Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
awaz baran - tirşik
awaz baran
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. stranbêjeke ciwan e.. nizanim awaz baran navê wî bi xwe ye an navê koma wî ye.. niha li ser înternetê min lê nêrî, beşdarî pêşbirka stranan a bi navê min ciyawaz im jî bûye lê di wir de navê wî awaz sebîh û baran e nizanim belkî navê yê li kêleka wî li gîtarê dixe sebîh be.. straneka wî ya meşhûr heye bi navê were lê.. min niha ji googleê pirsî stran ya yekî bi navê deniz esmer derket..



24.09.2014 22:56 | endazer

2. kurdekî ultra super modern e*

bi cil û bergên xwe û bi guhara xwe ya xweşik di pereva behrê de klîbeke xweş jî kişandiye..

min hêj ji dengê wî kir û şewaza sitrandina wî jî xweş e lê ya girîng ew e ku mayîn, domdar û berhemdar be

ciwanên kurd ên ku ji stîla ajitasyonê dûr in, hêviya pêşerojê ne, jixwe demeke dirêj e ku em ji destên kurdên dîjle û denge û damla tv'yê el- eman bûn, çendîn hebûna kesên wek ciwanê hanê cihÊ kêfxweşiyê be jî nekarîbûna afirandina kilam û stranên nû yên tekuz jî cihê mixabiniyê ye

klîba hanê li jêr e

(bnr: https://www.youtube.com/watch?v=jlfjqhhdhx8)



03.11.2014 22:28 | ferhenga şikestî

3. strana were lê gelek xweş şîrove kiriye.cil û bergên wi jî ne tarza min e lê min hejê kir .



04.11.2014 02:10 | vêca çiyeeee

4. (bnr: zor jwana)*



30.03.2016 23:41 | ceso

5. komeke geleke serkeftî ye, ji çar kesan pêk tê;



awaz baran - vokal

sebih akkuş - gÎtar / Vokal

irmak karaca - gîtar

meltem Öztekin - paşvokal

burak Çiçek - perkûsyon



heta niha albûmeka komê nîne lê li ser înternetê çend stranên wan ên ku di pêşbirka min ciyawaz im de gotine û dîsa çend stran û vîdeoklîbên wan hene ku bi pêşkêşkariya sîbera deng tomar krine û belav kirine. bi taybet strana zara giyan gelek xweş distirînin, paşvokala komê meltem Öztekin jî gelekî şirîn e, lê zêde deng jê dernakeve,tê bêjî qey ji bo spehîtaya vîtrînî kirine di komê de.



01.07.2016 15:13 | endazer

6. Stranbêjê ku birayê wî ji wî qarîzmatîktir e lê ew zêdetir balê dikşîne. Dengê Sebîh ji xweş e yanî.



05.07.2016 04:47 | biaqila malê

7. stranbêjekî qeşeng e dengxweş e û modern e. weke gelek komên din yê muzîka kurdî dijenin koma wî jî stranên berênî şîrove dike lê xweş şîrove dike. stranek nû ya bi navê sewda belav kiriye.



vê stranê soner soyer 2013de gotiye



va xortên li jêr anıl&bahar jî xweş gotine




27.03.2017 02:08 ~02:14 | şêxê bêserî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» awazdaner
» baranek bixwîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî