Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

108. agahî: li ser daxwaza oxir, êdî bijkoşkên "jê bibe" û "rastke" tenê ji aliyê xwediyê peyamê û moderatoran ve tê dîtin.



14.12.2014 18:15 | simurg56

109. sîstema ku bûye sedema seleksiyona xwezayî a nivîskarên ku ji bo nivîsandinê li hêviya 12ê şevê dimînin e.



19.12.2014 12:34 | nazim tolhildan

110. guhertinên dawîn:



- di lîsteya mijaran ya li aliyê çepê de, ji bo pêşîlêgirtina dubarekirina heman mijarê, hinek tedbîr hatin standin û xuya ye problem çareser bû.

- dema mirov di googleê de li encameke ji tirşikê bitikîne, rûpela peyamên îro yên wê mijarê derdiket ku piranî vala ye, û ji ber vê yekê di binê mijarê de tu peyam dernakeve. êdî dema mirov ji bo mijarek ku îro peyam jê re nehatiye nivîsandin bitikîne û here fonksiyona "?iro=on", ger ji bo mijarê îro peyam nehatibe bivîsandin, hemû peyamên mijarê tên lîstekirin. bi sya vê yekê dema kesek ji google pê li mijareke tirşikê bitikîneî, wê hemû peyamên mijarê otomatîk werin nîşandan.



20.12.2014 14:38 | simurg56

111. - di binê peyaman de, qerebalixiya bişkojkan hat kêmkirin, êdî çavên mirov zêde nawestîne û bala mirov xera neke.

- di lîsteya mijaran de, hejmara peyaman jî êdî bi awayek kubartir tê nîşandan. li vir jî qerebalix sist bû.



20.12.2014 21:33 | simurg56

112. nûbûnên bi rojanekirina versiyona 2.4.7;



- di panelê de xuyaniya lîsteya kesên ku tirşikvan dişopîne, hat xweşiktirkirin.

- di beşa îstatîstîkan de, îstatîstîkên "nivîskarê rojê", "nivîskarê heftiyê" û "nivîskarê mehê" hat bicîkirin.



28.12.2014 19:59 | simurg56

113. Di pergala berê de dema mirov li tiştekî bigera mirov tîpek dinivîst e cêhde mijarên bi wê tîpê destpêdikiran li jêrê qûtiya ''bigere'' de di derketan. an jî dema mirov li kelîmeyekî digera ew kelîme di kîjan mijarê hebê weke pêşniyarekî li jêrê xwiya dikir. Naha ev taybetmendî nîne. Lazim e mirov raste rast navê mijarê binivîsê. Ev yek jî lêvegerîna li mijaran zor dikê. ez carna dixwazim li hin mijaran bigerim lê rasterat navê mijarê nayê bîra min. Tenê kelîmeyek an jî hijmareka (mijarên bi dîrok) wê mijarê tê bîra min. Ev kêmasî were sererast kirin wê baş bê..



28.12.2014 23:41 | nan û av

114. sîstem ku îro li pirsgirêkekê rast hatime ye.



biner: http://oi60.tinypic.com/263j38k.jpg



04.01.2015 16:57 | berxweda

115. li ber pengavek xweş e.



04.01.2015 20:55 | simurg56

116. nûbûnên bi versiyona 2.4.9;

- eslê xwe de nûbûnek tenê ye, lê xweş e: grafîkên îstatîstîkan

niha êdî mirov dikare ji beşa îstatîstîkên tirşikê, di rûpela îstatîstîkên giştî de bişkojka "bike grafîk" bibîne: https://www.tirsik.net/istatistik.php?mijar=gisti

dema mirov li vê bişkojkê ditikîne, diçe vê rûpelê: https://www.tirsik.net/grafik.php

li vê rûpelê mirov dikare grafîkên hejmara peyam û mijarên li tirşikê, li gor salan an jî mehan bibîne.



her wiha dema mirov bikeve profîla tirşikvanek, di rûpela "îstatîstîkên wî/wê" de dîsa bişkojka "bike grafîk" derdike. dema mirov li vê bişkojkê bitikîne ku diçe rûpela ku hejmara peyamên nivîskar li gor mehan weke grafîk tê nîşandan. weke mînak, grafîka min: https://www.tirsik.net/grafiktirsikvan.php?trskvn=16



17.01.2015 13:34 | simurg56

117. nûbûneke baş e. ji ber ku nivîskar êdî dikarin rewşa xwe a taybet û rewşa tirşikê bi hêsanî bibîne.



17.01.2015 14:47 | nazim tolhildan

118. weke berdewamiya 2.4.9ê:

bişkojka ku hat rakirin. çima hat rakirin? ji ber ku êdî ne hewce ye. êdî hûn rasterast lînka youtube bidin, wê tirşik wê nas bike û bixebitîne.



18.01.2015 19:17 | simurg56

119. rojanekirina 2.5.0:



- êdî di binê qutiyên nivîsandina peyaman de bişkojkên "ş","ö","ü","ç","i", derdikevin. bi saya van bişkojkan mirov dikare ji her cîhaza elektronîk, peyamên bi tîpên kurdî binivîse. bi taybetî di destfonan de nivîsandina kurdî gelek caran zehmet e, lê bi vî awayî wê hêsantir be îşelleh.



31.01.2015 11:51 | simurg56

120. A ku her roja dîtir e tirşikê xweştir dike.



31.01.2015 21:33 | azadixwaz

121. bi rojanekirina 2.5.1;



- fonksiyona "aktîvîteyên dawîn" ya nivîskaran hat çêkirin. di profîla nivîskaran de, li aliyê çepê ger mirov li vê fonksiyonê bitikîne, aktîvîteyên nivîskar yên di beşa zindî de hatine weşandin, tên lîstekirin.

(şopandin, neşopandin, pirtûk an jî fîlm li sîstemê zêdekirin, li dîwara kesekê tiştek nivîsandin, rewşa xwe ya derûnî guhertin, avatar guhertin fîlan)



- di beşa îstatîstîkan de li aliyê çepê girêdana "here grafîkan" hat zêdekirin. her wiha di beşa grafîkan de jî grafîkên "zayendên nivîskaran" û "erkên nivîskaran" lê hatin zêdekirin.



- bingeha malperê de jî guhertinên ewlehiyê hatin çêkirin.



02.02.2015 17:11 | simurg56

122. Min çewtiyeke din dît an jî ne tenê min herkesî dîtiye lê kes deng nake. Çewtî ev e:

Mirov peyamekî binivîse û bin de jî lînkeke dirêj binivîse di mobîlê de ew peyam ber bi aliyê destê rastê ve winda dibe naxuye.



Hawar hawar simurg56



08.02.2015 01:32 | xendekî

123. agahî: pirsgirêka ku xendekî destnîşan kiriye, jixwe tê zanîn. berê me vê pirsgirêkê bi qetkirina peyvan çareseer kiribû lê wê demê jî weke mînak navê nivîskarên di binê mijarê de weke "xen" (derbasî rêzika din dibe) "dekî" dibû. ji ber vê yekê me got şûna wisa be, bila lînk nîvço bin çêtir e.

jixwe dîsa jî mirov dikare li lînkan bitikîne, problem çênabe.



08.02.2015 14:51 | simurg56

124. fonksiyonên nû yên rojanekirina 2.5.2 ya sîstema nû ya tirşikê ne.



rojanekirina 2.5.2;



- bişkojkên wêne û lînk hatin çêkirin.

bişkojka wêne: bi vê bişkojkê êdî mirov dikare di peyamên xwe de wêneyan jî parve bike. ger hûn ("wêne:" binivîsin û valahiyek bihêlin û paşê lînka wêneyê binivîsin û paşê ")" binivîsin: êdî ew wêne wê di peyama we de rasterast were nîşandin.

dîqat: divê lînka wêneyê mîna "www.filansite.com/eznizamsilin/disanizamci.jpg" fîlan be. yanî divê lînk ya wêneyê be, ne ya rûpelê.



bişkojka lînk: weke hûn dizanin heta niha, dema mirov di peyameke xwe de lînkek binivîsanda ew lînk bêproblem dixebitiyan. lê êdî otomatîk naxebitin. ji bo ku em foksiyona wêneyan çêbikin, em mecbûr man ku vê otomatîkbûnê rakin. êdî hûn dikarin bi bişkojka lînkê, lînkên xwe parve bikin. dema hûn lînkên xwe wisa binivîsin, wê lînkên we dîsa otomatîk bixebitin.



weke mînak, vaye lînkek:

Here lînkê



weke mînak, vaye wêneyek:

Here lînkê



08.02.2015 18:45 | simurg56

125. Çewtiya sîstema nû ya min behsê kirî xwezî tenê nîvê lînkê xuya nekira çaryeka peyamê jî xuya nake. Niha peyama rojanekirina 2.5.2 yê li jor e, min xwest bixwînim lê min taze jê fêm nekir, ji ber ku heta du peyv xuya nakin. Ka em çi bikin *



08.02.2015 20:05 | xendekî

126. pergala ku bi taybetiya wêneyê baştir bûye. êdî ferheng baştir xûya dike ..



08.02.2015 23:25 | brusk56

127. rojanekirina 2.5.3;



- fonksiyona şopandina mijaran hat çêkirin. êdî di rûpela mijaran de li kêleka navê mijaran bişkojka "bişopîne" derdikeve, dema hûn li wê bişkojkê bitikînin wê ew mijar bikeve di lîsteya we ya şopandina mijaran de.

êdî dema ku hûn têketinê bikin, ger li van mijarên ku tu dişopînî peyamek nû hatibe nivîsandin: di rûpela panelê de wê hişyariyek bide te û bêje li fîlan mijaran peyamên nû hatine nivîsandin.



- ji bo sivikkirina sîstemê hinek guhertin çêbûn.



14.02.2015 18:44 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol