Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
şêx evdirehmanê axtepî - tirşik
şêx evdirehmanê axtepî
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Şêx Evdirehmanê Axtepî (1850-1905) nivîskarekî kurd e. Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sal 185O li gundê axtepe di şeva êvara înê de, roja 3Oê meha Rebî'ulewelê ji diya xwe re çêbûye û di sal 1905, pêncê Sibatê, yan 29ê Adarê jî, li amedê çûye ber dilovaniya Xwedê.



Mîrê zimanê Kurdî celadet alî bedirxan, di nivîsa xwe yê Hawarê de, ku bi mahlasê xwe yê Herekol Azîzan nivîsandiye, behsa Şêx Evdirehmanê Axtepî jî dike û wî weha dide nasîn:“Kitêbeke wî heye bi navê ‘rewzel neîm’ tê de qala wesfên pêxember û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302yê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman teqlîdî ehmedê xanî kiriye û di şihirekê de qala kurdmancî û kurdmancan kiriye. Evdirehman di beyteke vê şihirê de dibêje:



Me ev çend lefzi şêrîn çêkirin



Zimanê di tirkan me pê jêkirin.”



Şêx Evdirehman despêka xwendina xwe, pêşî di xwendegeha bavê xwe de li gundê Axtepe û li nik bavê xwe kiriye. Piştre çûye li Başûrê Kurdistanê di hin xwendegehan de xwendiye, heta ku xwendina xwe kuta kiriye. Piştî wefata bavê wî, ew bi şûnde hatiye Axtepeyê û li şûna li Xwendegeha bavê xwe dersdarî kiriye. Heta ku birayê wî Şêx mihemed can li şamê xwendina xwe kuta kiriye û bi şênde vegeriyaye hatiye axtepeyê.



Îcar piştre Şêx Evdirihmên dersdanê spartiye birayê xwe û wî jî xwe daye ser nivîsandina pirtûkan, heta dawiya jiyana xwe, li wî karê pîroz domadiye.



Wefata wî jî Romî 16'ê Adarê 1326 e. Ev tarîxa bi Mîladî dibe 29'ê adarê 1910. Dema ku Şêxê bi navûdeng wefa kiriye, gelê Kurdê wefadar çardara wî li ser dest û milên xwe ji amedê hilgirtiye û birine gundê axtepeyê, wî li kêleka bavê wî Şêx hesenê nûranî veşartine.



Şêx Evdirehmanê Axtepî di helbestên xwe de, piranî nasnavê Rûhî ji xwe re bi kar aniye û hin caran jî xwe bi "şemsedîn" navdar kiriye.

Şêxê nemir, li pey xwe çar pirtûk diyarî hiştine:



rewdneîm

dîwana rûhî

kitabu keşfîz'zelam

kîtab ul-ebrîz



Helbestvan û nivîskarê nemir Şêx Evdirehmanê Axtepî, sedemên herî girîng ku ev pirtûk nivîsîne, hin jê ev in ku li layêt welatparêzî bi hin helbestên xwe eşkera gotiye:



Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner

Welê da li dunya bimînit eser

Ku Turk û Ecem qet nebên carekê

“Nehin Kurdî şa‘ir di misra‘ekê“

Bizanin ku şa‘ir ji Kurdan hene

Ji ‘uşşaqê Turk û Ecem zêde ne

Binêrin li şi‘ran heçî zaniye

Çi terkîbekî serfê kurmancî ye

Ji kurmanciya xwe me anî nîzam

Mu‘ella û şêrîn û efseh kelam

Ji tenzîmê kurdî sual û cewab

Me bînane nezmê hezaran kîtab

Welê îktîfa kir ji nezmê hemîn

Çiku kes nehin bêje min “aferîn“



17.09.2014 13:30 | xwelî li ser

2. Ji helbesteka wî:



Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner

Welê da li dunya bimînit eser



Ku Turk û Ecem qet nebên carekê

“Nehin Kurdî şa‘ir di misra‘ekê“



Bizanin ku şa‘ir ji Kurdan hene

Ji ‘uşşaqê Turk û Ecem zêde ne



Binêrin li şi‘ran heçî zaniye

Çi terkîbekî serfê kurmancî ye



Ji kurmanciya xwe me anî nîzam

Mu‘ella û şêrîn û efseh kelam



Ji tenzîmê kurdî sual û cewab

Me bînane nezmê hezaran kîtab



Welê îktîfa kir ji nezmê hemîn

Çiku kes nehin bêje min “aferîn“



Şêx Evdrirehmanê Axtepî



Here lînkê



22.02.2015 13:15 | xendekî

3. Şêx Ebdurrehman kurê şêx hesenê nûranî ye. Ji şêxên mezin ên terîqeta neqşenbendî bû. Sala 1850 li Axtepe ya qezaya Şêr Çinara Diyarbekirê ji dayik bûye. Kitêba wî ya navdar Rewdenne`îm e ku tê de behsa çîroka Mîracê dike. Şêx Ebdurrehman Sala 1910 an her li Axtepe wefat kiriye.

Ku mirov pêşgotina Mem û Zînê û bîr û baweriyên di Rewdenne`îmê de dide berhev dibîne ku Axtepî pirr ji Xanî tesîr girtiye. Rewşa siyasî ya kurdistanê di dema Axtepî de mîna rewşa siyasî ya di dema Xanî de bû. Mîrîtiya Botanê têk çûbû û di navbera osmanîyan û qacariyan de êdî nakokiyan serî hilda bûn. Loma jî fikrên Xanî bi wê awayî tesîr li Axtepî kiriye.



16.12.2020 12:28 | yûsiv

4. Ev rêzika wî tenê dema min ewil dî kêfa min jêre hat hê jî di hişê mindeye ez ne şaşbim wihaye;
Dil yeke dilber hezarin mam teheyyur el aman
Bidme kî evî meyla qelbê birindar

Û gotineka wî wiha xweş navdar jî heye
Hesar sal di zindanade biminim
Mişk û mara bibinim
....
Ne ku carek nezanek/ cahilek bibînim
Dibe helbest be jî *



16.12.2020 23:19 | shorbevan

5. Rewşenbir, zana, nivîskarê kurd e. Gora wî li gundê axtepê yê ku di neqeba bismil û çinarê de ye. Li axtepê bo gora wî tirbeyek hatiye çêkirin û nêzî tirba wî girek heye. Berê serî buharî her sal em diçûn ser tirba wî. Li nav gel weke ziyaret dihat zanîn û em jî diçûn. Lê belê wê demê ez biçûk bûm. Min nedizanî bê ka ev camêr kî ye. Serê şeveqê em zû diketin rê bo ji xwe re cih zevt bikin. Tabî ji êvar de ciya min tudarekê xwe dikir bo sibê em zû herin. Li wir dê bavê min diçûn ser tirba wî dua filan dikir lê em zarok me ji xwe re dilîst. Tew bîra dua muaya nedibir. Me bi gogê dilîst, me hêlekan çêdikir. Li wir sûkek dihat danîn û pêlîstok, şekirê ziyaretan( ewên spî dema mirov dixwe tev dikeve ber dirana), cilên zaroka dihat firotan. Min jî ji xwe re demançeyek standibû bere pismamê xwe dida.

Ew der dibû weke cihê seyraneyê. Herkes binê darekê zevt dikir û goştê xwe didan ser êgir. Pêşî xelk bo şêx dihat lê piranî li ser navê şêx dihatin lê mebest seyrane bû. Ev çend sale nema kes diçe ziyaretê û ev edet rabû.

Ewqas em diçûn ser tirba vî camêrî hama kesî meraq nedikir bê ka ew kî ye û çi kiriye. Min di go qey şêxek melê feqiya fillan e, lê min nizanibû bi kurdî nivîsiye.

Ew helbesta shorbevan nîvco hiştiye û gelek jê hez dikim jî ev e:


bila çil sal di zindanan de bimînim
her roj sed mar û dûpişkan bibînim
li hevrazan ferên aşan bikişînim
li berwaran pezê kûvî biçêrînim
zivistanan li ber avan bimînim
ne ku carek yekê nezan bibînim



17.12.2020 01:32 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêx nafire murîd wî difirînin
» evdirehmanê dêrşewî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst niviskarhlbstvn niviskarweje perwerdehi psikoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî