Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 81 peyam
jiyan tv - tirşik
jiyan tv
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. piştî girtina dijle tv di şûna wê de vebûye, bi rêvebertiya hasan sancar de dest bi weşanan kiriye.



Turksat

Frekans:

12423

Polarizasyon

H - Horizantal - Yatay

Sembol

30000



07.10.2014 10:24 | giyanstêr

2. Dîzayna xwe nû kiriye, wê jî wek tirşikê xwe xemilandiye, ser xêr, belkî bibe tvyek nav û deng.



15.02.2015 18:08 | xendekî

3. televîzyona ku bapîra min ji sibehê heta wextê razanê lê temaşe dike. %95ê weşana wê, dîmenên bêqalîte yên ku ji cama erebeyan hatine kişandin e û mûzîkek kurdî an jî tirkî li ber e.



15.02.2015 18:47 | simurg56

4. Televîzyona weqfa îsmaîl beşîkçî ye. her wiha radyoyê yaşam jî ya vê weqfê ye.



17.02.2015 12:04 | aryen

5. qanalek pir hêjaye weşana wê pirahî muzîke xeberê wê jî ne xerabin meleyek heye ji merive hima meriv wî gohdarî bike hima xwedê jê razî (bnr: prof dr. nurettin turgay)



25.04.2015 17:25 | shorbevan

6. Qenala tvyê ya bi bernameya xwe ya dengê botan cihê xwe li dilê maliyên mede çêkiriye. Lê pêşkêşvan bi devokeke zêde giran diaxive.



19.11.2015 14:28 | azadixwaz

7. vê eydê min ferq kir, pirraniya weşan û bernameyên vê kanalê bûne bi zazakî. ji xwe têra xwe kanalên kubi kurmancî û soranî hene, hêvî dikim, li ser rêya xwe ya bi zazakî her berdewam û serkeftî be. dikare bibe pirek di navbera kurmancî û zazakî de.



26.09.2016 03:46 | endazer

8. Beriya ku hatibe girtin programeke ji bo fêrbûna zazakî çêkiribûn. Berê, min zêde temaşe nedikir. jiyan tv, azadî tv an jî wan tv piştî ku ew hatin girtin qedr û qîmeta wan hinekî zêde bûn li ber çavên min. Bawerim eger ev kanal sibê dîsa vebin ez ê dîsa zêde temaşe nekim.



15.06.2017 12:52 | sloujouc

9. Di nav tvyên kurdî de hêdî hêdî cihek taybet çêdikir.
Ger pêş nehatibiya girtin karên pir xweş ya çekirbiya.



15.06.2017 16:20 | elaziz izzetpasa camii

10. Televîzyona ku meha remezanê dema paşîva melekî gellek hêja têde dertê û bavê min nahêle jê pêştir em bavên tiştekî din

Mixabin ev qenal ji alîyê dagirkerave hate girtin



09.01.2020 12:41 | tîrêj zana 21

11. Ew melayê dema paşîva derdiketi ez xelet nebim mamoste Nurettin Turgay bu. Belê Jiyan tv qenalek xweş bu lê OHAL wî jî nehêla.



09.01.2020 18:35 | azad30

12. Ne xelet bim niha li ser YouTubê bi navê pel film bernameyê xwe yên berê û her wiha nû kişandine parve dikin



09.01.2020 20:02 | kajav

13. Belê navê melle Nurettin Turgay bu demekê bu namzetê parlemetrerîya HDP jî



09.01.2020 22:06 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» jiyana riwekî

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî