Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 7 peyam
    keje bemal - tirşik
    keje bemal
    (12) (2) ecêb (0) (17)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskar, rojnameger, lêkolîner, qunciknivîs, gerok, ehlê keyf û ehlê heq..

    li ser dosyeyên taybet kar dike û carinan ji bo dosyeya ku amade dike hevpeyvîninan bi kesên ku bi mijara dosyeyê re eleqedar in re dike.. û piştî ku dosyeya li ser dişixule temam dibe li rojname û kovar û malperên înternetê yên kurdan belav dike.. heçiyê weşand weşand heçiyê neweşand jî ji serê.. * heta niha bipiranî tirkî dinivîsand lê vaye wekê ku ji tirşikê jî dixweye zimanê xwe li yê diya xwe jî digerîne êdî.. axirê b'xêr hatiye.. hêviya me her ew e ku di tirşikê de xweşiyê jî bibîne..



    2013.07.18-12:52 | endazer

    2. Bi min xerîb nayê, lê ji ku nas dikim, nizanim...

    Hat bîra min,

    Kejê bêmal, rojnameger, nivîskar û aktivîst...

    kejê bêmal, xwedîya dosya "zarokên ji zimanê xwe xeyidîne" ku rebenê bi rojan qîrîn û hewara wê bû, lê deng ji kesên ku pizika serê zimanê wan perwerdehîya bi zimanê zikmakî ye, derneket...

    Û hîn jî zarokên kurdan bi dîntî tên raporkirin û davêjin rehabîlîtasyonên tirkan...



    2013.07.18-17:31 | devliken kelogiri

    3. (bnr: homeless)



    2013.07.18-17:39 | berxêres

    4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.07.18-22:50 | tivirloismail

    5. Dosyayên balkêş mîna ''Zarokên ji zimanê xwe xeyidîn'' amade kiriye.. Qasî ku dizanim li ser dosyeya derheqê hevzayendên kurdistanê de dixebite.. di demek nêz da wê eşkere bibe..



    2013.07.22-13:59 | roj

    6. nivîskara ku beşa yekê ya xebata wê ya paşîn ya ku derheqê hevzayendên kurdistanê de ye dikare ji vê lînkê bê xwendin.. http://www.agendakurd.com/index.php?option=com_content&view=article&id=1413:kuerd-ecinseller-boeluem-i-keje-bemal&catid=59:dosya&Itemid=130 di beşa yekem ya vê dosyeya xwe de bi mîmareke kurd ê gay ê ku li kurdistanê dijî re derheqê şert û mercên psîkolojÎk û yên fîzîkî yên hevzayendên kurd ên li kurdistanê dijîn de hevpeyvînek dûrûdirêj û têrûtijî kiriye.. heçiyê dixwaze jiyan û halûwextê hevzayendên kurd û ên li kurdistanê dijîn bibin xweyî malûmat dikare ji lÎnka li jor hevpeyvînê biwîne..



    2013.07.22-17:27 | endazer

    7. û kesê ku ev paşnav lêkirî jÎ ez zanim û baş nas dikim lê nabêjim..*



    2013.07.22-17:38 | endazer

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.07.23-23:30 | keçkacindî

    9. jinekî pir jîr e. dosyeyê "zarokên ji zimanê xwe xeyidîn" min xwend û ez gîrîyam gîrîyam gîrîyam... min xwest biqêrim û dengê qêrîna min here ezmanan... http://www.agendakurd.com/index.php?option=com_content&view=article&id=1252:diline-kuesen-cocuklar&catid=59:dosya&Itemid=130



    2013.07.23-23:32 | keçkacindî

    10. ew jina ku ez bi dîtina wê gelek kêfxweş bûme ye, jineke jêhatî ye, min cara pêşîn li ser facebookê di koma agendakurd de ditîbû û dest bi şopandina wê kiribû. **



    2013.07.24-23:49 | bazirgan

    11. dil bi kurdî, hiş bi tirkî ye, bi kurdan re hevpeyvînên bi tirkî çêdike.



    2013.08.01-14:47 | rojgar

    12. beri hertiştê tirşik nizene çê bike. Gelo nave rasti ew xatun çiye mirovek hesud nine.



    2013.09.13-14:10 | elias

    13. kurdîkêmzana tirkîaxêf e ku derheqê yek ji berhemdartirîn nivîskarê ciwan (bnr: kawa nemir) re dibêje:



    "kesê ku ew bi xwe jî nizane çi dibêje û çi dinivîse..."



    naxêr ku kejê bi xwe bikaribûya kurdî binivîsiya wê demê wê hîç xema min nebûya. lê divê mirov di bin bargiraniya gotinên xwe de nemîne...



    2013.09.25-20:18 | serhednişîn

    14. navê kejê ji filmê Eskîya nas dikim, ji ber ku ji hezkiriyê xwe veqetiya ye heta roja ku wî bibîne neaxivî ye û axaftinê jibîr kiriye. Heger ev kejê ew kejê be, wê pîroz dikim rola xwe bas lîstiye. Ger ne ew be, ji min re ci law? Ji xwe bê mal e!..



    2013.09.28-01:46 | dîno

    15. bi nivîsa xwe ya dawîn bersivek qerrase xistiye derina camêrinan de ku radibin rûdinin davêjin barzanî û statûya hikûmeta federe ya kurdistanê: http://www.dengeazad.com/En/NewsDetailN.aspx?id=31313&LinkID=118



    2013.10.06-03:49 | endazer

    16. Kejê Bêmal, nizanim ji ku vî nave li xwe kiriye lê li çend kuçeyên kurdistanê bigeriya navek dî wisan ne didît ku evqas lê bê. bi dîdar û rewşa xwe kejê ye, bi kar û barê xwe, bi fikr û welatê xwe bêmal e, bêwar e. wek pezkoviyek, an jî wek kewek, ji vî çiyayî diçe wî çiyayî.



    wek mihemed arif cizîrî distra:

    kejê elwendê çil bisk û çil û zendê



    2013.10.14-14:54 | alasor

    17. Jinekî şirîn û şekirê naşibe tu tiştî, bixweser e wek fistiqê Entebêye lê jê çêtire,mina pezkûvîye çiyayê kurdistanê jî azade, hem ye tu kese nîne, hem jî kî/ê dilê xwe jêre veke wekî xezalek tê rehmê û kûvîtîya xwe li ser xwe davê û bi sernermî tê ber wî kesê dimexele...



    2013.10.31-22:05 | nunê

    18. nivîskara tirşikê ku ew jî bi wêneyekî beşdarî kampanyaya ez kurdistanî em bûye..



    ''Ez Kurdistanî me..

    Û wekê her Kurdekî Kurdistanî Kurdistaneke Azad,Yekgirtî û Serbixwe Dixwazim.''



    http://goo.gl/PzJw57



    2014.03.07-00:24 | endazer

    19. rojnamegerek û jinek serbixwe ye û li hemberî siyaseta pkkyê ye*

    li ser facebookê liqayî hin dosyayên wê yê wek diline küsen çocuklar/diline aşık çocuklar/eşcinsellik hatibîm û ew nivîs pir bala min kişandibîn. pêşiya wê jî dibem qey hin kovaran de nivîsên wê hebîn,

    lê ez îtîraf bikim piştî ku wêneyên xwe yên mehra şirîetî li internetê parve kirin dilê min jê sar bî.



    2014.04.27-07:27 | kevçiyê dil

    20. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.07.03-01:08 |

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hello world [1]
    hînî qodnivîsînê dibim, di şûna hello world de min silav kurdistan niv...
    tiştên ku kurd pê teqlîda tirkan dikin [1]
    Di zimanê Kurdî de deng piranî ji qirika meriv derdikevin, hinek kurd ...
    soundtrackên bijarte [1]
    (bnr: the divergent series allegiant)

    Tove Lo - Scars
    pirtûkxaneya îskenderiyeyê ya kurdan [7]
    Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ji aliyê Xirîstiyanên radîkal ve di dema (v...
    hozan serhad [1]
    Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan biniv...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » keje bemal

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje rojname
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî