Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ferzad kemanger - tirşik
ferzad kemanger
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. mamoste, helbestvan, rojnamevan, parazvanê mafê mirovan û pisporê xizmetên civakî ê kurd e.

ji kurdistana rojhilat bû. di îlona 2006an de, bi hincêta alikariya komên muxalîf ên kurd kiriye, hat girtin. 9ê îlonê a 2010 an de, bi îdîaya ku "dijminê xwedê" ye hat îdam kirin.



15.09.2014 20:59 | brusk56

2. (bnr: dibistana seretayî a ferzad kemanger)



15.09.2014 20:59 | brusk56

3. ferzad/46744



15.09.2014 21:06 | serpale

4. wek ku di wesyeta xwe de gotiye;

dilê wî yê serhildêr li seranserê kurdistanê di qefesa singa zarokên kurd de lêdide..



15.09.2014 21:09 | endazer

5. Mamoste Ferzad, deh salan berî niha ev û çar hewalên wî ê Kurd ji ber devleta îran a terorîst hatin kuştin.Mixabîn Kurdên me ê bakur heta Deniz Gezmîş ê kemalist wan nayên bîra xwe.



10.05.2020 01:24 ~01:25 | êzdîn şêr beg

6. yek ji wan mirovan e ku heyfa min gellekî li mirina wî tê. kesekî bi ramanên xwe û kesayetiya xwe ve ezîz e, şareza û hêja ye. dema hîn nû bi fama dibûm bavê min tim rojnameya azadiya welat dianî malê. wan deman nameya wî ya beriya ku bê daliqandin, di rûpeleke rojnamayê de hatibû weşandin. bi hiş û aqlê nekemilî yê nûciwaniyê ve, bi xwendina wê nameyê gellekî hestiyar bibûm, dilê min bi gotinên wî êşiyabû. hîn niha jî kengî li rastê wêneyeke wî bêm xemgîniyek xwe dide nav dilê min.



10.05.2020 02:02 | xeyda

7. ferzad kemanger di sala 1976'an de li kamyaran ji dayik bûye. Di Tebaxa 2006'an de li tehranê hate girtin. Di sala 2008'an de bi sûcdariya endamê pjak'ê ye cezaya darvekirinê lê hate birîn. Di 9'ê Gulana 2009'an de li Tehranê li gel 4 hevrêyên xwe hate darvekirin, ji aliyê hikûmeta îslam a îranê ve.

Fikr û ramanên wî hertim di hîşe me de ye...
Cihê wî bîhuşt be!

Here lînkê
Here lînkê



10.05.2020 03:34 ~03:36 | merwano

8. Ê ku tesîrek mezin li ser min kiriye.
Bavê xwe di komkujiya helepçê de wenda dike. Dema bavê wî li ser sînor e ji ber karê xwe, ji gazê para xwe distîne û dimire.
Xwişka wî ji aliyê dewleta faşîst a îranê ve tê kuştin.
Li ber dibistanekî bi firoşerê seyar tiştan difroşe û wisa dixwîne.
Dawiyê de bi ser dikeve û fakûlteya perwerdehiyê kar dike. Piştî bû mamoste, gelek nivîsan dinivîse, dikeve nav xebatên kovaran de, wêneyan çêdike.

Ji ber birayê xwe yê nexweş diçe tehran'ê û li wir tê girtin. Bi salakdi girtîgehê de dimîne û 11 sal berê, duh tê darve kirin.

Qedera wî wek kurteyekî qedera gelê kurd e..



10.05.2020 09:46 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferzad kemanger

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi rojname kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî