Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
sendroma roja duşemê - tirşik
sendroma roja duşemê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sendroma destpê karê kirin e. bi gelemperî EM DİKARİN BİBÊJİN EV SENDROMA KARMENDÊN XİZMETÊ YE Û bi vê peyvê tê kurtasîkirin: "ji min nayê qûna xwe ji erde rakim:("



helbet vê duşemê ku em tê de ne, bi sere xwe betlane ye. lê ev sendroma ku bi navê roja ewil a jiyana modern hatiye lê nav kirin, hewce nake ku îlle di duşemê pêk bê. bêguman hefteyên fermî ku di nav rojên horta heftê de destpê dike jî dikarin mêwanperweriya sendroma duşemê bikin. ji ber vê yeke qedexekirina sibeyên duşemê jî ne çare ye. mîna çarşema bê roja ewil a destpê kare kirin e û ji nuha ve çavê min ditirsîne. bi vê canê betilî ezê çawa xwe bi kare mijûl bikim, xwedê alî min bike. *



06.10.2014 10:13 | biruya hayao miyazaki

2. nexweşîyek kronîk e. jêxelasbûn tune lê hinek rêbaz hene ji bo sivikkirinê.
1- teqez hinekî ji normala xwe zûtir razên da ku qet nebe bêxew nemînin.
2- bê taştê dest bi rojê nekin.
3- ji bo şeva duşemê ji xwe re aktîvîteyek hezkirî plan bikin. temaşekirina rêzefîlm an jî fîlmekê, çûna derekê, meşîn, bazdan, duçerxe, sînema û hwd. kîjan li ber dilê we şêrîn be û ya girîngtir, pêkan be. di nav rojê de, carinan vê yekê bînin bîra xwe.



09.12.2019 19:21 | simurg56

3. hinceta tiraliyê ye.



09.12.2019 22:06 | brusk56

4. Sendroma ku nîşana jiyana bêserûber û bênîzam e.
Piştî karê heftiyê di sept û lehdê de em nîzama jiyana xweyî rojane xera dikin. Heta nîro dirazehin û heta derengê şevê şiyar in. Yanî ji heddê xwe bêhtir tembeltiye dikin.

Piştî tembeltiye, rihetiya canê mirov zehf şêrîn tê.
Li mirov giran tê û naxwaze dev ji konforê berde. Ji ber vê yekê stres û giranbûn mirov zemt dike..

Ez bawerim, heke mirov di rojên betal de tembeltiye nekê, nîzama jiyana rojane xira nekê, xewa xwe bistîne, an jî karên nava hefteyê kêm bike, îda wê rojê destpêka karî wê hêsantir û siviktir bibe.



10.12.2019 01:11 ~13:21 | gumgumok

5. Sendroma bûye belayê serê min. hema bêxewbûn, bêhalbûn, ji-dinyayê-sarbûn û bêdiliya-ji-nivînê-derketin... tev dibin yek û bi mecbûrbûna qezenckirina pereyê re şer dikin. Hişê min dibe sûka misirê ya eminonuyê. Va rabim, na nerabim, divê rabim, ne lo razêm... Axirê destê vala li ser zikê birçî ye :/ radibim û bi awayekî lihevketî dixebitim. :(



03.05.2021 12:52 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sendroma ras
» roja şanoyê ya cîhanê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî