Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 88 peyam
marcel proust - tirşik
marcel proust
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. di 10'ê Tîrmeha 1971'an de li Auteulê ji dayîk bû. yekemîn krîza astimê ya ku dê tesîrê li seranserê 'emrê wî bike, di 1881'an de lê hat. Di 1890'î de ket Fakulteya Hiqûqê û dibistana Siyasetnasiyê. Di heman salê de Maupassant nas kir. Li gel hevalên xwe weşanên le banquet ava kir; di vira de rexneyên wêjeyî da weşandin. Di 1893'an de teksteke ku dê bûbûya pêşnûmaya evîneke swannê nivîsî. Di 1894'an de bûyera dreyfusê rû da. marcel proust li gel bavê xwe li rexê dreyfusparêzan bûn. Di 1895'an de dîplomaya xwe ya lîsansa felsefeyê wergirt. Di 1898'an de bûyera dreyfusê geştir bû. Di heman salê de nameya emile zola ya bi navê "j'accuse" di rojnameya l'auroreyê de derçû. Proust di sala 1908'an de dest bi romana xwe ya giranbuha ya À la recherche du temps perduê kir. Di 1914'an de romana xwe ya le côté de guermantes (li layê guermantesan) amadeyî weşanxaneya grassetê kir. Di 30'yê Çiriya Paşîn ya 1918'an de À l'ombre des jeunes filles en fleurs (li ber siya keçikên xama) derçû. ev kitêb di 10'ê kanûna pêşîn ya 1919'an de xelata goncourtê wergirt. Di 30'yê nîsana 1921'an de li layê guermantesan ii û sodom û gomorra derçû. Proust di heman salê de destnivîsên sodom û gomorra ii û sodom û gomorra iii radestî weşanxaneya gallimardê kir. Di 1922'yan de mehpûs û albertine wenda ye (sodom û gomorra iii) li daktîloyê xistin. Proust di serê meha çiriya pêşîn de tûşî krîza bronşîdê bû û paşê ev lê bû zatûre. Marcel Proust di 18'ê çiriya paşîn ya 1922'an de çû ser dilovaniya xwe.



17.07.2013 15:02 | înano lo

2. yek ji gewretirîn romannûsê vê dinyaliga me ye. proust bi hevokên xwe yên kompleks tê naskirin û di wêjeya fransî de xwediyê hevokên herî dirêj jî tê hesêb. romanên wî bêtir li ser evînê ne. bi vegotineke xurt tehlîl û teswîran dike û ji bo kêliyekê car heye bi dehan rûpel jî nivîsiye. heke wextê we tune be porust nexwînin, dê mala we li heft mîratan bigerîne. piştî ku min ew xwend min ji derdorê re îddiayeke mezin kir û min gote wan ku mêrekî wek proust hê nehatiye darê dinyayê, mêrekî bi têra xwe di ser xwe re ye. car heye meriv jixwe dipirse bê ka çawa haqasî bi hûrgilî dinivîse. heta ku hemû romanên proust li kurdî neyên wergerandin ez ê ji xwe re nebêjim wêjeyeke me ya baş heye, na, ebeden. bi saya serê proust em ê bêtir bi derfetên zimanê xwe bihisin.



umberto eco di kitêba xwe ya li daristanên vegotinê şeş geryanê de behs dike ku; gava ku proust berhema xwe ya "À la recherche du temps perdu"ê radestî weşanxaneya ollenderfê dike, li ser navê weşanxaneyê monsieur humblot berhemê bi paş ve dide û wiha dibêje: "erê dibe ku ez yekî famkor bim, lê hê jî min fêm nekiriye, bê ka çima ji bo ku qala hewla beriya xewê ya camêrî bike ku xwe di nav nivînan de qulopilo dike da ku razê sî rûpelî veqetandiye". dibe ku hûn bibişirin, lê ev bi xwe ye proustê me.



îbrahîm seydo aydogan jî di nivîsa xwe ya "hin pirsgirêkên wergerê di kurmancî de" de nivîsiye ku hevoka pêşîn ya romana "li ber siya keçikên xama" ya fransî di wergera tirkî de bûye pênc hevok, lê ji min we ye ku dê di kurdî de bi tenê bibe hevokek. lew, gîhanekên me pirr in.





17.07.2013 15:42 | înano lo

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» marcel duchamp

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî