Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
aydın orak - tirşik
aydın orak
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Jiyan kine, Aydın orak fîlmên metrajdirêj dikşîne..Em çi bêjin baba...



02.11.2014 14:02 | rojan

2. derhêner û serlehengê fîlma mûsayê bêasa, min lê nehisandiye lê gelek rexneyên pîs lê tên kirin, û berê di kanaleka pkk de, belkî roj tv belkî mmc baş nayê bîra min, bernameyeka ger û geştê wekê ya gezelim görelim pêşkêş dikir, axaftina wî ya kurmancî ne xirab bû..




3. dibêjin zemanekî jî di SAmanyolî tv de dixebitî .



niha xwe li film û belgefîlmên Kurdî/Kurdan xweş kiriye.

îja niza bê mesela wÎ Çİ YE



12.01.2015 22:21 | medê

4. kesê ku samanyolu tvyê nizanim lê min bixwe dîtiye ku li rêzefîlmeke bereday a flash tvyê fîguraniyê dikir. navê rêzefîlmê gerçek kesit bû.



13.01.2015 05:39 | oxir

5. Ji zû de ye pirtûkeke wî ya helbestan hatibû weşandin bi navê hestên veşarî heta ya cem min 2006 çapa sêyem bû.

Her wiha belgeflîma bêrîvana Cizîrî kişandibû.

Vîdyoyeke wî cem min hebû, di wê de jî tena serê xwe çûbû ser dika şanoyê, şano dikir.

Camêr xwe ber her tiştî re dike. Axir ya bi xêr.



13.01.2015 19:01 | xendekî

6. biçekî dişibe barış atay.. ez dibêjim qey sebeba vêqa antîpatiyê ew sebavê barış e, bi ya min bike bila rûyê xwe biçekî bi estetîkê biguherîne an bila here barış bikuje.. *




7. recep içen nivîseke di derheqê wî û xebatên wî de nivîsiye û ya dilê min hemû hunerhezan vegotiye; Here lînkê



30.09.2015 14:09 | diclefirat

8. par bo axaftinek ligel camêrê ku di my sweet pepperland'ê de digo fuck off, hatibû veqfa îsmaîl bêşîkçiyê. Kurtefîlmeke wî hat nîşandan. Navê wê Sobarto bû çi bû nay' bîra min. Bo bîranîna Pippa Bacca çêkiribû. Neyse, ewilîn her tişt normal diherikî. Bûk bi meşaleyan jixwe re ber bi daristanekê ve dimeşiyan. Dawiyê de tevek dihatin cem hev erdê dikolan û ekranek dixuya. Îja qayîş jî li vir diqete. Mr. Orak heya niha çend şer qewimîbe li ser ekranê gişka dabû dû hev. Îja ajîtasyoneke kifikî, tîlîliyên oryantalîst. Me go cenabê te çima evçend di nav remzan de geviziye, go mi xwest ez bêjim 'şer tiştekî nebaş e.' Me go tu rast î bibore.



30.09.2015 18:55 ~18:57 | deynê doqizincî ayê


Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» aydın orak

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi sinemadrhnr
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî