jê re got "errrrrrik" ! *

(bnr: te pergalê çêkir em ê nava wê tijî bikin)



01.11.2015 11:38 ~11:38 | brusk56

195. sîstema ku ku di siya wê de haya min jê çêbû ka kê derheqa min de di mijarên din de çi gotine.



06.11.2015 00:29 ~00:49 | nazim tolhildan

196. rojanekirina 2.7.6;



1-) nêzikî 30.000 hezar peyvên nû li ferhengên tirşikê hatin zêdekirin;

- bi qasê 22.000 peyv ji bo ferhenga kurdî-elmanî û

- bi qasê 8.000 peyv jî ji bo ferhenga soranî-kurmancî

Here lînkê



2-) problema vîdyoyên youtube ya di dema guhertina peyaman de, hat çareserkirin. êdî dema we peyama xwe rast kir û vîdyoyek nû lê zêde kir, ew vîdyo jî tên naskirin.



29.11.2015 20:27 ~20:28 | simurg56

197. rojanekirina 2.7.7;



- rûpela bnr'yên vala hat çêkirin. li vê beşê mirov dikare bnr'yên ku mijara wan nehatine vekirin bibîne û ger bixwaze dikare veke. hinek ji van dikarin weke kûl û derdên otomatîk werin nirxandin. hinek ji wan jî bnr'yên beredayî ne. û hinek ji wan jî dema mirov dibîne dibêje "halla halla ma ev mijar çawa heta niha li tirşikê nehatiye vekirin?"

ev beş dikare ji vê rûpelê(Here lînkê) an li jor di binê menuya "yên din" de were dîtin.



- di rastikirina navê mijaran de xeletiyek hat rastkirin. êdî dema mirov bixwaze navê mijarekê biguherîne lê ev navê nû ya mijarê jixwe navê mijarek din be, sîstem hişyariyê dide. (berî niha çend caran ji ber tunebûna vê hişyariyê xeletî û problem çêbûbûn)



- di beşa capsa de mirov nedikarî li navê nivîskar bitikîne û profîla wî ya di beşa capsan de bibîne. ev xeletî jî hat rastkirin.



05.12.2015 00:08 ~00:08 | simurg56

198. rojanekirina 2.7.8;



1- taybetiya bidengkirina peyvan li beşa ferhengê ya tirşikê hat zêdekirin. dema mirov bikeve rûpela peyvekê (li peyvekê bitikîne) li aliyê rast-jor ya peyvê vebijêrkên "çalakî" hene, li wir mirov pê li bişkojka "deng bidê" bitikîne wê rûpelek vebe ku mirov dikare ji vê rûpelê dengê xwe bar bike ji bo bilêvkirina vê peyvê.

weke mînak ji bo van peyvan barkirî ye. (li kêleka peyvê, li bişkojka "lêde" bitikînin)

horsepower: Here lînkê

rûxandin: Here lînkê

beygir gücü: Here lînkê



hûn dikarin bi gelek bernameyan li ser komputera xwe dengê xwe qeyd bikin. lê ez behsa audacity bikim: ev bername bi çavkaniya azad e û belaş e. li ser windows û hemû linuxan dixebite.(ubuntuyê de jî).

min berî 5 salan vîdyoyek kişandibû di derbarê bê bernameyê de. min di wê vîdyoyê de behsê kiribû ka mirov çawa dikare bi vê bernameyê deng qeyd bike û xîrecir û qerebalixa di dengê de jê bibe. vaye ew vîdyo;





hûn dikarin gelek bernameyên din yên cûda jî bi kar bînin.



2- wergerên bi zimanên din yên tirşikê hat temamkirin. berî niha tenê beşek ji tirşikê ji bo wergera zazakî/dimilkî hatibû vekirin. lê niha hemû beş û hemû derên tirşikê ji bo wergerê vekirî ne yanî dikarin wergerandin.



3- wergerên tirkî û îngîlîzî jî li tirşikê hatin zêdekirin. di van wergeran de bi taybetî beşa ferhengê hat wergerandin. ji bo ku kesên bi kurdî nizanin jî bikarin ferhenga tirşikê bi kar bînin. lê wergera tirkî ji bo sîstema tirşikê jî hat kirin. ji ber ku wergera tirkî ya tirşikê ji bo ferhengek înteraktîf hat firotin.

mirov dikare zimanê ferhengê di beşa ferhengê de ji aliyê çepê hilbijêre.



4 - di beşa ferhengê de ferhenga soranî-kurmancî û kurmancî-soranî hat aktîfkirin. jixwe di rojanekirina berê de 7.800 peyv li ferhenga soranî-kurmancî hatibû zêdekirin; mirov êdî dikare di nav van peyvan de lê gerînê bike. her wiha mirov dikare ji bo van ferhengan jî peyvên nû bişîne.



09.12.2015 23:01 ~2015.12.06 13:53 | simurg56

199. rojanekirina 2.7.9ê;





1- beşa zarokan hat vekirin.

ev beş ji bo zarokên biçûk yên li ber axaftinê hat vekirin. aniha beşên fêkîyan, heywanan, rengan û laşê mirovan hatin vekirin. di van beşan de bi qasê 85 wêne hene. dema mirov li van wêneyan ditikîne, navên wan kurdî tê xwendin. bi taybetî di cîhazên touchscreen yên mîna tablet, telefon û komputerên nû de bikaranîna wê gelek hêsan e. bi saya vê yekê me xwest zarokên biçûk hînî çend peyvên kurdî bibin. di nava heftiyekê de keça min hînî gelek peyvan bû *

di pêşerojê de belkî gelek taybetiyên din jî were vî beşî. weke mînak temaşekirina vîdyoyên xêzefîlman, ji bo zarokên hinekî mezintir lîstikên online fîlan. em li benda pêşniyaran in.

lînka beşê, li jor di bin menûya yên din de heye, an jî ji vir keremkin: Here lînkê



2- di lêgerîna mijaran de ger mijar neyê dîtin, êdî di nav bnr'yên vala de jî tê lêgerîn. bi vî awayî ger mijarek wisa nehatibe vekirin jî tirşik destnîşan dike ku heta niha di kîjan peyaman de behsa vê meseleyê hatiye kirin. weke mînak ger hûn li mijara gayê herîyê bigerin, hûn ê nekarin mijarek wisa bibînin ji ber ku tune. lê wê tirşik ji we re bêje ku heta niha di 2 peyaman de behsa gayê herîyê hatiye kirin.

her wiha dema hûn êdî pê li bnr'yek bikin jî dema ew bnr vala be, dîsa peyamên ku vê bnr'yê dihewînin tên nîşandan.



3- di beşa rêveberiyê de, di erêkirina peyvan de ku ji bo ferhengê hatine wergerandin, êdî moderator dikarin rasterast bibînin bê ka ew peyv ji aliyê kîjan nivîskarî ve hatiye wergerandin.



09.12.2015 23:00 ~2016.02.06 11:13 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» sîstema kêzînê
» nûjenîxwazî
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî