Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 18 peyam
    zingil - tirşik
    zingil
    (0) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. naqos, zengil, zil, di ferhenge de madenê bo derxistina dengê zingê zing tê bikaranîn, hatiye rave kirine. ku yên ajalan xwêdî dikin ji bo hin sedeman zingilan dikin stûya mîhan, bizinan...

    yek jî zingil navê stranek cîwan haco ye ku bêyî mêzekirinê ferhengê hin ristên helbestê fam nedikir. di hevoka dawî de gotina "ferhenga qazî" ferhenga qazî mihamed e. dema guhdar kirine qazî û gazî tev hev dibin.. peyva zingilê bi mecazî wateya têkoşînê de rave dikirin..

    di stranê de gotina "peyman soza mêran e", ne li şunê ye, hema civakên paşdêmayî û serweriya mêran tîne ber çavên yên guhdar dikin e.. mêr û jin wekhev e, peyman soza jinana jî weke mêran..



    zingil

    Zinge zinga zingilê min vaye dîsa deng veda

    Va ye dîsa deng veda va ye dîsa deng veda

    Dengê doza welatê min dinya girt û berneda

    Dinya girt û berneda dinya girt û berneda



    Peyman soza mêran e geş dikin buhara me

    Xebata qîz û lawan e Newroz û Adara me



    Nîşana yekbûna meye Newroza kurdên keleş ( egîd, merxas, fêris)

    Bi yekbûna van gula ye ev buhara xweş û geş



    Zinge zinga zingilê min xweş hawar û gazi ye

    Xweş hawar û gazi ye xweş hawar û gazi ye

    Awaza vê zinge-zingê ji ferhenga Qazî ye



    Helbest: Sebrî Botanî

    Muzîk: Ciwan Haco












    2014.09.16-00:35 | havka

    2. Gundê me de du, sê heb malbat heye, dewlet, ji wan a salan 1930 yan sirgûn dike trakî (Trakya)

    nêzîkê 30 sal şunda qedexe yê wan radibe piştî vî disa dizivirin gund.



    Wextê dizivirin, pezê xwe jî hevre tînin li gund, ber singê pezê wan de zingil hebû ye, gundî jî heta ev çaxê pezên zingil girêdayî nedîtiye hê jî behsa vî dikin…



    2014.09.16-17:50 | mîr

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    çîrokên lev tolstoyî [1]
    selîm temo Çendên wan têxistîye nav pirtûka xwe (vbnr: serê şevê çîrok...
    lopijîn [1]
    "Debelenmek" a tirkî ye..Wexta ku zarokên biçûk li dergûşê ...
    lepik [1]
    ji bo karên cureyî têt hilberînin ne tenê ji bo parastina sermayê. Le...
    asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve [2]
    bêguman heye lê kes nizane wê kengî li dinyayê bikeve. yanî wê teqez r...
    bêdeng [1]
    Peyveke mê ye. Ji bo kesê/a ku naaxive an jî tiştê ku deng jê nayê tê ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zingil

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv ajal
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî