Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
reklamên kurdî - tirşik
reklamên kurdî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tv û radyoyên kurdî dest bi weşanê xwe kirin, rê jî hildan niha bernameyên her cûreyan, nûçe, spor, belgefilm hwd. tê amadekirin. Lê hê reklamen kurdî ji sedî sed neketîye fealiyetê.



Têrê Ziman reklama re jî tê helbet, fikrimên ev e ku çend sedema vî heye



bazar ser zimana fermî hatiye ava kirin loma dest navêjin vî kar ê hinek jî naxwazin.



Kişandina Reklamên kurdî niha ne mimkin e, gerek e



Bona Dublajên Kurdî ajansên profesyonel tune ye



Firmayên Reklam didin gerek nabînin dublajên çêkin, çimkî dibêjin ji bo zêdekirina firotinê feyda vî çênabe



Xelkê Bi zimanê xwe danûstandinê nake



Hwd...



24.09.2014 22:54 | mîr

2. bi giştî, gelek komîk in.

ji ber dublaja nexweş û amator, qet ne şêrîn in.

berê di medya tvyê de reklamên xweş û orjînala wan kurdî derdiketin, aha ew baş bûn.

(bnr: nanê rodî)

(bnr: supermarketa firat hemû tiştên kurdistanê hat) û hwd.



24.09.2014 23:03 | simurg56

3. bi giştî beredayî ne, yên di reklaman de dilîzin gelek amatorane dipeyivin tê bêjî qey ji bo zarokan dipeyivin, devên xwe xwaro maro dikin bi awayekî gundîkî pêşkêşiya amûr, alav, berhemê didin nasîn, tevgerên spastîk dikin welhasil bi qasî serê derziyê jî ne hêja ne

yên ku bi rêya wergerê hatine amadekirin jî bi dengekî beloq û nexweş hatine dublajkirin, heçko ji bobeleteke mezin filitîbin, çek berra serê wan dabin, bi darê zorê dipeyivin, dil ji wan dixele..

niha jî di damla tv û denge tv'yê de reklama hingivê tê kirin, mariv nikare saniyeyek jî darî wan bike, kemalê amedî jî dilîze, bi kurmancî xelkê dixapînin



24.09.2014 23:11 | ferhenga şikestî

4. (bnr: erzan gida)

(bnr: hevalê hêjanin yerî)



24.09.2014 23:13 | serpale

5. ger ne yên bavê teyar bin, gelek xweşik in. reklamên berê di medya tvyê de derdiketin û ên niha di rudaw tvyê de derdikevin têra xwe baş in û keyfa mirov tînin ..



25.09.2014 09:01 | brusk56

6. Reklamên rûdaw û pepûle tv dinêrim, disa qenalên din baştir e, lê tev bi zaravayê soranî diweşînin.

Heke ji bo rûdaw û pepûle tv hwd. bi kurmancî jî were dublaj kirin, reklamên markayê tirkiye mîna ülker, pinar, istikbal, beko… wek navneteweyî tê naskirin bi vê avayî di qenalen kurmancî de jî fersend çêdibe were weşan kirin.



25.09.2014 11:45 | mîr

7. reklama ji bo ji-nû-ve-bikar-anîna plastîkan a di imc tvde tê weşandin. reklameke pir xweş e. hêvîdar im reklamên orjinal ên xweş bên çêkirin.



25.09.2014 22:55 | azadixwaz

8. "Qanatê kurdo - Xwaringeha qanatê mirîşkan"



(bnr: qanatê kurdo)



16.01.2016 19:32 ~23:53 | mîr

9. (bnr: pîne)




21.06.2017 01:18 | mîr

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» reklamên kurdî
» kurdî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî