Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
arthur rimbaud - tirşik
arthur rimbaud
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Jean-Nicholas-Arthur Rimbaud (20'ê kewçêrê 1854- 10'ê sermawezê 1891), helbestvanê navdar yê fransî ku li ser jiyana wî fesane hatine hûnandin. Pêşengê herikên sembolizm û surrealizm (serberavanî)ê.



Hîndekariya xwe li Charlevilleyê kir. Bavê wî Frédéric Rimbaud li garnîzona Lyonê sitvanî dikir, dêya wî Vitalie Cuif pîrekek hişk û ji alî olî ve sofî bû. Bavê wî di sala 1860 de dev ji malbata xwe berda û ket garnîzona Grennobleyê, ji ber vê yekê jî Rimbaud ji aliyê dêya xwe ve hate mezinkirin. Rimbaud, xwediyê karakterekî acis û serhildêr bû, piştî demekê li dijî malbata xwe û li dijî destûrên olî û ehlaqî derket. Di 1870an de mamosteyê retorîkê Georges Izambard jêhatîbûna wî ya li ser wêjeyê fêhmkir û wî teşwîqî nivîsandinê kir.

Bûyerên 1870-71'ê bûn sedemê şiyarbûna hestên wî yên serhildêr ku ji zarokatiyê ve di nav dilê wî bi tundî cîh digirtin. Piştî şer destpêkir reviya Parîs'ê, lê di rê de ji ber ku bê destûr rêwîtî dikir hate girtin. Ji aliyê Georges Izambard ve hate xelaskirin û bi hev re dîsa vegeriyan Charlevilleyê. Di Îlona 1971'ê de li ser vexwendina hevalê wî yê nameyan helbestvan Paul Verlaine dîsa çû Parîsê. Li mala wî ma. Li Qehwên Parîsê yên navdar tevlî guftugoyên li ser huner û siyaseta wê demê dibe û absintê vedixwe û efyûnê dikişîne. Jiserxweçûna wî gihaşt kertikek werê heyta çû li dîwarê dêrê "ji Xwedê re mirin" nivîsand.

Di tîrmeha 1872'an de tevlî Verlaine Parîs terikand û bi hev re li Belçika û Elmanyayê jiyanek gerrok û beradayî jiyan. Di vê navbênê de gelek helbest nivîsand ku giş dawiyê li bin navê Illuminations hatin weşandin.

Di 1873an de li Brukselê Rimbaud,ji aliyê dostê xwe Verlain ve bi guleyek debançeyê ji zendika xwe hate brîndar kirin. Verlaine, ketibû rêya olî û dixwest Rimbaud jî wek wî bawerî Xwedê bike. Piştî vê bûyerê ji hev dûr bûn û piştî hevdîtinek din di 1975'an de li Stuttgartê jî heyta dawiya temenê xwe hev nema(hew) dîtin.





Gora Arthur Rimbaud li Charlevilleyê (Fransa)

'de Rîmbaud pirtûka xwe ya navê wê Une Saison en enfer (Di Dojehê de Demsalek) ku têde helbestên qala gişê dînîtî û beradahiyên xwe dike hebûn, weşand.

Di 1875'an de Rimbaud dev ji nivîsandina helbestan berda û dest bi jiyanek bi rêwîtîyan û serpêhatiyan tije kir. Piştî ku vegeriya Ewrûpayê demekê li Awistriya, Îtalya û Elmanyayê ma. Di sala 1877'an de tevlî artêşa Holandê bû û çû heyta Cawayê lê pirr derbas nebû ji artêşê reviya. Paşî çû Kîprosê û ji 1880'yî wir ve li Efrîqa yê bi cî bû û li Aden û li Harrar ê dest bi bazirganiya çekan û a mirovan kir; mebesta wî bi frotina çekan di rêyek kin de dewlemendbûn bû. Piştî demekê dewlemnd bû jî. Lê ji ber ku di çoka wî a rastê de girêkek derket, ji bo derman dîtinê mecbûr ma ku vegere Fransa'yê. Çend meh piştî ku li Marsilya yê lingê wî hate jêkirin di 10'ê sermaweza 1891'an de li Nexweşxaneya Coception'ê ji kangrenê mir.



17.07.2013 13:43 | cirano

2. (bnr: keştiya serxweş)



17.07.2013 07:47 | seydayê_peyvan

3. Hevsera yan jî hevserê paul verlaine ye.



15.12.2020 15:18 ~15:20 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» arthur koestler

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî