Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
şêx mihemed can - tirşik
şêx mihemed can
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di 13ê meha şe´bana 1274ên (dike 1858-59ê Mîladî) Koçê de li axtepeya girêdayê bi qeza Çinarê ve (Amed) hatiye dinyayê û di heştê Sibata 1325ên Romî de (21ê Adara 1909-10) jî çûye ber dilovaniya Xwedê.



Şêx Mihemed Can Axtepî kurê Şêx hesenê nûranî ye, diya wî şerîfe xanim keça mele Hesen e û birayê bindest ê şêv evdirehmanê axtepî ye. Şêx Mihemed Can jî sê kurên xwe hebûne; Mihemed Hesîb, Mihemed Mûnîr û Mihemed Behcet.



Şêx Mihemed Can xwendina xwe ya destpêkê li cem bavê xwe kiriye. Piştre di Medreseya bavê xwe ya li axtepeyê de li cem Mele Selîm û Mele Mihemed Emîn xwendina Nehw, Tefsîr, Hedîs û Mentiq xwendiye. Wî destûrnameya xwendinê ji Dersdarê menşûr ê Kurdistanê Mele Mihemedê Kurmuşluyê wergirtiye. Piştî wergirtina destûrnameya xwendinê Şêx Mihemed Can çûye şamê û ji xelîfekî Mewlana Xalidê kurdî xelîfetiya Rêçika Nexşebendî jî wergirtiye.



Piştî wergitina xelîfetiyê Şêx Mihemed Can şûnde vegeriyaye gundê xwe Axtepe û li şûna kekê xwe Şêx evdirehmanê axtepÎ di Medresê de desdarî kiriye ta ku çavên xwe ji dinya ruhnik girtine.



Berhemên Şêx Mihemed Can a herî navdar, destana leyl û mecnûn e. Tarîxa nivîsandina vê pirtûkê, çewa ku wî bi xwe di malikeke li dawiya wê bi tarîxa koçê nivîsiye, pirtûkê di "Hezar û sêsed û du"duyan de kuta kiriye. Îcar ev tarîx li hember ya Mîladî dike 1884. Ji bilî vê, çend rûpel medhiyeyeke Şêx Mihemed Can jî heye ku li ser Rewdneîma kekê xwe Şêx evdirehmanê axtepî nivîsîye.



Şêx mihemed can di destpêka pirtûka xwe de sedemê nivîsandina bi zimanê kurdî weha beyan kiriye:



Kurmancî qesaidê di mewzûn

Behsê bikin ew ji halê Mecnûn.



Turkî hene, nîne kurdewarî

Kurdî wekî kenzeke veşarî



Qet nîne kesek ji xelqê Ekrad

Leyla-sîfet ew bi ah û feryad?



Işqê qe nekirne ew belakêş?

Hicrê qe nekirne ew cîger-rêş?



Min dî hene, lêkî bê mecal in!

Puraqil û sahibê kemal in!



Sahib-huner û xwedan-hewes bûn

Lê şubhetê teyrekî qefes bûn!



Wan nîne muşîr û ne debîrek

Ne padîşehek, ne wan wezîrek!



Peyda bikira ger me emîrek

Sahibhuner û xwedanê şîrek



Ev Turk û Ereb, Tetar û Faris

Carek bibûna li ber me naqis



Her şairekî zebanê Kurdan

Qet nayê ji halê wan xeberdan



Her şi´r û qesîde dê bigota

Dunya ser û bin hemî bisota



17.09.2014 13:17 | xwelî li ser

2. Xakî birayê şêx evdirehmanê axtepÎ ye. Li Axtepê sala 1858 an ji dayik bûye û li ber destê bavê xwe şêx Hesen xwendiye. Çûye Şamê û li wir bûye xelîfeyê mewlana xalidê neqşebendî. Wî destana Mecnûn û Leyla (Leyl û Mecnûn) sala 1884an nivîsiye. Di beşa sedemê telîfa kitêbê de xuyaye ku tesîra Xanî qenc lê bûye. Ew jî wek Xanî dibêje ku eger mîrekî me kurdan hebûya dê Turk û Ereb û Ecem di bin fermana me de bûna. Ew jî gilî û gazinan ji demê dike û dibêje ku milletperweriya wî hiştiye ku dest biavêje qelemê û bi kurdî binivîse. Ew wisa dinivîse:

Peyda bikira ger me emîrek
Sahibhuner û xwedan-i şîrek
Ev turk û ereb, tetar û faris
Carek bibûna li ber me naqis
Her şa`irekî zebanê kurdan
Qet nayê ji halê wan xeberdan
Emma ku xwedan ji bo me nîne
Nêv Rom û ereb ne ademî ne
…….
Hasil ketime te`essuba wan
Xîret me kişandî bi qelb û can
Ne ku heye tu qabilliyet
Belkî me heye hinek ji xîret.


Wa diyar e ku Xakî heta bi kêşe û qafiye gelekî nêzîkî Ehmedê Xanî ye û li ser rêya wî heta dawiyê meşiyaye.

/jêgirtin



16.12.2020 12:37 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêx zahir
» mihemed şêxo
» cantagion

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî