Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
charles bukowskî - tirşik
charles bukowskî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Charles Bukowski (16 Tebax 1920 – 9 Adar 1994), helbestvanekî emerîkî ku navê wî yê esil Heinrich Karl Bukowski ye. Di berhemên xwe de carinan navê Henry Chinaski jî bikaranî ye. Jiyana xwe bi granî li Los Angelesê ya ku bajarekî California ya DYA'yê ye derbas kiriye.

Ew, di berhemên xwe de bi granî cîdayîna merevên dervî civakê, depresyon û araqxwurîyê navdar e. Ew bixwe jî jiyanek wuha jiya ye.



Ji gelek xortan re şîretên dostanî

Here Tîbet'ê

Li devê swar be

încîlê bixwîne

boyaxa hêşîn li solên xwe xe

riyê berde

bi kanoyek ji kaxiz li dunyê bigere

bibe aboneyê the saturday evening post'ê

di cûtinê de tenê kêleka devê xwe ya çep bikarbîne

bi keçek yek ling re bizewice

bi dûzanek ko xwe kurr bike

li milê jinekê navê xwe bikole

dranên xwe bi benzînê firçe bike

heyta êvara razê û bi şev jî bi daran ve rapeliqe

bibe keşe

bi vîskiyê re bîrayê vexwe

serê xwe di binê avê de bisekinîne

li kemanê xe

li ber tîreja mûmên pembe lotikan bavêje

kûçikê xwe bikuje

bibe namzetê serokahiya şaredariyê

di nava varîlekê de bijî

serê xwe bike du filqan bi bivirekî

laleyan biçîne li bin baranê

lê helbestan nenivîsîne

Charles Bûkowskî

Werger : Dûrzan Cîrano



17.07.2013 14:26 | cirano

2. qirçînî*



zehf zêde zehf kêm



zehf qelew

zehf jar

yan jî tu kes



tîqetîq yan jî

hêsirên çavan



yên kîndar

yên dildar



xerîbên rûyî tirş mîna

pişta

raptiyeyan



artêşên ku dikişin di

kuçeyên xwîn û xirarê re

şûşeyên şerabê li ba dikin

singo dikin û

dikutine qîzên kezî



kalemêrekî di odeyeke koxtik de

wêneyekî M. Monroeyê pê re



tenêtiyek heye li vê dara dinyayê ew qasî mezin e

ku hûn dikarin wê bibînin bi lebt û liva giran

a tîrikên katjimêrekê re



mirov hingî westiyane

nivîşkan in

yan ji ber evînê yan ji ber tunebûna evînê.



mirov ne ku bi tenê bi hev û din re ne baş in

yek bi yek.



dewlemend bi dewlemendan re ne baş in

xizan bi xizanan re ne baş in.



em ditirsin.



pergala me ya perwerdeyê ji me re dibêje

ku em giş jî dikarin bibin

serketiyên qûn-lengerî



wê yekê hê ji me re behsa

şerpezetiyê

yan jî xwekuştinan nekiriye.



yan jî sawa tektenê kesekî

ku li ciyekî êşê dikişîne

bi tena serê xwe



dûredest

dûregotin



riwekekê av dide.



mirov bi hev û din re ne baş in.

mirov bi hev û din re ne baş in.

mirov bi hev û din re ne baş in.



bi raya min, ew ê tu carî baş nebin jî.

ez ji wan naxwazim ku bibin jî.



lê carinan dikeve hizra min

ev yek.



dê morî-mincix bihejin

dê ewr sî û sîberan çêkin

û dê qesas serên zarokan jê kin

mîna ku gezekê bavêjin kovikeke besteniyê.



zehf zêde

zehf kêm



zehf qelew

zehf jar

yan jî tu kes



kîndar zêdetir in ji dildaran.



mirov bi hev û din re ne baş in.

dibe ku heke baş bûna

mirina me bi wî çendî xembar nedibû.



di vê navê re ez li keçên xama dinihêrim

li ripinan

li kulîlkên ta’lihê dil.



divê riyek hebe.



ne ciyê gumanê ye ku divê riyek hebe ku hê jî me

bîr nebiribe.



kîjan kafirbavî ev mêjiyê kambax xiste serê min?



dike zarrezarr

bi heft dilan dixwaze

dibêje ku fersendek heye.



ew ê nebêje

“na.”



Charles Bukowski

Ji Îngilîzî: Hesenîkê Lelê



14.11.2013 20:44 | xwelî li ser

3. çamerê ku kolan ji xwe ra kiribû war û mey jî kirûbû jiyan...



14.11.2013 21:55 | newenda

4. mirovê ku li her derê, di devê her kesî de ye. çima ev qas tê hez kirin û ji ber çi zêde xweşa min jê re naçe nizanim. qer pêwist bibe dewsa wî omer xeyyam dixwînim û zêdetir kêfxweş dibim.



26.01.2015 20:47 | nazim tolhildan

5. nivikar û helbstavênê emerîkî yê navdar. Bi saya serî wî terza undergroundê hate naskirin û qebûl kirin.



26.01.2015 21:48 | seydayê_peyvan

6. Nivîskarekî herî baş u heja ye.

3 Sal a berî wî roje Purtuk A wî ye nave wî " ham on rye" va min ev mîrove baş naskir. Nivîs u Helbeste wî dil u hîs e mîrov ra tesîr dike.



05.11.2015 20:17 | xemgin

7. Tevli her kesî bi tenê

Laş hestîyan dorpeç dike.
Û hişekî dixin
li wê derê û
carna rihekî
Û jin guldanka
dişikestînin li ber dîwaran
Û mêr gelek zêde
vedixwin
Kes nabîne

lê ji nav û derve yî
nivînan de
berdewam dikin ji gerrîne.
Laş dorpeç dike hestîyan
û ji laş zêdetir dixwaze
ew laşa.
Tûu bext tune hem jî
tu.
Em hemu ketine tora
heman qederê.
Û tû kes, tu car nikare bibîne
wê.
tijî dike sergoyan
tijî dike xurdegehan
tijî dike tîmarxaneyan
tijî dike nexwaşxaneyan
tijî dike goristanan
tijî nake beyî wan
tû tiştî. (bnr: alone with everybody)



11.03.2018 22:41 | jifêzagorda

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» charles dickens

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî