Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
weşanxaneya hîva - tirşik
weşanxaneya hîva
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Weşanxaneya nû ya kurdî ye ku hê bi awayekî rêkûpêk dest bi weşanê nekiriye yanê he pirtûk çap nekiriye. cudahiya weşanxaneya hanê ya ji Weşanxaneyên din ew e ku dê tenê ji bo biçûkêt kurmancan weşanê bike, bi tenê pirtûkên ji bo zaroyan dê çap bike..

li ser xêr û xweşiyê be, li wan û li kurdan û li zarokan û li tevahiya kurdistanê pîroz be



19.09.2014 21:04 | ferhenga şikestî

2. weşanxaneyeke kurdî ye ku di qada xwe de ya yekem e. Ev weşanxane tenê pirtûkên ji bo zarokan çap dike. Heta niha 8 pirtûk derxistine. Bi navê serpêhatiyên mîro. Ji wan heşt pirtûkan yek dimilkî ye yên din kurmancî ne. Xwediyên weşanxaneyê mem bawer û ulku bîngol e. Navê pirtûkên ku çap bûne ev in:



*Mîro hevalên wî

*Rojbûna mîro

*Laşê mîro

*Mîro çûn û hatin

*Mîro paqijî

*Rodî (dimilkî)

*Xezal û Qertel

*Welatê Moriyan



09.12.2014 00:45 | xendekî

3. mem bawer

hîva, keça mem bawer e. keça bavê xwe ye. berê neha çar sal berê nû dest bi mektebê kiribû, ji min çêtir kurdî dipeyivî.



25.07.2015 00:45 | dara berrûyê

4. weşangeha ku gelek berheman derxistiye ji bo zarokan. min reklama pirtûkên wan li ser zarok tvyê dît. desteyek pirtûkên zarokan bi bûhayê 59 tlyan difroşin. min zûzûka sîparîşe da. gotin wê di nava 45 rojan bigihe ber destê we lê di nava 5 rojan de hat.

3 pirtûkên çîrokan ew qas mezin in ku hema bêje bi qasê keça min bixwe ne û gelek biqalîte ne. çîrok him bi kurmancî, him bi zazakî û him jî bi soranî hatine vegotin.

wêne/xêzên tê de gelek xweşik in.

pirtûkên din jî ji bo hînkirinê/boyaxkirinê fîlan in. ew jî xweşik cuya dikin. kêfa min jê re hat.

niha min lê nêrî, gelek pirtûkên din yên ji bo zarokan ya vê weşangehê jî hene li vir: Here lînkê

ez ê van rojan sîparîşa wan jî bidim. ew jî ne bûha ne.



17.05.2016 18:27 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» weşanxaneya ronahî
» hîva

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje capemeni
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî