Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 7 peyam
    turgut uyar - tirşik
    turgut uyar
    (0) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. Turgut Uyar ( 4 Tebax 1927, Ankara - 22 Ağustos 1985, İstanbul), Helbestvanekî Tirk e.

    Di helbesta Tirkiyeyê de nexasim di nav lebata nûyê duwem de ciyekî grîng digre.



    2013.07.18-21:28 | cirano

    2. helbestek xwe da qala kurdistanê dike ber wê yekê em urd pir hezdikin em şerm nekin emê bijên helbasta kurdistanê



    2013.07.18-23:51 | rojabaz

    3. helbesta wî ya bi navê "yokuş yol'a" gelekî baş e.



    yokuş yol a



    güllerin bedeninden dikenlerini teker teker koparırsan

    dikenleri kopardığın yerler teker teker kanar



    dikenleri kopardığın yerleri bir bahar filân sanırsan

    kürdistan'da ve muş - tatvan yolunda bir yer kanar



    muş - tatvan yolunda güllere ve devlete inanırsan

    eşkıyalar kanar kötü donatımlı askerler kanar



    sen bir yaz güzelisin, yaprakların ekşi, suda yıkanırsan

    portakal incinir, tütün utanır, incirler kanar



    bir yolda el ele gideriz, o yolda bir gün usanırsan

    padişahlar ve muşlar kanar, darülbedayiler kanar



    muş - tatvan yolunda bir gün senin akşamın ne ki

    orada her zaman otlar otlar ergenlikler kanar



    el ele gittiğimiz bir yolda sen git gide büyürsen

    benim içimde çok beklemiş, çok eski bir yer kanar





    Wergera wî jî tiştekî wiha ye





    (bnr: rêya berbijor re)



    ger ji bedenên gulan tu striyên wan yek bi yek biqetîne

    cîhên te strî jê qetand wê yek bi yek xwîn bibe



    cîhên te strî jê qetand tu gûman bike wekî biharek e

    li Kurdîstanê û li rêya Mûş û Tatwanê cîhekê xwîn bibe



    ger di rêya Mûş û Tatvanê de tu bi gula û dewletê bawer bibe

    eşqiyayên xwîn bibe, leşkerên bed-arast wê xwîn bibe



    tu xweşikek havînê ye, pelên te tirş in, di avê de werin şûştin

    porteqalê biêşe, titûnê fedî bike hejîrên xwîn bibe



    dest li dest emê herin di rêkê de, di wa riya de ger tu rojekê bêzar bibe

    padîşahên û Muşên xwîn bibe, darulbedayîyên xwîn bibe



    rojekê di rêya Muş-Tatwanê de êvarek te çiye ku

    li wir her dem gîha diçêle xamatî xwîn dibe



    ger rêyeka em dest di hev de diçin tu peyderpey mezin bibe

    di hundirê min de cîhekî pir bendewar, pir kevnar wê xwîn bibe



    Turgut Uyar

    wergêr: M. Salih Atmaca & Cengiz Oktay



    2015.05.23-09:35 [guhertin:2015.05.23 09:54]| arya jîyanda

    4. Jineke ku "her tiştî bi dû re ve hînê min kir" ez hînê vê helbestê kirim. Bi dû re ve ez cardin hinek kêm bûm. Hêjî kêm dibim. Wergera helbestek wî waha hatî kirin:





    Palyaço

    I

    Min çend kesan kuşt di xiyalên xwe de

    Çend kîlo tê tenêtî

    Çend caran pelçiqîm

    Di bin barana havînê de



    Belkî jî palyaço digirîn di sihara duşemê de

    Her ku sîrk xwuya dibû em kelogirî dibûn

    Em her kelogirî dibûn ji halê xwe yê pê tê kenîn



    Kî hez ji kulîlk nedikir

    Min go “ez hez nakim” got “derew e”



    Palyaça got vê

    Palyaço got û min nivisand

    Min nivisand, ger min nenivisanda ez ê bigiriyama



    Herkes piçekî digirî, ez jî giriyam

    Hew ji bo vê giriyam

    Wek tiştek pespayetî bû ev hinek



    Piçek hundik bûm ji her tiştê

    Sermeselê doh hinek hêrs bibûm

    Dê piçek ji jinek hezbikim sibê

    Hêdî hêdî kor bûm van rojan



    Lê piyaleyên araqê vala nekin

    Bila hundik nebe tu tişt

    Her ji çi be jî

    Bila bimîne hinek



    II

    Xeman naxwim ji bêzariya xwe

    Ji ber ku divê her tişt bi kerî bê jiyîn

    Mesela şoreşek divê bêdeng bibe

    Û divê bawerî bi her gotinên palyaçokî bê kirin



    Palyaçoyek çima derewan bike

    Ger ez palyaço bûma min nedikir

    Merengoz jî bûma min nedigot

    Ku ez însan bûma min derew nedikir!



    Ka we ji ku derxist tenêtiya palyaçoyê

    Palyaçoyek çend kîlo bê

    Ji ber çi hûn didin rûyê min

    Kirhiya min ya wek çêlika werdekek



    Na, ez nasilikim, nasilikim ez

    Çiqas nesilike palyaçoyek

    Ewqas, ewqas nasilikim ez



    Araqê tije bikin! Bila kêm nebe



    III

    Neqediya, ez hê dinivisînim

    Ger nenivisînim ez ê bigirîm

    Piçek kepazeyî dibe ev



    Ji xwe wê demê em kê bûn, diçûn ku

    Di her kuçeyê de em hinekî din jî kêm dibûn

    Di şevan de mij û moran dibû yekcaran, dizanim

    Wek ku yek bike pistepist

    Min digot “deng nehat”, “dubare bike!”

    Li bêdengiyê dinixumî wê demê her tişt

    Kolan zêdetir bi mij

    Palyaço bêtir bi kelogirî dibû

    Û ez zêdetir kepaze dibûm

    Digiriyam piçek



    Dibêjim

    Tu kê yî, ne kişkişîne

    Pêlê poçika min jî neke

    Diêşê, penc dikim



    Dibêjim

    Qehr bibe, qehr bibe!



    IV

    Çend roj berê rastê rûyê xwe hatim li panoya îlanê de

    Tirsiyam bi careke, wek dilê min were devê min

    Got “wisa dibe” palyaço,

    “Herkes bê esil e hinek”

    Qêrîyam ser, min got “danişe oxlim!”

    Ez piçek diqîrim yekcaran



    Min got “Araqê dagire”, “bila kêm nebe”

    Ez piçek kêm dibim yekcaran

    Di rastiyê de em tev de kêm dibin hinek

    Bi pey re hîn bûm vêya



    Esasî ez her tiştî bi pey re hîn bûm

    Herkes herkesî bi pey re hîn dibe

    Vêya jî bi pey re hîn bûm



    Mesela;

    Çend rojên berê bi jineke re hevşabûm

    Ne piçekî zehf hevşabûm



    Ya eynî wisa palyaço

    Dibêjim ku,

    Vêya jî teze hîn bûm

    Hevşabûn jî kêmbûneke hinek



    V

    Kê hez ji wîçewîça çivîkan nedikir

    Min got, “ez hez nakim” “derew e”

    Got

    Palyaço got vê

    Palyaço got, min nivisand

    Ku min nenivisanda, kepaze bibama

    Him ji xwe min roman jî nivisand hinek



    Palyaço, ez yekcaran dibêjim,

    Ku tu nebî ezê çi xwelî li serê xwe bikim

    Bi kepazeyî kêm dibim belkî

    Di her barîna baranê de ez dikevim binê erdê

    Belkî ez rûvê tu jinê nikaribim maçî bikim

    An jî ji bîra bikim, tiştên bi dû re ve hîn bûme



    Hêdî hêdî têdigêhêm ku,

    Rû, dest, ew laşên bi xweydan û bêvan

    Her tişt pilastîk bû hinek



    VI

    De hadê em sîrtakî bileyzin

    Araqê tije bike, em cardin kêm bûn hinek



    turgut uyar



    2016.05.24-13:04 | xewnname

    5. Ev helbesta palyaço ne ê turgut uyar e.



    2016.07.10-02:51 | hesen bira

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    jimi hendrix [1]
    Yek ji xwedavendanê gîtarê ye. mêrik êdî nizane çipkê ji gitarê. bi di...
    asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve [2]
    Min ji apê xwe cemşîd re behsa wê mesela kir. Apê min cemşîd palikan...
    biwêjên kurdî [1]
    Çawa min go niklê wî sor e, te go kew e....
    şêr û mişk [1]
    çîrokeka yewnanî ye. selîm temo wergerandîye zimanê me (kurmancî). ...
    qelewbûna mirovan [1]
    tiştê pêşiyê tê bîra mirovî stendina kîloyên zêde ye. Tim mirovî w...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » turgut uyar

    Kategoriyên mijarê:: weje niviskarhlbstvn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî