Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mayakovskî - tirşik
mayakovskî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Vladîmîr Vladîmîrovîç Mayakovskî yan jî Vladîmîr Mayakovskî (z. 19'ê tîrmehê 1893 – m. 14'ê avrêlê 1930), helbestvanekî rûs e.

Di helbestê de pêşengekî herika futurîzmê ye. Di sala 1930î de bi debançê xwe kuştiye. Helbestên wî yên li ser delala wî Lîlî Brîk gelek navdar in.



18.07.2013 21:08 | cirano

2. wextekî her xeşîm helbaskarê kurdan bi navê vî benîştî dest bi gotinan dikirin.Ji ber vê yekê min tu carî nexwand, li ber çavê min reşbû raste ez ji mela aciz bûm naçime mizgeftê (bnr: ji bêna fisên xwe xeyidî ji guyê xwe)



18.07.2013 23:01 | tivirloismail

3. weşanên nûdemê di sala 1997an de helbestên wî yên bijarê bi kurdî weşandiye ,nûsxeyek ji vê berrhemê li pirtûkxaneya medyayê heye..



07.10.2013 22:05 | arami

4. helbestvanê şoreşê



07.10.2013 22:10 | newenda

5. şa'irê navdar yê ûrûs. Helbesta wî ya ewrekî bişalû nameyên wî yê ji bolili brikê nivîsîne navdar û seyr in. Heyf û mixabin şairê gewre di rûleta ûrûs de miriye. Piştî mirina wî ya dilşewat û bêwext şairekî din yê ûrûslermontovhelbestek bi navê mirina helbestkar nivîsiye. Li tesadûfê binerin lermontov jî bêwext çûye rehma Xwedê.



Heger hûn bixwazin-

ez dikarim dilovan û çandiyar bim



-ne wek mêrekî, iê wek ewrekî bi şal bim.



(bnr: mayakovskî)

Werger: S.demir.



26.01.2015 22:07 | seydayê_peyvan

6. vladîmîr vladîmîrovîç mayakowskî. helbestkarê komunîst. 1893'yan de li gurcistanê ji rehma diya xwe derketye û çardê avrêla 1936'an de gulleyek kirye dilê xwe de! li rûsyayê di hêla wêjeyê de yek ji damezrênerê futurîzmê ye. tesîr li gelek helbestkarên kurd û cîhanê kirye. di helbestên wî de coş û heyecana şoreşê mîna rep repa lingê leşkerê sor xwe dide der. helbestên derbarê çîna karkeran de zindî, tîndar, kesîf e; heman demê de hin helbestên wî de melankolî heye. di helbesta bo hezkiriya xwe lîlî brîk wek nameyek nivîsîyî de lûtkeya eşqê digihîne erşê. bi dastana lenîn jî berhemek bêhempa diyarî partîya komunîst a yekitîya sovyetan dike.

ji helbesta sirûda me:

dengê lingê serhildanê, li qadan bide!
Ber jor, rêza serên şanaz!
Em ê, bi duyemîn tofana Nûh
Ji nû ve hilweşînin hemû bajarên dinê.
...
Bextewarîyê vexwe! strana xwe bistre!
bihar e li demarên me diherike
bila lê bide dil newaya şer
di sînga me de ku trambêtek sifir e.



03.03.2020 19:51 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mayakovskî

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî