Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


43 mijar û 80 peyam
êmo - tirşik
êmo
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xweşstraneke gelêrî a kurdî..

serlehenga stranê êmo, koçera deşta mûşê ye, gamêşa wê nîne, mastê wê dew nîne, filan..

'min û êmo dil heye, gund û cîranan çi ji me ye'

miço kendeş gelekî xweş distirê û dibêje;



18.09.2014 00:50 | endazer

2. stranek gelêriye koma xesan gotinê vê strana tewşik. xweş gotiye

êmo êmo êmoşê lê êmo

koçera deşta mûşê lê êmo

bejin ji dara karûşê lê êmo

heft salê wê qedîya li ber darê dergûşê

ez di bextê bavê tede lê êmo

ka çima memika nafroşî lê êmo.



strana ku ez bi peyva wê ya karûşê pişto ziko bûme.



06.05.2015 14:15 ~14:18 | shorbevan

3. li hin deveran kurteya nevê emînayê ye.



06.05.2015 15:09 | mîrêhekarya

4. Kurtebêja Êmîşê ye jî



06.05.2015 16:13 | gnothiseautonu

5. ÊMO berhemeke hunergeha welat e





Stranbêj: Hozan Wezîr

Hê Ho .. He oy oy oy
Tê here û ezê bêmo, û lê lê û lê lê Êmo
Tê here û ezê bêmo, û lê lê û lê lê Êmo
Êmo Êmo Êmo Êmo Êmo
Êmo Êmo Êmo Êmo Êmo êmûşe,
û lê û lê lê û lê lê Êmo
Êmo Êmo êmûşe,
û lê û lê lê Êmo

Koçera li deşta mûşê û lê lê lê Êmo
Êmo êmo êmo êmo êmo
Êmo êmo êmo
Ez hewldarê gewrê mo
Birîndarê keçikê mo,
Çavê keçika bêdê mo
Û ez Aşiqê bejnê mo
Tê here û ezê bêmo, lê û lê û lê lê lê lê Êmo
Tê here û ezê bêmo, lê û lê lê Êmo

Ez dergevanê qesrê mo,
Min dît çû li ser xaniya
Tena tena dimeşiya,
Dest avet girkê piya
Bi ser meda xiliya,
Terqîn ji bejnê hatiya
Dilê mi da berziya,
Lê dilê mi da şikestiya,
Bi mi r' peçizî û keniya,
Devê xwe avet gerdenê
Nav mircan û moriya,
Agir ket mala gundiya
Lê lê, Lê lê, Lê lê, Lê lê, Lê lê lê Êmo
Tê here û ezê bêmo lê û lê lê û lê Êmo

Çûmê helebê carek, lê û lê lê û lê Êmo
Û ez hatim Helebê carek, lê u lê lê û lê Êmo
Min anî hine barek, bi heft kalan gopalek
Bi heft pîran diranek, bi heft gunda muxtarek
bi heft xorta dost û yarek, lê û lê lê û lê Êmo

Ê min tenê sê çarek, lê û lê lê û lê êmo
heçê nebê bimbarek, lê û lê lê û lê êmo
Wan veda kor û marek lê û lê lê û lê êmo



3 roj berê 00:08 | keloş

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» êmo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî