Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ronahiya qurana pîroz - tirşik
ronahiya qurana pîroz
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. meala bi kurdÎ ya quranê ye.. melayekî bi navê mele muhemmed hakkarî wergerandiye ser kurdî û kurmancî.. miftiyê wilayeta bajarê şirnexê, abdullah kaplan jê re teqrîzek nivîsandiye.. dîsa seydayekî bi navê mele umer nas dudêrî jê re teqdîmatek nivîsandiye.. di ''ravza yayıncılık ve matbaacılık''ê de hatiye çapkirin.. mixabin sala çapê de tê nehatiye nivîsandin lê ya ku di destê min de ye çapa wê ya didoyê ye.. bi devoka behdînan/hekarî hatiye wergerandin.. ji berê de ji xwe kêfa min ji devoka behdînan dihat lê dema min meala quranê xwend bêtir kêfa min jê re hat.. bi zimaneke gelek xweş hatiye wergerandin.. mirov ji xwendina wê têr nabe..



19.09.2014 02:16 | endazer

2. 6-7 cuz mane ku ez xitim bikim, hingî ku ez dixwînim bêtir kêfa min ji kurmanciya wê re tê, di kurmanciya mealê de pênc-şeş bikaranînên karakterîstîk yên xweserî devoka behdîna hene, ku tu wan jê derxî an bi devoka devereke din biguncî, kes ferq nake ku ev meal bi devoka behdîna hatiye nivîsandin.. yê nivîsandî (wergerrandî) kifş e ku serwextî hevoksaziya kurmanciya gewr e, û herwiha bi erebî jî xweş dizane, ez li mealên din dinêrim û li vê dinêrim, yên din mirov dibêje qey ji mealên tirkî hatine jêgirtin û pêvekirin, tehma tirkî û zimaneke çêkirî ji wan tê..

xwudê hez bike min dil heye, eger xwediyê mealê jî destûrê bide vê mealê li gorî devoka cizîrê biguncînim û ji nû ve bidim ber çapê, di serî de bavê min ji bo hemû misilmanên dîndar yên cizîrî û bi devoka botî diştexilin, rasterast bikaribin kitêba xwudê bixwînin û fêhm bikin..



15.09.2015 00:09 | endazer

3. ronahiya qur'an el kerîm bi çi awayî tê xwendin re têkildar e. insan divê bizanê çawa lê bixwînê ku jê sûd bigirê û ronahiya wê çavê yekî geş bikê. qur'an'a pîroz çawa pêwîste çawa werê xwendin û divê çawa neyê xwendin;

gava ku qur'an'ê dixwînî ger dixwazî jê fêm bikî wekî ku ji te re tê dahatîn bixwîne.
-mihemed îqbal

Em qur'an'ê bi xwendineke mekanîk dixwînin. peyv tên li dû hev. newayan awazgehê diguhêrîne. pişt re tu tişt naguhêre.
-hesen el benna



01.06.2017 23:28 | rûbar

4. zimanê qur'an gelek bandorker e birastî. şêwazeke ahengxweş û balkêş lê heye. lê qur'an ne ji bona wê sedeman ev qas bibandor û yekta ye. ji ber ku rastiyê berçav dike û riya rastê bi şêweyeke dipdiyar eşkere dike bi hêz û bandorker e.

gotinan hêza xwe ne ji dilniwaz û xweşikbûna xwe, ji rast bûna xwe û li gorî bûna rastiyê digre.
-seyîd qutub

gotinên ku bergîdana wan nîn in, çi qas wêjeyî û wurşedar jî bin ji demagojiyê vernaçe.
-ebdulla can



01.06.2017 23:51 | rûbar

5. Seyda bedîûzzeman di rîsaleyekê de wiha dibêje "mucîzeya herî mezin ya qur'an ê îcaz û belagata wî ye" mînak dema mirov sureya alak ê ji devê nassar al qatamî guhdar bike ruhê mirov geş dibe mirov fehm neke jî dizane ku ev ne gotinêt însanekî ye wekî din jî jixwe mirov binêre naveroka sureyê jî ew jî jixwe pir watedar e.



02.06.2017 00:41 ~00:48 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ronahiya qurana pîroz
» qurana kerîm û meala wê ya bi kurdî
» pîrozkirina rojbûnê

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî