Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
zewaca kurd û tirkan - tirşik
zewaca kurd û tirkan
(17) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. mixabin gelek caran zarokên ku xwe ji tirkên dê-û-bav-tirk tirktir dihesibînin û dibînin û faşîst in ,derdixe holê.

an;

- bavê min jî kurd e lê...

an jî;

- diya min jî kurd e lê...



sedema wê ew e ku dêbavê kurd be nikare li hember çanda desthilat ya tirkitiyê xwe bigire û biparêze û vê yekê derbasî zarokê xwe bike. di nav çanda bibandor, dewlemend, popûler û desthilat ya tirkan ya li tirkiyê de, zarok "ya bihêz" û "ya popûler" ya nî tirkitiyê hildibijêre.



mixabin, berevajiya vê yekê gelek kêm caran çêdibe. (ger bav nivîskar û siyasetmedarek kurd be jî, carina dîsa jî çênabe)



10.10.2014 10:06 | simurg56

2. Ez ne yeka çêrok im lê dema Kurd bi tirkan re dizewicin çêrên ku ji bavê xwe hîn bûme (bi çêrên bavê min sê pirtûkên stûr tên nivisîn)ez jî bi wan dikim.



10.10.2014 13:54 | gulan

3. her çi qas mirov evindar be jî, tê de talûkeyên pir mezin hene bo çand û zimanê kurdî, loma bi min tiştekî ne hewce ye, lê dîsa jî her kes kêfa k..r û q..zê xwe ye



10.10.2014 18:58 | elomelo

4. li min biborin wê hinek giran be lê, alê kurd mêr be jî, jin be jî, zewaca ku bi niyandina ya/yê kurd bi dawî dibe ...



11.10.2014 02:10 | paşê min got what the fuck

5. zewaca ku piranî kurdê dikeve pê keçikeke tirk dike.

yanê gelek caran alê kurd mêr e, ya jin tirk e. ji ber ku tirk ji xwe keçkên kurdan naxwazin û hêjayê xwe nabînin. lê dema kurikek kurd serkeftî be xwediyê mehaniyek baş an jî statûyek baş be, wê demê ew jî tira xwe mezin dike, xwe hêjayê keçên tirkan dibîne û diçe bi wan re dizewice ..



11.10.2014 02:13 | paşê min got what the fuck

6. (bnr: paşê min got what the fuck)



11.10.2014 19:28 | xendekî

7. hinek cara dibe sedem ji bo xortê kurd, ku xwe û kurdîtîya xwe û biratîya tirkan rind nas bike. lê naskirina xwe û kurdîtîya xwe ya bi vî awayî, bi bahakî gellek girane.



11.10.2014 22:11 | xulam

8. dinyayê li xwe herimandin



11.10.2014 23:09 | azadixwaz

9. Zor zahmet e lê ne qebhet e..



15.10.2014 10:12 | mergehez

10. go li bakur ev tişt ne gelek ba ez bawerim her tişt wê hêsanîtir bûba.lê belê dil...



15.10.2014 17:48 | radîşo

11. (bnr: ku te gû xwar guyekî baş bixwe)



01.04.2015 11:05 | quşxaneli

12. Ji aliyê gelek kesan ve weke astenga ji bo veqetîna ji tirkiyê tê dîtin.

Yên ku vê yekê dikin xudan sloganek in jî: (bnr: bijî hevseriya gelan)



01.04.2015 11:29 | simurg56

13. zewacên ku %90 zarokên ji wan dikeve, dibin dijminên kurdan in.



01.04.2015 13:01 | nazim tolhildan

15. Yê kurd mêr jî be jin jî be ferq nake zarên wan piranî kurdî nizane. Piştre ji dibêjin me keç daye hev du, me keç hev du standiye. Her tim yê tirk ser kurdan serdest hatiye.



01.04.2015 13:41 | argeşbotan

16. wextekî min jî dil hebû ku gûyekî wisa bixwim lê mala xwedê ava be ku Xwedê nekir qismetê min û ez xelas kirim. Niha ji xwe re li kurdeke ku ji melayê cizîrî hez bike digerim. Yanî ez ê di mal de bimînim*



01.04.2015 14:13 | ceso

17. ziman û nijada evînê tune. tu kes nikare ber vê bisekine. kesek heger aqil li ser be û li gorî netewperî bikare birame jixwe ne evîndar e. evîn û aqil bi yek mejiyî de nikarin cî bigirin



01.04.2015 14:21 | bijêrvan

18. Yên ku akilên wî hebe gerek keç nede tirkan ka bipirsin çima;

law ev tirk gava ku dizewicin perê nîşanî u şîranîyê malbata bukên didin u tiştên nava malê jî herî zaf ji malbata bûken di kirin. wanan ne pir meselene lê belê meselekî heye ku meriv sahdike bîhna meriv diçike dilên meriv disekine. cîhê bûk u zave gerek malbata bûkê bikire! de heren wirdan kuçikên heram. ez keç didime we ne bese. mîzkîme orf u adete we. keç jî nadime we tîştekî jî nadime we derên ji hafa çavên min



01.04.2015 16:14 | tîrejên rojê

19. tê û diçe li ser pirsa zewaca dilî yan ya mantiqî disekine.

zewaca mantiqî herwextî ji ya dilî çêtir û serkeftîtir e. çi mêr çi jin emaneta min li nivîskarên tirşikê bi wê derewê nexapin te dî dibêjin piştî mirov ji hev hez bike dikare ji heqê her mişkîleyekî de derkeve. hûn nabînin ji ber jina hasip kaplan û zarokên wî hindik maye kurd dev ji xeyala xwe ya kurdistanê berdin. bi rastî jî mirov dema difikire, dîlemmayek e ku çar jê nabe. tu bêjî em ji tirkiyeyê xwe qurtal kin, dewleta xwe ragihînin hasip kaplan û malbata wî di navê de dimîne, tu bêjî tişt nabe ev qas sal in em û tirk bi hev re djîn em dikarin dîsa bi hev re bijîn, wê çaxê jî ked û emega bi salan, ew qas têkoşîn, keç û xortên hatine kuştin, gundên talankirî.



01.04.2015 16:41 | xwînhingivîn

20. bûyera ku nayê wateya spehîtirînbûna jinên tirk e, lê aliyê li xwe nêrîn û xemilandinê ve ji ber ku rewşa aborî ya tirkan ji jinên kurd pêşvetir e hejmara jinên tirk ên şox ji jinên kurd zêdetir e. Ji xwe serjimara kesên dibêjin em tirk in jî zêdetir e.



ji bilindbûna lîbîdoyê re mirov bixwaze nexwaze bandora li xwe nêrîn û xemilandinê bihêz e. Lê her çiqas ji bo seksê ev merc bibandor be jî zewac tiştekî din e. Kesên ku ji çanda te fêm neke, ji tiştên ku tu jê hez dikî hezneke tu nikarî pê re zehf bimînî. Eger hevserê/a tirk xwe hînî kurdî bike, ji çand û muzîka kurdî hez bike dibe ku zewac bi şadî derbas bibe, pêwîst e kurd beriya zewacê pêvajoya hevnasînê de baş bala xwe bidê yê/ya tirk ka dê eleqeya xwe ji çanda kurd tîna an na? Eger eleqeya wê/wî tune be ev bûyer dibe zewacek şaş û maş.







10.04.2015 15:15 ~15:23 | mele ehmedê nalbendî

22. (bnr: zewaca ker û kûçikan)

nizanim kî ker û kî kûçik e lê dizanim gunehekî mezin e.



08.09.2015 18:54 | dijber

23. Armanca kurdên dixwazin ji nav pergala heyî de asteke xweş ji bona xwe bidest bixin ew e ku zûtirke bibin tirk.
Bona tirkbûnê çi lazim e?
1-Aborî (Tirkbûn wekî kesên bajarî û xwedî pere hatine dizaynkirin. Tu nikari ji amedê ra bî biçî bibî tirkekî ji gundên yozgatê, lewra dibê tu li bajarekî mezin û hîç nebe ji çîna naverast bî)
2- zimanê tirkî (erê Kurdên tirkîaxêf henin û tên qebulkirin lê tirkên kurdîaxêf helbet nîn in.)
3- xwe ji gotinên siyasî, daxwazên doza neteweyî a kurdan ji dûr bixin.

Jixwe Kurdên jin bi tena serê xwe (ji malbatê cuda) nikarin tiştên wiha bikin lewma heke malbateke wiha hatibin bi hêsayî diçin ji tirkekî re dizewicin û (ji ber ku civak jinê wekî objeyeke pasîf dibîne, jin xwe jî gelek caran xwe wisa dibîne) êdî mêrê wê yî tirk çi bêje, çawa bijî rastîya jinê jî ew e.

Mêrên Kurd ên ku xwedî pere, ast, jiyaneke baş bi hêsayî diçin jineke tirk a bedew dibînin û dizewicin. Yanê bi awayekî sergirtî dibêjin ku; bona tirkbûnê çi hewce be min kir êdî vê şûnda jî divê malbateke rastî jî tirk ava bikim.

Mêrên Kurd û qaşo polîtîk, xwedî fêm jî diçin bi tirkan re dizewicin ji ber ku jixwe siyaseta tevgera kurdan jî vê yekê palpişt dike û ev kesana di binêhişê xwe de dibên "jixwe ez mêr im, ez çi bim malbata min e jî ew be. yanî malbata min e kurd be" Lê encax gû belav dikin;ji ber ku ev mesela jinbûn, mêrbûnê bêtir girêdayî çanda, zimanê desthilatdar e. Yanê tu çi mêr an jî şêr bî jî heke biçî li japonyayê jineke japon re bizewicî dibe ku çavên kurê te neşibe japonan lê çand,ziman û aîdîyeta wî ye japonî be. Mixabin desthilatdariya ziman û polîtik a tirkan li bakûrê Kurdistanê ew qasî hêzdar e ku meriv dikare mînaka japonyayê ve berhev bike.

Bêyî vê; Kurdbûn, tirkbûn, japonbûn nasnameyên neteweyî nin. Miroveke ji qirêjî û gunehên tirkbûnê haydar û li dijberî vê qirêjîyê ditêkoşe dê-bav, ziman û çanda wî çi dibe bila be ew kes tirk nîn e. wekî vê kesên kurdî xeber didin lê ji bona dagirkerên kurdan, bona entegrasyona kurdistanê kar dikin jî kurd nîn in. ji ber ku "kurbûn, tirkbûn, fransizbûn" nasnanameyên neteweyî nin û bona hevparîya vê nasnameyê hin şertên diyar henin. Lewma jî mijara ziman, çand cuda ye a polîtîk cuda ye.



18.09.2018 12:08 | jifêzagorda

24. ne baş ne baş ji keçikê tirkan dûr kevin.



18.03.2019 00:15 | brzn

26. Zewaca ku ez li dijî wê me. Ji xwe kurd têra xwe hatine bişaftin îja bi vê cureyê zewacê jî dê bibin netewperestên tirk. Mînakek ji wan di malbata min jî de heye mixabin. Ji vî aliyê ve Elewiyên Antakyayê bisiûd in, ji ber ku zewaca bi sunniyan re napejirînin.



27.05.2020 16:48 | xabûrî

27. zewicandinên divê neyê qebûl kirin. dêya min behs dikir. demên berê mirovên ji qeyserîyê dihatin kurdistanê keçiken kurd bi çend qurişan dikirîyan wekî ajalan. ew polîtîkayekî dewletê dagirker bû. dizanî bû ku her tişt bi jinê destpê dike. jin, dayîk e çawa zaroka xwe perwerde bike, ew zarok wisa be. jin, civakê, civakê digûherîne. wana bi ve avayî dixwastin gelê kurd bişaftinê derbas bikin.

"haydi kızlar okula" jî qampayayeke dewletê ji bo bişaftina jinan bû. ne ku ji bo wana pêş bixin ji bo ku wana ji kurd bûyîne derxin. kurdî bîr bikin ku li malê tirkî biaxivin û malbat bikin tirk. wekî her malêke de ajaneke dewlete çêbibe.



27.05.2020 23:27 | renasroz

28. Êdî Ji %99 bi bişavtina Kurdan encam dide. Ji ber vê ez dijî vê zewacê me.



28.05.2020 15:48 | kajav

29. Zewace ku gelek pisrgirêkan bi xwe re têne.
Bi piranî jî ji aliyê bişaftinê vê.
Teqez zimanê yekê/î bindest dimîne.
(Erê car caran belkî ne wilo be, lê bi piranî wilo ye)

Mînak: dema min li lîsayê dixwend, mamosteyekî me yê kurd hebû û jina wî tirk bû.
ji me re digot, ez bi kurikê xwe re Kurdî diaxivim û jina min jî bi tirkî, ji herdu zimana jî kêm namîne. ( lê ev tenê di nav gelê kurd de ji sedî 1e, mixabin)

her wiha ne hewceye em dûr bikevin, îsal dema ez çûm amedê ba hevalekî xwe
min bi çend hevalên xwe re da naskirin. Di nav wan camêran de yek hebû ku diya wî kirmanc û bavê wî jî kurmanc bû.
Hûnê bêjin ma ji vê xweştir çi he ye?
ne wilo?
na welleh ne wek ku hûn difikirin derket, malbat di nav xwe de bi tirkî diaxivîn( ne ji ber ku dê û bav ji hev fêhm nakin ha, ji xwe kesên ku çûbin amedê, gelê amedê hin ji wan hem kurmancî, hem jî kirmanckî dizanin).

an jî ez mînakekê di nav nasên xwe bidim,nasên me yên ku li nav tirkan di dijîn.
bi zarokên xwe re bi tirkî û di nav mezinan de jî bi kurdî diaxivin.
ma me çi ji vî karî fêhmkir dqn.
kesî li we nedayê zorê jî, hûn çima wek bi zarokên xwe re bi zimanê xwe naaxivin.

ez dibê qey min zêde dûvdirêjkir, ya baş ez bes binivîsim *
derd û kûlên * kurdan xelas nabin :(



28.05.2020 16:10 | merwano

30. Mixabin ez jî tirkek re zewicandîme..
Ez însanên welatperwer re peşniyaz nakim..Lewra zarokên we axlebî tirkî xeberdidin û wekî tirkek mezin dibin..
Rastî ez di hemberî vê de ditekoşim..
Ka em ê demekê direj de bibînin xebata me biserkeve an na..



28.05.2020 18:23 | xeletnivîs

31. zewaca ku ewqa zahf naye kirin. lê mesele ne zewaca tirk û kurda ye. kurd bi hev ra jî bizewicin êdî zarokên xwe weka yên tirka mezin dikin. piştî go zarok asîmîle bû, dê û bavê we kurd be çi ye, tirk-kurd be çi ye.



10.12.2020 11:56 | hueyn

32. dawîyê da kurd asîmîle dibe



10.12.2020 12:28 | doesntmatter

34. Êdî zewaca Kurd û Kurdan ti fêde tê de nemaye, ferqa wan ji Tirka tune. Zewaca Kurd û Tirkan normal e, xwe aciz nekin.



24.04.2021 21:37 | xabûrî

35. zewaca kurd û tirkan/132444 Xwedê ev gotin rast e. Ezê nihaka ji we re 2 mînaka bidim.
1-Xaltîka min (Kurmanc) + Mêrê wê( Kurmanc)= Zarok (?)
2- Pismamê min (Kurmanc) + Jina wî ( Kurmanc)=Zarok (?)

(?)= Kurmancên ko Kurmancî nizanin.
Meriv nikari bêje Tirk ji ber ko dê û bav Kurd in lê nikari bêje Kurd ji ber ko Kurdî nizanin.



24.04.2021 23:27 | pîroz

38. zewaca ku minakek e wê demek nêz de şahidbûm ;

keç xort
-kurd -tirk
-sunnî -elewî
-keça hêcîyan -lavê arak vexwaran

ku gotina keçê xasî û xwenzûr gef a lê dikin sixêfan pê re dibejin ku tişten nayên bilêvkirin.
dema sixêfan lê dikin kurdbûn a wê wek kamasîyêk û xerabîyêk pêşberê we tê gotin.
dawîya rewşê psîkolojî ya keçik ê xera dibe.dixwaze zerarê bide xwe.lawik dixwaze dev keçikê berde lê de û bavê keçikê xwedî kîza xwe dernanê.
dawî; tu kesî xêr zewacên wusa nedîtîye...



01.05.2021 22:11 | golikvan

39. Gelek naskirîyên min hene ku bi tirkan re zewicîne. lê ew jinên tirk piştî hatine mala kurdan fêrî kurdî bûne. lê dem guherî.

ha ji we re rewşa nû:




01.05.2021 22:18 | yûsiv

40. li ser zewaca Kurd û Tirk'an dibêjim ku;
çawa ku Îslam dibêje zewaca misilman û xirîstîyana ne meşru ye her wuha zewaca Kurd û Tirk'an jî bi xeter e, dibe ku alê Kurd ser Tirk'an da here...



01.05.2021 22:56 | rihamed

41. Ne tiştekî bi xêr e
Xwezî mêr bê jin û jin bê mêr bimînin lê ne zewicin.



01.05.2021 22:58 | ysfcevher

42. zorôkên wan nîv tirk nîv kurde lê ji zarokên tirka zêdetir tirk bûnê hez dikin û kurda nefret dikin.



01.05.2021 23:27 | edd

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» zewaca kurd û tirkan
» kurdistan ey nîştimanim
» tirkan şoray

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî