Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tiba melayê erwasê - tirşik
tiba melayê erwasê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pirtûka Tibê 200 sal berê ji aliyê melayê erwasê ve bi kurmancî hatiye nivîsandin û Celadet Bedirxan jî di Hawarê de behsa wê dikir. Bi vê pirtûkê re dîroka nivîskî ya kurd dê careke din bê nîqaşkirin.



Li Tirkiyeyê rayedarên dewletê gelek caran dibêjin “Zimanê kurdî têrî dersên ilm û zanînê nake”. Lê derkete holê ku Melayê Erwasî 200 sal berê bi destxeta xwe, bi zimanê kurmancî lê bi tîpên aramî (erebî) pirtûka tibê nivîsandiye. Di pirtûkê de behsa nexweşî, derman, nîşanên nexweşiyan, aliyên dermanan ên nerênî, parêz, şîroveya hin navan, mijarên baytariyê, mijarên cinsî tê kirin. Di pirtûkê de li ser nexweşiya ba, bayê çerxan, bayê sor, bawesîr, belxem, birîn, birîna xwîn tê, birîna goştrizî, bernegirtina daran, bêhna devî jî tê sekinandin û rêbaza wan a başbûnê tê vegotin. Di pirtûkê de nav, rêbaza başbkirina van nexweşiyan jî derbas dibe: Birînên hundirîn, kewa birînan, birîna xencerê, birînên tîr û tivingan, bîrov, çavêş, çavê şikestî, çavê werimî û bi xwîn, êşa piştê, êşa diranan, êşa sîng, germiya bedenê, gezkirina dûpişkê, geztina marî, qolinc, qewirandina heywanên geztinê, girê û rîşên ser hestiyan, nexweşiya ku çav goşt û xwîn digre, guhêş, guhê giran, hemla jinê, heraret, îlancux, navçûn (îshal) û zikêş, jehr, jehrxwarin, kurm, kurmê zik, ketina deng, mar bikeve zik, mîznehatin, mûyên çavan, dirêjkirina mûyan, mad û biz, nexweşiya xewê, nezle, hatina avê ji çavan, çavtarîbûn, ronahiya çavan, revandina mûriyan…. Di pirtûkê de bi dehan nexweşiyên din ên cur be cur hene û Melayê Erwasî riya başbûna van nexweşiyan û dermanên ku divê ji bo van nexweşiyan bên çêkirin nîşan dide. Di pirtûkê de kîtekît behsa hin giya û nebatên ku derman in û divê nava hev de bên kutandin jî dike. Erwasî tenê nexweşiyan teşhîs nake, her wiha kîjan giya û nebat ji kîjan nexweşiyê re baş e û divê çiqas bên kutandin, çiqas bên vexwarin an jî çiqas bên tevlihevkirin, yek bi yek vedibêje.



17.09.2014 14:02 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiba edlî
» melayê erwasê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî