Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


57 mijar û 138 peyam
elî teremaxî - tirşik
elî teremaxî
(1) (0) ecêb (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Eliyê Teremaxî zimanzan û wêjekarekî kurd ê navdar e. Ji gundê teremaxê ye ku ev gund di navbera bajarê hekarî û navçeya muksê de ye. Ciyê jidayikbûn û mirina wî ev gund e. Di hinek berheman de wekî “Termûkî”, “Termûxî” û “Termakî” jî derbas dibe. Teremaxî piştî ku xwendina xwe ya medreseyê li deverên mîna Mosil, Besra, Bexdad û “camiu’l-ezher”a Misrê tamam kiriye, vegeriyaye gundê xwe û li wê derê ji bo dersdana feqiyan mizgeft û medrese ava kirine.



Di dema Eliyê Termexî de feqî û şagirdên kurdan di medreseyan de destûra zimanê erebî ji kitêbên ku bi erebî hatine nivîsandin hîn dibûn. Lê Teremaxî bi armanca ku hînbûna destûra zimanê erebî ji bo feqiyên kurd yên ku hîn nû dest bi xwendinê dikin hêsantir bike, di sala 1000ê koçî de, ku beramberî bi 1591-1592 yê zayinî dike, bi kurmancî kitêbek bi navê “destûra zimanê erebî bi kurdî digel hinde nimûneyêd farisî û kurdî” nivîsandiye. Ev zimanzanê kurd di vê pirtûka xwe de gava di hinek babetan de li ser rêçikên rêzimana erebî sekiniye, wekî muqayese rêçikên rêzimanê farisî û kurdî yên di wan babetan de jî diyar kiriye.



Wêjekarê kurd ê navdar mela mehmûdê bazîdî di sala 1274ê koçî de, ku beramberî bi 1857-1858ê zayinî dike, pêşgotinek li ser vê pirtûkê nivîsandiye û pirtûk wekî destnivîsek teslîmî Qonsolosê Rûsî yê bajarê Erzeromê aleksander jaba kiriye. marif xeznedar ev destnivîsa ku li Lenîngiradê di Pirtûkxaneya Amojgeha Rojhilatnasî ya girêdayê bi Akademiya Zanistî ya Sovyetê de bi hejmara C1958 hatibû qeydkirin, di sala 1971ê de bi dest xistiye û di eynî salê de bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî: Eliyê Teremaxî” li bexdadê daye çapkirin.



reşîd findî, rêçikên ku Elî Teremaxî di vê pirtûkê de derbarê rêzimana kurdî aniye zimên, di kitêba xwe ya bi navê “eliyê teremaxî yekemîn rêzimannivîs û pexşannivîsê kurd e” (Bexdad, 1985) de kom kirine û bê ku dest bide orijînala wan, bi alfabeya kurdî ya Başûr bi tîpên erebî nivîsandiye. Findî di vê pirtûka xwe de -çaxa ku ji navê wê jî tê fêmkirin- pêşniyaz dike ku Teremaxî wekî yekemîn rêzimannivîsê kurd bê qebûlkirin.



2014.09.17-21:46 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (Yên Din..)
salê mîlyonek însan zêdetir pirçina dimre [1]
Dema ku min bihîs min fedî kir.ew eyba me ye. Ew eyba me hemû mirova y...
îsa berwarî [1]
Yek ji mezinên stranbêjên Kurd. Bi mihemed arif cizîrî û (vbn...
kêm axaftina kurdî li nav keçên kurd [1]
(bnr: qey tirkî axaftin te dike prenses) meseleyek an jî dikarim bê...
wêneyên ser perê kurdan [1]
herge hebuya welatê me yê serbixwe û me perê xwe çapkira divê ser van ...
pêşnîyarek ji bo parastina aramîya tirşîkê û pêşvebirina ferhengê [4]


1. Tiştê ku ezê aniha pêşnîyar bikim ji zûde ye bîra m...
belki ev jî bala te bikişînin
» elî şerîetî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî