Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
tiralî - tirşik
tiralî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ya ku bi hatina payîzê re ez kirime êsîrê xwe..

nizanim çima, lê ev ji hefteyekî zêdetir e bi xwe re nabînim tiştekî bikim.. karekê wergerê heye ku divê heta bîstê vê mehê yanî îro temam û teslÎm bikim, îşê çend saetekî maye lê tu wê bêjî qey îradeya min ne di destê min de ye, dikim û nakim laşê min nakeve îş.. dîsa ji 3 hefteyan zêdetir e, projeyeka çewlÎkekî li ber destê min e, hema bêje her roj li min digerin û pirsa projeyê ji min dikin, ez jî her roj hêncetekî dibînim û çend rojekî paşde didim.. nizanim dermanê vê belayê heye an na, ya rastÎ ji halê xwe razî me, lê zanim bi vî awayî naqede û naçe serî.. carina ji xwe re dibêjim wekê vê karÎkatûrê* gelo rabim û bi navê ''dînê tiraliyê (wek trollî jî hûn karin bixwÎnin) cemaetekî damezrînim, paşê ji xwe re dibêjim rûne ser dûvê xwe..

ew lÎnka li jêr:

http://media-cache-ak0.pinimg.com/736x/6a/e8/82/6ae882e4472df6395f1d6d03aeebdebc.jpg



diyalog/pimpimokên karîkatûrê:



zilamê rÛniştî û paldayî: bi navê dÎnê tiraliyê min dînek çêkir lê xêre nakim belav bikim

zilamê ji piya: rûnê ser dûvê xwe.



20.09.2014 05:18 | endazer

2. tişteke xweş e jî weke din bela ye jî. lê hevalên hêja ger hun tiraliyê bikin dev ji her tiştî berdin keyfa xwe binêrin ji ber ku bi tirs û xemên dinyayî tiralî nabe.



20.09.2014 10:26 | azadixwaz

3. belayê serê me hemû kurdan e, lê bi xwedê teralî xweş e û dema ku mecburî dev ji teraliyê berdidî di nav pêvajoyeke gelek zehmet re derbas dibî heya ku can û laş û giyanê te li hev tên, jiyan li te dibe jehr! min pênç meh berê dest bi kar kiribû û heya wêga kêf kêfa min bû, dinê ji min xweş bû çendîn di depresyonê de bim jî berpirsyarî û mecburiyetên min nîn bû, ji xeynî meselokên derûnî tu tişt ne xema min bû lê dema mkn dest bi kar kir mi go qey hemû dinê qulibîn û bi ser hev de ketin ewqas ji jiyanê sar bûm, niha dixwazim heya serê sibê şiyar bibînim û bi hilhatina rojê bikevim xewê û danê êvarê ji xew rabim û di kolanan de tolaziyê bikim, min û bêrî û amed....



20.09.2014 13:58 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiralî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî