Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
kereng - tirşik
kereng
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mizgîna çîyayên Kurdistanê!



18.07.2013 14:43 | keje bemal

2. Nebata ku li ser gora zarokên reş ku ji alî leşkerên dewleta dagirker ve hatine kuştin, şîn tê.



18.07.2013 14:45 | keje bemal

3. ''Kereng jî wek gelek hêşînhatan (nebatan) hem jibo têrkirin, hemjî jibo derman di biharan de digehije hewara mirovên feqîr û ruhberên din.



Kereng hêşînhatek bi kelem (strî) e. Di destpêka biharê de li çolan û bedenan xwebixwe li cihên axsist hêşîn têt. Belgên wê kesk û hinekî bi pûrt in. Bejna wê bi tîrane bi qasî 40 – 60 cm bilind dibe. Navtenga wê singane û zer e. Çiq û şaxên wê ji navtengê berjortir vedibin û bi stirîyan dorpêçkir



Di mehên nîsan û gulanê de kulîlkan vedide.



Kulîlkên wê spîzer in, bi stirî û pûrt in. Dema kulîlkên wê digehin, rengê wê soremor anjî zer û keskane ne. Dema digehe ew kulîlk dibin paxoxeyên bi stirî û di nava wan paxoxan de bizirek heye. Ji wê bizirê tov- sîsik, qehwa kerengan û çerez çêdibin. Şîrek ji qevd (navteng) û çiqên wê tê, jêre tê gotin şîrê kerengê. Ji wî şîrî benîştek çêdibe.



Du cûreyên kerengan hene. Kerengên zer û kerengên reş. Li hinek deveran ji kerengên reş re ” kerengên keran“ jî tê gotin. Lê kerengên reş li hinek deveran nayên xwarin. Gelek pispor jî kerengê û qîvarkê ( kerbeşê ) tevlihev dikin. Ca jixwe kerengên zer rengê wê zer e. Kerengên reş jî rengê wê keskereş e. (keskê tarî)



Welat û dîrok: Welatê kerengê Kurdistan e. Ba û bagerê bi xwe re birine hinek welatên din jî.Dîroka wê kes nizane ji ber ku ne hêşînhatek çandinî (kultûrî) ye. Lê wer xuya dike, dîroka wê digehije dema berî mirovatîyê. Kurd gelek cûreyên xwarinê û pir tiştên din ji kerengê çêdikin. Ji ber ku ewilî di biharê de dema her tişt li kîleran xilas dibe û biharan nexweşîyên biharan dest pê dike, kereng jî wek hinek pancarên biharê digihije hewara birçîbûn û nexweşîyên mirovan û ruhberên din. Lewre jî bav û bapîrên me li ser kerengê helbest û stran çêkirine. Bendek ji helbestekê wehaye.



Kereng digehije bedenan û kaşan

Xwarina feqîr, jar, bergîr û wehşan

Kereng çi digere li mala wezîr û paşan.



Têdahî: Sed heyf û hizar mixabin ku li ser têdahîyên vê hêşînhata nirxbilind çi lêkolînên giring nehatine kirin. Heke hatibin kirin jî, di çi pirtûk û malperan de ez lê rast nehatim. Heke hinek xwendevan lê rast hatin, bila ji kerema xwe jibo me bişînin da ku em jî bi wan bihesin û bigehînin xwendevanan. Herweha li ser bandor û faydeyên wê jî (derveyî benîşt) min çi agahdarîyên lêkolîneran bi dest nexistin. Hîvîdarim wê kesên di derheqa wan de agahdarî hebin wan jî bigehînin me.



Prof. Baybot û Prof Dr. Îbrahîm Saracoglû dibêjin: Benîştê kerengê sistbûna lam ê (çenê) dişidîne. Teqîna perda (zar) guh dikewîne. Jibo xistina kevirên sefrayê dibe alîkar. Li ser daxistina zixt (tansîyon) û şekirê xwînê bandorek erênî nîşan dide. Rehên dil nerm dike. Hezmê hêsan dike. Iştahê vedike, diranan paqij dike, dostê kezebê ye, pêşîya felcbûna serûçavan ( rû) digire.



Karanîn: Kereng bi gelek cûreyan tê bikaranîn. 1- xwarin 2- tirşî 3- benîşt 4- çerez 5- qahwe.



Xwarin û tirşî: Ewilî biharê reha kerengê bi darên sertûj (xilç) tên derxistin . Piştî şûştin û spîkirinê hinek diqelînin û hêkan dikin ser (dikin mixle). Hinek dixesînin xwê pê werdikin û hinekî sor dikin) wek pêxwarin bi nan re dixwin. Dikeve nav xwarinên dew, savar, brinc. Li alîyê Diyarbekirê meftûna wê jî çêdikin. Di mehên hizîran û tîrmehê de binê kerengê, bi kêrekê tê jêkirin anjî brînkirin. Di cihê hatî brînkirin de şîrek jê tê. Ew şîr dibe benîşt. Herweha qaşilê li ser navteng û şaxên wê, wek rêvas û xîyaran tê spîkirin û xwarin. Payîzê bizirê di nava papoxka wê de tê derxistin, qelandin û hêrandin. Ew dibe qehwa kerengan. Heke ew bizir bê qelandin û xwêkirin, wek dindikên kundir, gulberoj û zebeşan dibe çerez.'' http://www.yuksekovahaber.com/yazi/kereng-3208.htm



18.07.2013 16:30 | endazer

4. li herema amedê jê re dibêjin kenger jî.



(bnr: kenger)



18.07.2013 16:31 | berxêres

5. (bnr: go kerengo warê te go ba zane)



18.07.2013 16:36 | endazer

6. nebatek bi strî ye. rengê pelên wê yî bi dirik; kesk û çixêz sor e. koka wê spî wekî berfê ye. xavî jî tê xwarin. û bi pijandin an jî kelandin jî dikare bê xwarin. li kurdistanê pirr navdar e.

ji bona kurdên vejeteryan mîna goşt e.



18.07.2013 16:48 | berxêres

7. êvar e ro dereng e

sî xwar bû ser kereng e



18.07.2013 16:50 | filankes

8. kerengo zîla zengo

li te şevo

li min derengo



18.07.2013 19:19 | cîncoqo

9. peyvek ku bûye mijara pêşgotina (bnr: kerengê ber bayê)



08.08.2013 00:10 | xewnname

10. derenge şîva me kerenge..



08.08.2013 18:51 | ezpinktufloyd

11. bi histiriye belê pir xweş e.



08.08.2013 20:46 | delal

12. ez îro saya serê wîkîpediyaya kurdî pê hesiyam ku kurd ji vê darê an ji berhemên darê qajikan çêdikin..



29.10.2013 01:15 | endazer

13. xwarina me ya demên zaroktiyê bû, min hindî dinyayê ji xwarina wê hez dikir...



29.10.2013 10:06 | elomelo

14. Jajî yê wê û li ber dohnî sorkitina wê pirr xweşe.



30.01.2014 07:19 | ayzek

15. wexta yek kerenga bi masîkî çêdikê gelekî xweş in. yanî kerengê qelandî ku wek masî ya tên qelandin.



09.03.2014 20:59 | mamostanısebin

16. Bi zazakî em jê re dibêjin "kenger", herwiha bi tirkî jî kenger dibêjin ku bi rêya farisî ketiye tirkî. qasê ku ez zanim di gelek devokên kurmancî de jî wek "kenger" bi nav dibe lê hinek deveran bi kurmancî jê re "kereng" tê gotin, bawerim ew bi rêya metatezê yanî bi cihguherîna dengên " ng-r " bûye "kereng". Nimûneyên din bo metatezê di kurmancî de;



cîran => cînar

befr => berf



09.03.2014 21:09 | prode_pasha_chinyo!

17. kereng meha bûharî derdikeve û gelek xweşe. lê hay ji we hebe. dirîyê we di devêwe de ranebe *



09.03.2014 22:54 | azê

18. "derenge hoy derenge şîv û taştê kerenge " dibêje bavê min *



21.04.2014 19:26 | sewdaxan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kereng

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî