Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

148. rojanekirina 2.6.3;



1- êdî tirşik pirzimanî ye. Zimanê sereke û jixweber kurmancî ye, lê ji aliyê çepê, mirov dikare zimanê malperê hilbijêre. Herwiha di profîla xwe de, tirşikvan dikarin ji menûya "eyarên min" zimanê malperê hilbijêrin û ji bo xwe bikin otomatîk. piştî ku tirşikvanek ji vê menûyê zimanê malperê kir zazakî, êdî dema têketinê kir wê zimanê malperê otomatîk bibe zazakî.



2- li ser daxwazan (ji bo pergala tirşikê pêşniyarên tirşikvanan/65574) êdî di tirşikê de vîdyo û wêne jî weke spoileran, piştî tikandinê tên nîşandan. bi vî awayî malper weke berê dîsa hinekî dibe sade.



16.04.2015 21:23 ~21:25 | simurg56

149. sîstema nû ya ku mixabin vîdeoyên min ê ku min berê parvekiribû hebkî jî nade şuxilandin. ev rasterast komplo ye* ji ber ku min videoyên xwe bi vî şeklê yanî bi lînkên wiha (/ulJx1XXQw4U) parve dikir lê divabû ku (ulJx1XXQw4U) bûna. yanî ew karaktera pêşiya linkê zêde ye divê were jêbirin, de îcar were yeko yeko sererast bike.*



16.04.2015 23:47 | ceso

150. nûbûna ku spoilerkirina wêne û vîdeoyên di nav peyaman de jî bi xwe re aniye û bi xêr û xweşî hatiye, êdî bêyî tirs û endîşeya dîtina koleksiyona soundtrackên yoda ez dikarim herim mijara soundtrackên bijarte..



17.04.2015 01:42 | endazer

151. tirşik jî roj biroj wekî kurdîtîyê pêş dikeve (bnr: tiştên xweş) em quşxanekî jî bixwin em indî têrnavin ji tirşikê. lê hê jî ne bese heta kû tirşik çibibe emê pîr bibin ewê çêbibe lê mixabin emê nevînin.



17.04.2015 10:38 | shorbevan

152. baş e. nûbûneke xweş e lê hêj sepaneke bo telefonên jîr tune ye *



17.04.2015 13:27 | kurê xelkê

153. rojanekirina 2.6.3;



- êdî mirov dikare mijarên ku sembola ' dihewînin, veke. berî niha ev yek ne pêkan bû. encax mirov dikariya piştî mijar vebû, biguhere û rast bike.

- bnr'yên ku sembola ' dihewandin naxebitiyan, ev çewtî jî hat çareserkirin.

weke mînak: (bnr: i'm your man)



05.05.2015 18:30 ~18:31 | simurg56

154. sistema car din xwe nûn kir ez jê daxwaz dikim bira avatarê min ez dikaribim bikim gif û bila ji kerema xwere min acis neke.



bila waha be



Here lînkê





Here lînkê



05.05.2015 19:52 ~19:54 | shorbevan

155. rojanekirina 2.6.4;



- rûpela profîla nivîskar hat nûkirin û dewlemendkirin. weke mînak: Here lînkê

taybetiyên nû: êdî di profîla nivîskar de mirov dikare bibîne ka,

- çend peyv li ferhengê zêde kirine û ew kîjan peyv in,

- ji bo kîjan peyvan şîrove kirine,

- çend wêne li beşa wêneyan zêde kirine û ew kîjan wêne ne,

- li beşa fîlman çend fîlm zêde kirine, çend wergeradine, deng daye çendan û kîjan in.

- li beşa pirtûkan çend pirtûk zêde kirine, deng daye çendan û kîjan in.



07.05.2015 12:37 | simurg56

156. niha hişê xwe û min tev xwarîye çar hev wêna yek dide nişan û ez nikarim li reşikê xwe jî binihêrim du kesa reşik daye û ezê wan bi destxînim xwedê ji mera mezine.



07.05.2015 14:12 | shorbevan

157. rojanekirina 2.6.5;



- êdî moderator nikarin peyaman rast bikin.

(ji bo ku di nîqaşên li ser jêbirina peyaman de nebe sedema sûcdarkirinên weke guhertina peyama orjînal)



- êdî moderator nikarin peyaman komple jê bibin. (peyamên ku moderator jê dibin, ji weşanê tên rakirin lê di danegeha tirşikê de tên parastin. ger îtîraza nivîskarek çêbe, dikare were kontrolkirin û vegerandin)



- dema peyamek hat jêbirin wê were zanîn ka kê jê bir. (dema peyamek ji aliyê rêvebirek were jêbirin, wê were zanîn ku ji aliyê kê ve hatiye jêbirin. bi vî awayî wê were zanîn ku mesele di rastiyê de çi ye)



- fonksiyona astengkirina nivîskaran hat çêkirin. (ev fonksiyon di menûya rêvebiran de dikare were dîtin. nivîskar wê ji vê rûpelê bikarin werin astengkirin an jî azadkirin.)



- rûpela gilî, gazinc û şikayetan hat çêkirin. lînka rûpelê di menûya "yên din" ya li jora malperê hat bicîkirin. an jî fermo: Here lînkê



09.05.2015 13:53 ~14:13 | simurg56

158. rojanekirina 2.6.6;



- fonksiyona wêneya têkildar hat çêkirin. êdî li aliyê rastê, ger têkildarî mijara ku vekirî ye, di beşa wêneyan de wêne hebe, wê wêneyek ji wan wêneyan were nîşandan. dema mirov li wêneyê bitikîne wê wêne mezin bibe û lînka rûpela wêneyê derkeve. bi vê lînkê mirov dikare here rûpela wêneyê jî.

ev fonksiyon ji beşa eyaran dikare were girtin an jî vekirin. tirşikvan bi kêfa xwe ne.

weke mînak herin vê mijarê û li aliyê rastê binêrin: (bnr: mehmet metîner)



- fonksiyona "xwediyê mijarê" hat çêkirin. êdî di rûpela mijarê de, li jor li kêleka navê mijar sûretek biçûk heye, dema mirov mişka xwe dibe ser navê nivîskarê ku mijarê vekiriye derdikeve.

sedema çêkirina vê taybetiyê ew e ku carina nivîskar mijarek vedikin lê paşê peyama xwe jê dibin, wê demê mijar dimîne ser nivîskarê ku peyama duyemîn nivîsandiye. di rewşên wiha de êdî mirov wê bizane ka cara ewil kê mijar vekiribû. hema pirsgirêk sedema vê ye jî: kêmasiyên tirşikê/65052



10.05.2015 13:47 ~13:53 | simurg56

159. problema kêmasiyên tirşikê/68332 hat çareserkirin, êdî dema mirov di profîla xwe de li mijarên ku dişopîne û jê re peyamên nû hatine nivîsandin bitikîne, ne mijar hemû lê tenê peyamên ku ji têketina dawîn ya nivîskar heta niha hatine nivîsandin, tên nîşandan.



10.05.2015 16:21 | simurg56

160. sîstema ku favorî tune ye.



Ji kerema xwe re fovorî jî lê zêde bikin lo.



gelo ev ''ecêbmayî'' şuna 'favorî' digre?



10.05.2015 23:44 ~2015.05.11 00:47 | endazyar

161. guhertin û rojanekirinên guhertoya 2.6.7;



1-) Di profîla nivîskaran de hinek beşên nû hatin vekirin. êdî mirov dikare ji profîla nivîskarek, derbarê nivîskar de van agahuyan jî bibîne;

* hejmara mijarên vekirî

* hejmara çeppikan

* hejmara reşşikan

* hejmara ecêban

* rêjeya mijaran/peyaman

* rêjeya çepikan/reşikan



2-) Di beşa îstatîstîkan de jî hinek îstatîstîkên nû peysa dibin;

- di rûpela îstatîstîkên giştî de;

* rêjeya peyam/mijaran (ji bo tevahiya tirşikê)

* rêjeya çeppik/reşşikan (ji bo tevahiya tirşikê)

- li menûyên aliyê çepê jî fonksiyonên nû hatin çêkirin;

* yên herî zêde mijar vekirine

* yên ku rcr'ya wan (rêjeya çeppik/reşşik herî zêde ye)

* mijarên ku herî zêde peyam dihewînin

* peyamên ku herî zêde çeppik standine

* peyamên ku herî zêde reşşik standine

* peyamên ku herî zêde ecêb standine

* peyamên ku herî zêde deng standine



3-) êdî dema nivîskarek ji kul û derdê nivîskarek din re bibe derman, ji xwediyê kul û derdê de peyamek tê şandin ku kul û derdê wî/wê hatiye dermankirin.



16.05.2015 15:04 ~15:06 | simurg56

162. rojanekirina 2.6.8:



êdî lêgerîna tirşikê û bnr/vbnr yên tirşikê guh didin ferqa tîpên weke "ê" û "e".

mînak: heta niha ger we di lêgerînê de "abe" binvîsiya mijara" abê" jî derdiket mijara "abe" jî. ger we ne lêgerînê bikira lê ger we li bîne bitikand, wê demê her du jî dernediket û dibû problem.

bi heman mantiqî ger we li bnr ya "abe" bitikand, ji ber ku hem mijara "abe" heye hem jî mijara "abê" heye, her du jî dernediket û mirov digot qey mijarek wisa nehatiye verkirin.

axirê, problem çareser bû.



di van peyaman de behsa vê kêmasiyê hatibû kirin: /28670, kêmasiyên tirşikê/34357, kêmasiyên tirşikê/28878



16.06.2015 20:18 ~20:21 | simurg56

163. Bijî şinzo abe.

Êdi dikarim bejim (bnr: mers)



16.06.2015 20:22 ~20:23 | cinorek

164. sîstema ku edî ti ateîstê lêgerînê nehiştîye û bawerîya wan ser û binê hev kirîye. edî xuyaye ewê piçek dinjî ji lêgerîna dilovan bê bawerkirin.



16.06.2015 20:40 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» sîstema zanyariya coxrafî
» nûrî dêrsimî
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî