Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 28 peyam
ömer faruk baran - tirşik
ömer faruk baran
(9) (0) (3)
di mijarê de bigere

21. (bnr: zulfên zelixayê)



02.09.2015 22:16 | ferhenga şikestî

22. ji îro û pê de ez navê wî dikim, emer faruq kemal. *



12.09.2015 01:01 ~01:03 | endazer

23. Filan bêvan û lutfenan tu car ewqas me'neyên jîr nehewandine.hasil ez jê hez dikim



21.09.2015 18:03 | kirêtek

24. duh bi riya whatsappê (û belkî gelek riyên din jî) ragihandiye ku êdî ji bo sputnik kurdistanê dixebite.

di peyama xwe ya whatsappê de wisa gotiye;



"Merheba Hevalên Delal! Ji ''ên''a delal diyar e ku ev mesaj ''toplu'' ye, xwezila wext hebûya min nav tek tek binivîsandana lê bawer bikin tine. Neyse, min dikira çi bigota? Ez êdî nûçegîhanê ajansa fermî ya Rûsyayê me, di Sputnikê de dişixulim. Min jî meraq dikir û digot her tişt temam lê va maneya Sputnikê çi ye, Googleê du tişt derxistin pêş min û got: Du maneyên Sputnikê hene, yek jê ''yoldaş'' e yek jî jê ''uydu'' ye. De, em yoldaş û qardaş û xwişk û dê û bav û bira berê xwe tev bidin uyduyê? Dibêm çi! Bila di bîra we de be, ez dixwazim bêhtir nûçeyên çand û hûnerî çêbikim û dixwazim bêhtir bi ciwanan re rabim rûnim. Mezinan hinek tiştên kevn î xerab ezber kirine û her û her dubare dehbare dikin.

Li dor we, jêr we jor we, çi tiştên çandî û hunerî qewimîn, berê, paşê ferq nake hûn dikarin xeberê bi min din. Yan jî tiştek heye hûn dixwazin herkes pê bihese, binivsînin em bibin dengê we yê duyem ê ku li dû Twitter û Facebooka we tê. Instagramê de çima herkes xweşik e, çima ewqas çeleng hene û hîn jî sevgiliya min tine min jî fehm nekiriye. Neyse, dibên bila nûçegîhan hinekî ciddî bin, ciddîyet di erdê keve, ne wisa? Yanî di vê dewrê de kê aqil neleqandiye? Bileqînin bileqînin, û binivsînin binivsînin..

Hûn her daîm dikarin ji vir ji min re binivsînin, na eger fermîyet resmîyet filan jî kete dewrê li ser mailê xwe bi min gêhînin ji kerema Whatsappê, omerfarukbaran@hotmail. Silav û hez û hembêz. Ev dem û hemû demên we xweş.. Ne mimkun e, lê çiqas bibe ewqas baş, de dem baş!"



21.10.2015 16:36 | simurg56

25. Yê ku di facebookê de "günlük"ên xwe parve dike. Bi tirkî ye lê Bi rastî gelek komîk in.

Karê wî yê nû ser xêrê be ..



21.10.2015 18:02 | brusk56

26. kesê di peyama wî ya whatshappêde xuyaye bi kêf û coşe.. bi kurdîyek zêde zêde xweş û pêken dinivîsîne. kesê hewceye bilez simurg56 here wî bi çi kul û halî bixapîne bibêje were kurdîstana/warê çand û hunerê tirşik.nete.... û çi mesrefê(pênûsk, lênûsk..) wî hebin aîdê min qeyda wî ji nihade temame dikare dest pêbike bixêrhatîye..



21.10.2015 22:09 | shorbevan

27. înanolo pê re hevpeyvînek kiriye. aha ev lînka wê:



Here lînkê



16.04.2016 19:23 | înano lo

28. rojnamevanê ku di hevpeyvîna xwe ya li gel înano lo re de hinek rexneyên sivik li rêxistinê kiriye. rast gotiye heta ji bi ku nekeve niqaşan, kêm jî gotiye. di hevpeyvînê de li ser mijarek taybet nehatiye sekinîn, loma tê de zêde agahî an jî fikrên nû tune.

divê vê jî bêjim, ji axaftinên kurdî yên ku dawiya wan bi peyvek tirkî diqede, hez nakim û di vê hevpeyvînê de gelek heye ji van peyvan.

hevokên wisa; "... canisi" qet ne sempatîk e, haya we jê hebe. (bnr: tirkmancî)



17.04.2016 19:29 | simurg56

29. (bnr: hevpeyvînên dipdirêj)



18.04.2016 13:05 | kezebmonitor

30. mırovekî jêhatîye. nivîsê wî xweşin. facebook baş bikartîne carna nivîsê xwe virde çapdike



23.03.2017 00:03 | kanî27

31. Nivîskarê ku (niza ji kû ketiye serê min de) , ji min wê ye ew û endazer yek in!



23.03.2017 00:27 | gumgumok

32. (bnr: ofb)
beyannameya ciwanên kurd ji bo firat cewerî/98944



27.04.2017 11:13 ~11:18 | xendekî

33. romana wî ya yekem ya bi navê Şeveke Îstismar ji avestayê derket, ser xêrê be, bimbarek be..



28.03.2019 14:41 | gulêê

34. du hefte berê gava li hurriyet bufeya dîyarbekirê rûniştibûm min dît ku ew jî li wir rûniştîye. li gor wêneyên xwe dirêjtir û qelewtir xuya dikir. helbet neçûm min negot ez te nas dikim.



28.03.2019 20:00 | henûn

35. fanzîneka fotografîyê bi navê flashhilat derdixe.



28.03.2019 20:01 | henûn

36. Nivîskarekî ji Riha/Surucê ye. Moderatorê fanzîna (bnr: flashilat) û nivîskarê pirtûka (bnr: şeveke îstismar) ê ye. Îro vîdyo klîbek ji bo weşanxaneya Avestayê kişandiye.




17.04.2020 22:52 ~2020.04.18 02:22 | master kurd

37. evîndarê zimanê tirkî. di hevpeuvineke xwe da dibê "heke rojeke kurdistan ava bibe û tirkî qedexe bibe, ezê bi dizî kitêbên tirkî bixwînim". paşê jî behsa serfiraziyên wêjeya tirkî dike û pêsna tirkî dide. ya xerab ewe go ev evîndarên tirkî kitêb û romanên bi kurdî dinivîsin û tiştê go dinivîsin jî weka wergera motamot tirkî dibe. hêvî dikim ro bi ro kêm bibin.



10.12.2020 15:32 | hueyn

38. ser xêrê be dest bi çêkirina podcastan kiriye. mijarên wî balkêş û ji mainstreamê cuda ne. Lêbelê ji bo Xwedêkî dev ji devoka sirûcê berde.

ji kerema xwe. Here lînkê



29.04.2022 03:05 ~03:07 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» ömer faruk baran
» baran kendeş

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî