1. navê nû ya diyarbakır büyükşehir belediyespor e. amblema xwe jî guheriye û bûye kesk û sor û zer. ser xêrê be. îşelleh bikeve super lîgê jî. niha 2. lîga spor totoyê de dilîze. |
|
29.10.2014 08:02 |
simurg56
|
2. tîma ku ez ê ji Diyarbakır Büyükşehir Belediyesporê zêdetir bixwazim bi ser bikeve.. |
|
30.10.2014 01:37 |
brusk56
|
3. tîma berê ne eşkerebû bê çi ye. Niha bûye tîmeke Kurdî, bi hêvî me li ser rêya kurdîtiyê bimeşe |
|
30.10.2014 01:55 |
berxweda
|
4. tîma ku di maça turkiye kupasıyê de albimo alanyasporê 3-2 têk biriye û heq kiriye beşdarî koman bibe. |
|
30.10.2014 10:13 |
brusk56
|
5. tîma ku ji ber navê wê kurdî ye, başe lê înşellah nebe sedema dejenere bûna ciwanên amedî. |
|
31.10.2014 16:02 |
nazim tolhildan
|
6. tîma ku îro li amedê li dijî gumuşhanespor lîst û nekarî bi ser keve. maç 1-1 xelas bû. |
|
02.11.2014 15:42 |
brusk56
|
7. "amed" xweş e lê "spor" nebûye. êdî ev klîşeyeke berê ye divê êdî komên futbolê yên nû dev ji van navên eblogeblo berdin, bi min bibûya "amed spor kulübü" (amed sk) yanî "koma werzîşê ya amedê" (kw amedê) çêtir bû. |
|
02.11.2014 16:36 |
ceso
|
8. Navê vî guherandin baş e, li twitter ê de tenê tirkî dinivîsin ev ne baş e. |
|
02.11.2014 17:51 |
mîr
|
9. di nav werzişede şoreşeke,dibe hemû komen werzişedin jî nave xwe biqulbenin,mînak colemerg SK,geverspor hwd. (bnr: her bîjî zimane kurdî) |
|
02.11.2014 19:19 |
hûteheftserî
|
10. tîma ku min duh peyamek avêt rûpela wan a facebookê û axaftineke wisa derbas bû di nav me de ; |
|
02.11.2014 20:49 |
brusk56
|
12. tîma min a nû* |
|
02.11.2014 21:42 |
ferhenga şikestî
|
14. Vê êvarê di sehaya galatasarayê de. 2-0 bera wê daye |
|
22.01.2015 23:01 |
mergehez
|
15. tîma ku keyfa kurdan xweş kiriye. |
|
22.01.2015 23:34 |
brusk56
|
16. kifş bûye ku, îşev bi serketina li hember galatasaray'ê ve ez jî tê de bala gelek nivîskaran kişandiye ye. |
|
22.01.2015 23:39 |
nazim tolhildan
|
18. a ku ne tîma karî serkeftinekê li ber galatasarayê standî ye.qasê ez zanim tîmeke bi navê amedspor heye lê yê du gol avêtîngalatasarayê diyarbakirspor e. ez jisporê zêde fêhmnakim lê ku xelet be bila yek ji min re bêje. |
|
22.01.2015 23:53 |
azadixwaz
|
19. tîma bajarê min a ku kutaye di qûna galatasarayê re! de bikutin aslanlar bikutin! |
|
22.01.2015 23:58 |
ferhenga şikestî
|
21. jı bo azadîxwaztêbinî: tîma ku îşev leyîstiye amedspor e lê bes hê navê wê yê fermî nebûye amedspor... |
|
23.01.2015 00:03 |
ferhenga şikestî
|
22. Tîma Amedê ye. Berê navê wê tîma bajarê mezin a Amedê bû. Di kongreya xwe ya nû de biryara guhertina navê xwe da. Navê xwe wek Amedspor guhertin. Lê hê li ba tffê navê wê yê berê tê bikaranîn. Wê heta salek din navê xwe yê nû bikar bîne. |
|
23.01.2015 00:13 |
xendekî
|
24. Navê nû yê tîma diyarbakır büyük şehir belediyesi ye, lê hê ti fermiyetê de nehatiye erêkirin û tescîl kirin. Amedspor ango diyarbakır bşb îro tîma galatasarayê skora 2-0 têk biriye kêfa herçar parçê kurdistanê lehzeyek be jî anîye cih. Lê tirsa gel ewe ku ev yek zirarê bide pêvajoya aştî û çareseriyê. |
|
23.01.2015 01:47 |
seydayê_peyvan
|
25. tîma kurdanê ke ewro di heb eştî gs ra. Sey nivîskarê bînan, ez zî tîmêk nêtepişnena, la belê ewro ez zaf kêfweş bîya. |
|
23.01.2015 01:59 |
endazyar
|
26. tîma ku heftiya borî li gel bandirmasporê, di deplasmanê de 2-2 ma û pûanek stand ji şampiyona lîgê. futbola ku 4-5 heftî ye tê lîstin gelek baş e. bi vî awayî bidomîne wê bimîne play-off an û heye ku bikare derkeve lîga jor jî. |
|
09.02.2015 09:44 |
brusk56
|
27. Dişibe zarokên salên dawî ew zarokên ku navê wan kurdî ye lê belê peyvekî kurdî nizanin. Ev jî wusa ye hemû fealiyetê xwe bi tirkî dike, keno navê wî kurdî ye min tiştek jê fahm nekir. |
|
15.02.2015 23:14 |
mîr
|
28. hîn li deplesmanê tu tîm têk nebirine. Ve heftê roja yekşemê li hemberî Kırıkkalesporê li mala xwe wê bilize |
|
27.03.2015 21:33 |
cîncoqo
|
29. fitbola endustriyel tiryakeke baş e ji bo tevizandin û tepisandina civakekê, xwezî kurdan hîç destê xwe nekiribûya di nav vê gemarê de, li ba min hîç ferqa diyarbakırspora berê ku nêzikî dewetê bû û amedspora nêzikî partiyê nîne, herdu jî yek tiştin. |
|
27.03.2015 22:16 |
xwînhingivîn
|
30. tîma ku îro li amedÊ, tarsus idman yurdu 2-0 têk bir. aniha di rêza 5ê de ye. |
|
18.10.2015 16:59 |
brusk56
|
31. tîma sporê ya navê xwe gûhertî. navê wê ya pêşîyê "diyarbakir büyük şehir belediyesi" bu. |
|
19.10.2015 09:59 |
mijdar
|
32. tîma ku îro derket maça eyûpsporê. |
|
03.11.2015 22:19 |
brusk56
|
33. ez ne bawer im ku îsal jî bikare derkeve lîga pêş. aniha d, rêza 6ê de ye. ji xwe bimîne play-off'an jî îxtîmal %25 e. |
|
03.11.2015 22:36 |
obamayê qunreş
|
34. tîma ku duh 2-1 karî bandırmaspor'ê û despêkeke baş çêkir di kupaya tirkiyê de. |
|
17.12.2015 10:43 |
brusk56
|
36. 20 hezar tl ciza xwariye ji ber ku di pêşbirka başakşehirê de "propagandaya îdeolojîk" kiriye. |
|
29.12.2015 23:34 |
brusk56
|
37. tîma ku wê îro saet 16.00 an de, derkeve pêşbirka şanlıurfasporê. ger bikare rihayê têk bibe hema bêje wê teqez ji koma xwe ya türkiye kupasıyê derkeve. |
|
11.01.2016 08:18 |
brusk56
|
38. Îroj li pêşbirka Şanlıurfasporê li ser tribune GAP Arena "şehitler ölmez vatan bölünmez" û "PKK dışarı" hate gotîn.faşîzm neçêye... |
|
12.01.2016 00:21 ~00:49 |
nanê şewitî
|
39. tîma ku îro di deplasmanê de, li hember medipol başakşehir'ê dîsa serkeftinek pir mezin bi dest xist. heta deqeya 67'an 2-0 pêş de bû. paşê di 67 û 90'an de 2 gol xwar û maç 2-2 xelas bû. |
|
29.01.2016 00:00 |
brusk56
|
40. tîma fitbolê a bajarê amedê temsîldike, ew jî wekî amedê jî neheqîya bê par namîne di pirahîya lîstikên wande bi serbikebin jî dîsa şer û pevçûn dertên.. hewqas ceza jî didin wan dîsa gavek paşde navêjin timî bi ya xwe dikin.. listika wê a li hemberî bursasporê ewê bê alîgir be xwedê nehêle.. em hevîdikin kesên bi hebûna wê di qehirin ew jî wan ji qehrê bêpar neke û em hevîya serketinan jê dikin.. |
|
29.01.2016 23:29 |
shorbevan
|
41. Ne kurdistan espanya ye ne jî amedspor barcelona ye. Xwezî wisa bûya lê ne wisa ye. Lêwma gêwî li xwe dirandin bê feyde ye. Ev mijarên gog û her çend tişt dîn bitenê rûyêkî dagirker e û gellek keyfa wan li cih e ku ev ciwanên serhişk û har qehra xwe li van derên beredahî derdixin xwedê neke ev qehra wan ber bi kolanan an jî çiyayan ve biçûya..Xwezî biçûya lê naçe şape li nezanînê de were erê wellehî.....qehra ku em behs dikin jî -qehrekî li dijî dagirker veşartiye haya kesên bindest jê tune ye-(bnr: franz fanon) |
|
30.01.2016 00:21 ~14:36 |
nejwan
|
42. îro li amedê bû sedema coşekî mezin. mala ava. ji mêj ve ye li kurdistanê coşekî wisa çênebûbû, îro bi serkeftina wê jiyan ket kolan, birç û sûrên amedê. |
|
31.01.2016 17:34 |
wiha wilo wisa
|
43. tîma şerefa lîstikvanên wê heye di serîde deniz naki |
|
31.01.2016 22:48 |
shorbevan
|
44. Tîma ku ez wan hezaf caran pîroz dikim. Bi rastî serkeftineke pir mezin bidest xistin. |
|
01.02.2016 00:09 |
brusk56
|
45. go dibe amedspor tişta te bira mirov; |
|
01.02.2016 15:39 ~15:42 |
dilgeş
|
46. wellehî bû kelemek tûj di çavên tirkên nijadperest de. |
|
02.02.2016 18:50 |
simurg56
|
47. taxima komputerên wan ji ber hinek twitan hatîn desteser kirin. heta ku ew ewqas ji kurdan aciz in wê kurd her tim bi nasnameya xwe bixin quna wan de ku ew ji bîr nekin, kengê ku em jî bun weke wan wê demê wê ew jî rehet bibin. |
|
03.02.2016 09:34 |
azadixwaz
|
48. wê sibe derkeve maça fenerbahçe'yê. maç li amedê ye lê mixabin wê aligir tune bin. ne yê amedsporê ne jî yê fenerbahçeyê. û dîsa mixabin wê deniz naki jî tune be.. |
|
09.02.2016 00:04 |
brusk56
|
49. ji aliyê fenerbahçeyê ve jî nehat têkbirin. ev 10 maç in bêtêkçûn diçe. her ku tirk hêrs dibin û zêdetir ceza didinê, ew serkeftîtir dibin. min ji vê îşê hez kir. |
|
09.02.2016 20:52 |
simurg56
|
50. tîma min matmayî hiştî. yaw em çi bêjin hindik e! di vê rewşa kambaxde, weke ronahiya li dawiya tunelê ye. |
|
09.02.2016 20:55 |
azadixwaz
|
51. tîma îro faşîstên ku tîma galatasaray digirtin jî kiribû fenerbahçeyî lê her bijî jêre kêfa wan lixwe nehanî, em hêvîyê bi serketina jêdikin.. |
|
09.02.2016 21:31 |
shorbevan
|
52. êdî tam bûye tîma kurdistanê. dayikên aştiyê jî ji bo piştgiriyê çûne maça wan * |
|
08.05.2016 10:35 |
simurg56
|
53. tîma min axaftinên alîgirên wê dayikên aştiyê dît min carek din dît ku em(hûn) kurd çiqas gunene di pey van zilm û zora li wan dibe dîsa dibêjin mirovahî divê wisa be lê dijmin wisa nabêje ewê çewa be? ewê kurd tev kîngê rabin bibêjin bese?... ?.....?...? |
|
08.05.2016 12:12 |
shorbevan
|
54. tîma ku îsal di herdû maçên pêşî de 4 puan standin. |
|
16.09.2016 12:47 |
brusk56
|
55. vê heftiyê dîsa nekarî 3 puan bistîne. temam deplasman bû û reqîp jî ne tîmek xerab bû, lê ew qas pozîsyon reviyaye ku mirov bi rastî pir aciz dibe. bi vî awayî bidome wê îsal jî nekare derkeve. |
|
19.09.2016 18:20 |
brusk56
|
56. heta ku dalkurd heye eyb e ku mirov behsan van tîm û taximên tirkmanc bike. |
|
20.09.2016 02:46 |
endazer
|
57. li ser amedsporê stranek çêkirine. stran û dîmen xaş in belam bi tirkîtî ne gotin. |
|
10.04.2017 10:54 ~10:56 |
bûtîmar
|
58. (bnr: amed sportif) |
|
30.09.2017 19:28 |
elaziz izzetpasa camii
|
59. tîma ku îsal ji kehra xwe em kuştin. |
|
19.12.2017 08:19 |
brusk56
|
60. di sezona nÛ de, despêkek gelek gelek xerab kir. |
|
22.09.2019 14:04 |
brusk56
|
61. îsal heta niha ji 14 maçan tenê 14 puan stand. |
|
27.11.2019 00:10 |
brusk56
|
62. Tîma ku ji alîyê wezereta naxweyî Suleyman Soylu ve hedef hate nîşandan |
|
27.11.2019 20:30 |
azad30
|
63. tîma ku bi daxûyaniya dawî a suleyman soylu'yê hebûna wî ketiye xetereyê de. |
|
27.11.2019 22:51 |
brusk56
|
64. tîma ku 4 maçên dawî ên li mala xwe de lîst, bi piştgiriya aligiran, hemûya qezenc kir. |
|
08.12.2019 23:34 |
brusk56
|
65. Çîmentoya ciwanên Kurd ên li ser hîmekî welatparêz û xwenas ava dibe ye. |
|
09.12.2019 13:09 |
dijberîst
|
66. Heta vê sersalê di amedstorê daxistinek pir xweş heye. Hinek hirka û kinc 25 a ne. Stumal 10, îskan 10, forma 50 a ne û gelek tiştên din de jî daxistin heye. |
|
29.12.2019 22:10 |
azad30
|
67. îro suleyman soylu gotiye min mûfetiş şand amedspor'Ê tam wek gotina min derket. şaredariya bajarê mezin û şaredariya ferqînê alikariya amedspor'ê kirine. |
|
30.12.2019 21:36 |
brusk56
|
68. Di vê navberê ji Amedspor ê 3 lîstîkvan çûn her du forvetên zîrek muhammet burak taşdemir, furkan yaman û bulut kaya. |
|
10.01.2020 17:46 |
azad30
|
69. tîma ku îsal qet rewşek gelek xerab de. aniha di rêza 16'ê de ye. |
|
06.02.2020 12:00 |
brusk56
|
70. heftiya borî, li rihayê 5 gol avêtin şanliurfaspor'ê. lê ev ne ew qas nûçeyek baş e ji ber ku herkes rihayê têk dibe. |
|
11.02.2020 21:30 |
brusk56
|
71. Beriya ku pêşbazî îptal bûn, di rewşek ecêb xerab de bû. |
|
02.05.2020 18:34 ~20:34 |
brusk56
|
72. ez bi xwe zêde ji gogê hez nakim. |
|
02.05.2020 19:54 ~19:57 |
merwano
|
73. tîma ku hêviya me ew bû, lîg bên îptal kirin û di lîgê de bimîne. ji ber ku ger lîg neyên lîstîn, wê ji lîg ketinê jî rakin bo îsal. lê tff biryar da ku hemû lîg bên lîstin. piştî vê biryarê îxtîmalê di lîgê de mayînê gelek kêm bû. |
|
09.05.2020 19:25 |
brusk56
|
74. Sirûdeke wan ji aliyê Serhado ve: |
|
22.11.2020 13:48 ~2021.06.11 21:22 |
merwano
|
75. Min maskeyek logoya vê timê liserê çapkirî sitend û li ser devê xwe xist û ji xwere kir berdevk a ecêb logoya wî a liser maske kî li ber devê min liser maske dibîne dibêje ew çi quze te li ser devê xwe xistiye * |
|
22.11.2020 23:42 |
shorbevan
|
76. li ser hemÛ lÎg-an ê tu maçê wûnda nekirine tenê amedspor ma :3 |
|
20.11.2023 22:39 |
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas
|
77. Îro maça xwe qizinc kir û li lîga xwe serket* Bi xêra Amedsporê îroj kêf kêfa me ye. Rêya şampiyoniyê li ber te û vekirî be Amed* |
|
5 roj berê 20:36 |
horhorik
|
78. Ji bo Kurdan Amedspor diyariyeke xwedê ye. Her hebî Amed. Her bijî Amed. Her bijî tîma Kurdan. |
|
5 roj berê 21:01 |
xemberzêr
|
80. Ne tenê serkeftinan de her tim Amedspor. |
|
5 roj berê 22:19 |
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas
|
81. Kastamonûspor têk bir, her bijîn bi lîskevan û alîgirên xwe. Pîroz dikim. Bi hêvîya serkeftinên çêtir. |
|
5 roj berê 23:39 |
bayê xerbî
|
82. Tîma ku ji aliyê şopînerên medyaya civakî jî gelek pêş ketiye. |
|
4 roj berê 09:21 |
cinorek
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |