Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 40 peyam
amedspor - tirşik
amedspor
(13) (1) (4)
di mijarê de bigere

36. Ne kurdistan espanya ye ne jî amedspor barcelona ye. Xwezî wisa bûya lê ne wisa ye. Lêwma gêwî li xwe dirandin bê feyde ye. Ev mijarên gog û her çend tişt dîn bitenê rûyêkî dagirker e û gellek keyfa wan li cih e ku ev ciwanên serhişk û har qehra xwe li van derên beredahî derdixin xwedê neke ev qehra wan ber bi kolanan an jî çiyayan ve biçûya..Xwezî biçûya lê naçe şape li nezanînê de were erê wellehî.....qehra ku em behs dikin jî -qehrekî li dijî dagirker veşartiye haya kesên bindest jê tune ye-(bnr: franz fanon)



30.01.2016 00:21 ~14:36 | nejwan

37. îro li amedê bû sedema coşekî mezin. mala ava. ji mêj ve ye li kurdistanê coşekî wisa çênebûbû, îro bi serkeftina wê jiyan ket kolan, birç û sûrên amedê.



31.01.2016 17:34 | wiha wilo wisa

38. tîma şerefa lîstikvanên wê heye di serîde deniz naki



31.01.2016 22:48 | shorbevan

39. Tîma ku ez wan hezaf caran pîroz dikim. Bi rastî serkeftineke pir mezin bidest xistin.

Ji ber ku ev serkeftin li hember bursasporê hat standin, hê qîymettir e bo me * di vê rojevê de ku tenê ji mirinan pêk tê, ji me re bû moralek. Gelek spas.



01.02.2016 00:09 | brusk56

40. go dibe amedspor tişta te bira mirov;



cima barcelonake kurda ji nebe



01.02.2016 15:39 ~15:42 | dilgeş

41. wellehî bû kelemek tûj di çavên tirkên nijadperest de.

kêfa min jî anîn. xwezî dersek bidana osmanlisporê jî.



02.02.2016 18:50 | simurg56

42. taxima komputerên wan ji ber hinek twitan hatîn desteser kirin. heta ku ew ewqas ji kurdan aciz in wê kurd her tim bi nasnameya xwe bixin quna wan de ku ew ji bîr nekin, kengê ku em jî bun weke wan wê demê wê ew jî rehet bibin.



nîşe: ji ber rewşa siyasî ya welêt peyamên minde ji normalê zêdetir gotinên argo û peyvên 'bêmane' derbas dibin. biborin an jî we nevê neborin ne zêde xem e.



03.02.2016 09:34 | azadixwaz

43. wê sibe derkeve maça fenerbahçe'yê. maç li amedê ye lê mixabin wê aligir tune bin. ne yê amedsporê ne jî yê fenerbahçeyê. û dîsa mixabin wê deniz naki jî tune be..



09.02.2016 00:04 | brusk56

44. ji aliyê fenerbahçeyê ve jî nehat têkbirin. ev 10 maç in bêtêkçûn diçe. her ku tirk hêrs dibin û zêdetir ceza didinê, ew serkeftîtir dibin. min ji vê îşê hez kir.



09.02.2016 20:52 | simurg56

45. tîma min matmayî hiştî. yaw em çi bêjin hindik e! di vê rewşa kambaxde, weke ronahiya li dawiya tunelê ye.



09.02.2016 20:55 | azadixwaz

46. tîma îro faşîstên ku tîma galatasaray digirtin jî kiribû fenerbahçeyî lê her bijî jêre kêfa wan lixwe nehanî, em hêvîyê bi serketina jêdikin..



09.02.2016 21:31 | shorbevan

47. êdî tam bûye tîma kurdistanê. dayikên aştiyê jî ji bo piştgiriyê çûne maça wan *



08.05.2016 10:35 | simurg56

48. tîma min axaftinên alîgirên wê dayikên aştiyê dît min carek din dît ku em(hûn) kurd çiqas gunene di pey van zilm û zora li wan dibe dîsa dibêjin mirovahî divê wisa be lê dijmin wisa nabêje ewê çewa be? ewê kurd tev kîngê rabin bibêjin bese?... ?.....?...?



08.05.2016 12:12 | shorbevan

49. tîma ku îsal di herdû maçên pêşî de 4 puan standin.

wê sibe jî bi nazilli belediyesporê re bilîze. înşelleh 3 puan a me ye.



16.09.2016 12:47 | brusk56

50. vê heftiyê dîsa nekarî 3 puan bistîne. temam deplasman bû û reqîp jî ne tîmek xerab bû, lê ew qas pozîsyon reviyaye ku mirov bi rastî pir aciz dibe. bi vî awayî bidome wê îsal jî nekare derkeve.

heftiya bê jî wê bi istanbulspor bilîze ku aniha di rêza yekem de ye.

lê vê carê baweriya min tam e. vê heftiyê 3 puan a me ye.



19.09.2016 18:20 | brusk56

51. heta ku dalkurd heye eyb e ku mirov behsan van tîm û taximên tirkmanc bike.



20.09.2016 02:46 | endazer

52. li ser amedsporê stranek çêkirine. stran û dîmen xaş in belam bi tirkîtî ne gotin.
xazika bi kurdî çêkirana..
lê dîsa jî xaş bûye*





10.04.2017 10:54 ~10:56 | bûtîmar

53. (bnr: amed sportif)



30.09.2017 19:28 | elaziz izzetpasa camii

54. tîma ku îsal ji kehra xwe em kuştin.



19.12.2017 08:19 | brusk56

55. di sezona nÛ de, despêkek gelek gelek xerab kir.
heta niha ji 4 maçan tenê puanek standiye.
lê dîsa jî şampiyonê me ew e.



22.09.2019 14:04 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» amedspor vs bursaspor

Kategoriyên mijarê:: sporfutbol kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî