Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di îslamê de cariyetî - tirşik
di îslamê de cariyetî
(3) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. li gor îslamê ew êsîrên ku di şer de sax ketine destê misilmanan, weke xenîmet tê dîtin û li mûcahîdan tên belav kirin. ew kesê beşdarî şer bûye û di dawiya vî şerî de jê re kole hatiye dayîn, vê koleyê çawa bixwaze bikartîne. bixwaze dikare bifroşe, bixwaze bêyî ku mehr bike dikare pê re bikeve têkiliya cînsî*, bixwaze dikare bike xizmetkarê xwe. û tu kes bi tu awayî nikare ji destan bistîne.



wextê muhammed de jî ev yek eyn wisa hatiye kirin. lê tenê muhammed gotiye koletî ne tiştek baş e û azad kirina koleyan gelek xêr e felan. yanê koletî serbest e.





(bnr: mû'min 6)



03.11.2014 00:13 | brusk56

2. ya ku weke daîş dike ye.

bila tu kes hêcetan felan nebîne. wextê pêxember de jî eyn wisa hatiye kirin. herkes qebûl dike ku wextê pêxember de jî wisa bû lê îslamîstên me ji xwe re her û her hêcetan dibînin. nizanim wê demê rewş cûda bû, na wele pêxemberê me nedixwest wisa be felan û bêvan. dawiyê de ev kiryarên ku daîş aniha dikin wê demê jî dihate kirin an na ?



03.11.2014 00:18 | brusk56

3. wehşet e.

%90ê misilmanên li tirkiyê jê ne haydar in. herkes dibêje qey di ola îslamê de tiştek wisa qet tune ye. lê eslê xwe de îslam daîş bi xwe ye. tevgerên daîşê ên li dijî jinên êzîdî, nêrîna îslamê ye. tu tiştî ji quna xwe navêjin.

mesela wê rojê li reqqayê jinekê recm kirin him jî bi beşdarbûna bavê jinkê. erê bi kuç avêtinê jinekê kuştin. ka bila yek derkeve bêje di îslamê de tiştek wisa tune ye.



PIRANIYA MISILMANAN, ÎSLAMÊ NIZANIN. DIBÊJIN QEY ÎSLAM TENÊ NIMÊJ Û ROJÎ Û ExLAQa BAŞ E. LÊ ESLÊ XWE DE ÎSLAM, JI RÊVEBIRIYA DEWLETÊ HETA XWARINÊ Û JI CILÊN MIROVAN HETA TÊKILIYA JIN Û MÊRAN HER TIŞT E. mirovê ku nîvê îslamê red dike û yê ku jê re xweş tê qebûl dike, nikare bibe misilman.

ji xwe lewma rêxistinên radîkal ên îslamê tu kesî weke misilmanan nabînin. li welatê ku misilman tê de dijîn, divê dewlet jî li gor şertên îslamê bê rêvebirîn. an na, ev şîrk e. tu bêjî ez qaîdeyên îslamê qebûl nakim, me di nav xwe de zagonên nû derxistine, ev şîrk e. lewma misilmanên rasteqîn zagon magon nas nakin. kî ne misilmanên rastî, vaye ev daîş e, el-qaîde ye, hizbûllah e.

ya ku li tirkiyê tê jiyandin, tenê çandek e. ne tiştek din e ..



03.11.2014 00:31 | paşê min got what the fuck

4. he ye lê ne wek li jor hatîn tirhewkirin e.Belê min got tirhewkirin ji ber ku dîsa dema meselê dibê islam hin kes ji nezanî tiştên xelet wek tiştên rast aşkere dikin.ez dê meselê zêdê dirêj nakim ji ber ku ez çi binivîsim dîsa jî fikir û ramanên islamofobîkan nikarim biguherînim.

ya yekem nimûneya brusk56 dayî ne sureta mu'mîn e . (bnr: mu'mînun / 6)

ya duyêm ji ev e ku di vê ayetê de izna zinayê bi cariyan re nade.

werin em bi hevra lê binêrin ka zilamên misilman çawan dikarin bi yexsîrên jin (cariye) re bizewicin an ji wekî jor hatî gotin têkiliya seksî bikin.

xwedê vê pirsiyarê di sûreya nîsa ayeta 25mîn de pirr xweş û zelal bersivandiye. (bnr: nîsa / 4:25)



bi kurtasî di vê ayetê de dibeje ew kêsên ku dixwazîn bi yexsîrên jin re bizewicin divê ev şertên henê pêkbînin.



1-divê izna malbatên wan he be.

2- divê mehir bê dayîn. (yanî ew kesê ku diwxazê bizewicê divê pera an ji zêra bide wê jin û malbata wê)



yanî pêxember ji nikarê vê qaîdeyên hatî gotin bişkîne û bêyî wan qaîdeyan tevbigere.

naha ew kêsên ku dibêjin tişta daîş dikê ji xwe islamîyete bila vê pirsê bibersivînin.heya naha daişê izna çend malbatan sitandine û mehra çend keçan dane da ku bi wan re bizewicin?



ew kêsên dibêjin ji xwe cariyêyên pêxember ji hebû û bêyî zewac dikariya bi wan re têkiliya seksê bike bila ji xwe fêdî bikin.



qur'an bi temamî yexsîrêtiyê,xulamtiyê û hw.d qedexe kiriye û emir kiriyê ku şert e mirovên misilman wek mêvanan yexsîran binêrin.zilim,zordarî û derstdirêjiyê li wan nekin.



piştî serkeftina herba bedirê hin yexsîrên misilmanan çêdibin û di nav xwe de nîqaş dikin da ku çawan wan xanîmet û yexsîran di nav xwe de belav bikin.li wê demê ayeta 67mîn a sureta enfal nezil dibe. (bnr: enfal / 8:67)

bi kurtasî lî wê ayetê de xwedê dibeje hûn ne ji bo van tiştan şerr dikin.



(bnr: ma hûn hêj idrak nakin?)

(bnr: ma hûn hêj fikir nakin?)



03.11.2014 12:34 | karmatî

5. heye. lê îslamiyetê rakiriye. loma eslê xwe de tune.

yên ku hebûna wê diparêzin, di alê hişmendiyê de hevalê daîşê ne.

divê neyê jibîrkirin ku spartacusnekariye koletiyê rake lê mihemmed s.a.v. koletiyê ji nav civata xwe bi awayeke xweş rakiriye.



kesên ku bi çend hevokên bê ber û paş yên quranê tên û reşkirina îslamê dikin û misilmanan bi darê zorê dikin hevalbendên kafirên mîna daîşê, dibêjin qey bi van kirinên xwe şoreşê pêk tînin.



ji vê jî zêdetir şîrove û bersiv ne hewce ye ji bo îdîayên eletewş.



03.11.2014 20:27 | simurg56

7. tune ye!

hin kurdên me yên nûjenîst hê jî cudahiya daîş û quranê fêm nekirine, yan jî fêm kirine belam xwe bi kerritî datînin, ravekirineke din ji bo vê rewşê tune ye

niha naxwazim bikevim nava mijara têkiliya misilmanî û îslamiyetê.

bo min qisûrek heye ku hêj safî nebûye; misilman destbixwîn in lewma ji xeynî demajoya pêxemberê me,tucar hêşê misilmanan neşuxuliye lewma jî jiyana quranê birÊkûpek pratîze nekrine



03.11.2014 22:44 | ferhenga şikestî

8. ya ku ji aliyê misilmanên ku mirovahiya xwe wenda nekirine ve nayê qebûl kirin. ji xwe ên ku qebûl dikin di holê de ne ; daîş ..

dînê îslamê ew qas cûda tê pêşkêş kirin ku dema mirov rastiya îslamê dibîne bawer nake hêrs dibe. rast e, ez we gelek baş fêm dikim.

berê min jî bi hevalekî xwe her roj şer dikir. wî digot îslamê de ev qedexe ye, ev qedexe ye. min digot na tu nizanî tiştek wisa tune ye felan. lê hingî min lêkolîn kir, min dît ku îslam ne ew ola ku ji me re li malê û li dibistanê hatî gotin e.

par li zaningehê niqaşêk çêbû di derbarê îslamê de. min behsa carîyetiya di îslamê de kir. hevalekî min ê ku di nav ozgur-derê de ye, gelek aciz bû. got na teqez tiştek wisa tune ye tu derewan dikî. min tiştek jê re negot. min tenê got here li mamoste û şêx û rêberên xwe bipirse. got temam ez ê bipirsim û bêm ji re bêjim. min got temam û ez mam bendê. rojekê hat ji min re got ka were em hinek biaxivin. go min wê meseleyê pirsiye, rast e tiştek wisa heye lê şertên wê hene. min got çi ye şertên wê. go nizam divê cariye jî bixwaze felan. paşê jî got, ê tabê xwestekên cariyeyan ên fîzyolojîk hene û divê ew bên tatmîn kirin.min got ger cariye mêr be tu jina xwe jê re didê ji bo wan xwestekên fîzyolojîk ? hema wisa ma nekarî tiştek bêje. xûya bû ku dema ev tişt jê re dihate gotin ev yek qet nehatibû bîrê.



îslamê de zewaca bi 4 jinan re heye, îslamê de kuştina mirovan bi kuçan heye(recm), îslamê de cariyetî heye yaw hûn hê çi dibêjin. yekî jî derketiye gotiye îslamê koletiyê rakiriye. yaw weke koletî li gor îslamê qedexe ye û hatiye rakirin, nexwe ew qa hedîs ji bo çi ye ? weke qedexe ye çima muhammed gotiye azadkirina koleyan xêr e baş e felan.



taybetiyekî karekterîstîk ê misilmanan e, dema tiştekî ku xweşa wan neçe bibîhîzin di derbarê îslamê de di cî de red dikin. dibêjin ne mumkin e tiştek wisa.

yaw berî redkirinê xêra xwe hinek lêkolîn bike bê ka tiştek wisa heye an na.



di quranê de bi awayekî net hatiye gotin, binêrin ; 23/mu'mi·nûn-6 bi tirkî

"ancak eşleri ve ellerinin sahip olduğu (câriyeleri) hariç. (bunlarla ilişkilerden dolayı) kınanmış değillerdir"

li vir dibêje "ew ji ber têkiliyên xwe yên bi jina xwe û bi cariyeyên xwe re nayên eybandin"



ji kerema xwe re, hinek bikolin. mesela tirkiya we heye vê nivîsê bixwînin.

http://www.sorularlaislamiyet.com/qna/472/islam-da-cariyelerin-konumu-nedir-birden-fazla-cariye-edinmek-caiz-midir.html



min li google "islamda cariyelik" nivîsand encama yekem ev bû. hûn hinek din lê bikolin, ger we çavkaniyek li dijî vê dît werin li vir binivîsin.



04.11.2014 00:18 | brusk56

9. mijara ku ez 2 nivîsarên di derbarê cariyetiyê de li jêr hatî çavkanîkirin pêşniyar dikim ku hûn ji bixwînin.Ez wisa fikir dikim dibe ku piştî xwendina wan herdu nivîsaran fikirên hin kesan bên guhertin.dibê ku êdi nekarin bibêjin daiş çi be islamiyet ji ew e.



1- Cariyeler ve sömürülen cinsellikleri / Ali rıza demircan

2-islam'da cariye var mı ? / R.ihsan eliaçık



http://ateizmvedin.com/islam/islamda-cariye-var-mi/



têbinî: mixabin nivîsar bi tirkî ne.



04.11.2014 08:13 | karmatî

10. 'Brusk56' raste di islamê da serdema pêşî da koletî Û carîYETÎ hebu lê wekî tu jî dizaNî adet û KEVNEŞOPÎYÊn gelan nişkave jı holê ranabe. İslam û PÊXEMBER JÎ ji vê rastîyê HAYDAR Û jı ber hinde eraq roja yekem nehate qedexe kirin, nimêj roja pêşî NEHATE FARZ KİRİN. hER Tişt hêdî HêDî ÇÊbÛ.

Jı ber vÊ taybetîYA CîVAKNASîYê iSLAM JÎ koletÎ Û cariyetÎ ji nişkave ne rakirÎye her tişt hÊdÎ hÊdÎ qewimÎ Û dawÎyÊ jÎ koletÎ rabu. BinêR PÊXEMBER Û çend eshabÎyÊt wÎ pİŞtÎ demekê KOLEYÊt xwe azad kirin û AZADKİRİNA KOLEYAN DAXWAZ KİRİN.



04.11.2014 11:45 | azad30

11. Qet tune ye.



Pexemberê ma vist û di ser pêxemberitî kerd. Û merdina ey ra dima, ereban çand û kulturê xo berdewam kerdî. Xulasa ma nêşên vajê ke îslamîyetî de sîstema carîyetî estê. Aw kulturê ereban de esta, û dem bi dem biya sey perçeyê îslamî.



Yanî îslamîyet ke şaş ameyo fehm kerdene. Û kes zî nêfikirîyayo ser o rastîyan de.



04.11.2014 11:53 | endazyar

12. HİN KES HENE KU Çİ GÛyekÊ nizanin, fahm naken ku Îslamê rast bixwÎnin lı gor DERÛnî Û taybetîYÊn wÊ demê BİXWÎnin; hama ji qûNA XWE TİŞTA DIAVÊJİN nizanim islam daîŞ E , EL KAide ye. Ê cahîL ê KOR NEZANÊ reben ez Ê tiştekê JI TE RA BİPİRSİM KA MIN BİBERSİVÎne eger İslam daÎş be çima pêXEMBER Dİ ŞERê PARASTİNA mEdÎnÊ da li gel cihu Û İsevÎyÊn medîNEYê, Lİ HEMBER MÜŞRÎka şer kiriye. çima bi cıhu Û isevÎyan re hevaltİ KİRİYE JI WAN DEYN STENDÎye.

yÊ ku bibÊje İslam daÎş e ew bi xwe daîŞ E.



04.11.2014 11:57 | azad30

13. gotinek heye, " ku aqilÊ qÛnÊ heba, tir nedikir"



Beriya niha bi 1400 salÎ li herema rojhilata navÎn gelekÎ şer hebÛ (wekÎ van rojÊn ku em dibÎnÎn). di van şeran de tim mÊr dimirin Û jin bÎ diman. gelo ku li heremekÊ 10 mÊr Û 40 jin heba çareserÎyeke çawa baş bu? (ZAHMETA JIYANê Jî BIHESIBîNIN)

HevalÊn hÊja Û delal ez dixwazim çend pirsÊn din bikim.

Îro li cÎhanÊ qÎmetÊ jinÊ çi ye?

ji mamoste Û karkeran bigire, heta bi endezyar Û xwendevanan, gelo kÎ ne kole ye?

ÇEND KES dikarIN bÊjIN ez azad im Û kes min qontrol nakÊ.

ew kesÊn ku ji islamÊ bawer nakin(an jÎ hişÊ wan nagire) gelo çima wextÊ xwe bi van tiştan re diborin ez vÊ yekÊ jî fÊm nakim. wextÊ xwe î biqÎmet bidÊ zanyariyÊ tu karÊ bibê profesor.



mirovÊn ku baweriya wÎ kamil bÊ jixwe qÎmet nadÊ van gotInan.



(bnr: ji serê vî ve)



04.11.2014 13:23 | malmirato

14. mijareke ku wek agirê dojehê ye. ger tu bêjî "di îslamê de cariyetî heye", yan yê te bişewitînin yan jî yê te wek îslamofobîst îlan bikin.



04.11.2014 14:20 | nazim tolhildan

15. pergala doxînsistan e. di quranê de jî di hin deran de lê tê qalkirin lê ya ku tê pêşberê me ji bazirganiya jînê pê ve ne tuştek din e.



04.11.2014 14:42 | renas

16. (bnr: ekola hevalekî min)

ji me re daye nîşandan ku hinek tirşikvan ji xwe re vîdyoyên cubbeli ahmet hoca û "mamoste, şêx û rêberên hevalên xwe" weke çavkanî distînin.



mirov dikare bibêje ku îslam dînek derew û quran jî ji aliyê muhammed ve hatiye nivîsandin, li mirovek dîsa jî nikare bibêje ku îslam pesna cariyetî û koletiyê dide û nikare bibêje ku îslamê van tiştan ranekiriye.

jixwe di quranê de navê cariyeyan jî nayê hildan. behsa "kesên ku di bin destê we yê rastê de ne" tê kirin. em dibêjin cariye lê eslê xwe de ev peyv di quranê de cî nagire. di mealan de cariye tê gotin lê quranê de wisa nayê gotin. ew kesên ku weke "yên ku di bin destê we yê rastê de ne" tên binavkirin jî jinên ku di bin zewaca zilamêkî de ye. ji ber ku dema cara ewil ev gotin weke vahiy hatibû, hê di destê misilmanan de kole fîlan tune bûn. yanî ev gotin ji bo jinên normal hatiye bikaranîn. jixwe armanca van gotinan jî ew e ku mirovan ji zînayê dûr bike, ne ku wan bi riya cariyeyan nêzikî zînayê bike.

û di quranê de, kengê behsa van cariyeyan tê kirin gihanoka "an jî" tê bikaranîn. yanî jixwe li gorî quranê, mirov an bi jinek azad re dizewice an jî yeke kole re. nikare bi herduyan re hev re bizewice. jixwe îslam wisa nêzikî koletiyê bûye ku hêdî hêdî komple rakiriye û hemûyan jî bi awayekê azad kiriye.



em niha çavê xwe bidin çend ayetên quranê;



"û ji nav xwe, yên bêjin bi cariyeyên salih re bizewicînin. Ger ew xîzan bin, xwedê wê wan bi lutfa xwe dewlemend bike."(Nur, 24/32)

ger quran û îslamê pesna koletiyê bûya û rê bida têkiliya bêzewac ya bi koleyan re, wê çima pêşniyar bikira ku misilman bi wan re bizewicin? heta niha, di kîjan sîstema li rûyê dinyayê de ev yek hatiye pêşniyarkirin?



"Ji we, yên ku xwediyê cariyeyan e, bi awayê herî baş wan terbîye bike, wan bigihîne û wê azad bike û bi wê re bizewice, ji bo wî 2 qet xêr heye."(Buharı ,Itk 15)

ger armanca îslamê ne tunekirinûna koletî û koleyan bûya, wê çima ev ayet bihata şandin.



"û bibin evdê xwedê. tu tiştî nekin şîrikê wî. û kbi îhsan tev bigerin li hemberî dê-bav, mirovên xwe, êtim, mîskîn, cîranan, hevalên xwe yên nêzik, yên di rê de mane û ew ê di bin destê we de ne (kole, cariye, karker). bêguman, xwedê ji pozbilindan û pesndaran hez nake." nisa 36

ez bawer im "bêdestûr niyandina koleyan" li gor ayeta li jor e an na?



"ji we, yên ku derfeta wan tune ku bi jinên azad re bizewicin, bila bi keçên cariye re bizewicin. xwedê îmana we baştir dizane. hûn hemû ji heman kokê ne. nexwe bi şerta ku bi îffet bijîn, zîna nekin û nebin xwediyê dostên xef û bi destûra malabata wan re bizewicin û mehrên wan jî bi qasê normal bidin. ger ew piştî zewacê fihuşê bikin, nîvê cezaya jinên azad bidin wan.."nisa 25

weke tê dîtin, li gorî quranê ji bo ku misilmanek bi cariyeyek re bizewice, divê destûra malbata wê jî hebe. nexta wê jî weke ya hemû jinên din yên misilman e. û ger ev cariye piştî zewacê zînayê bike, cezaya wê ji jinên azad jî kêmtir e. yanî mafên wan ji jinên normal jî zêdetir e.



"Ger di derbarê êtim û kesên şna wan bêkes in de hûn bitirsin ku hûn ê nekarin bi edalet bin, wê demê ji 2-3-4 jinên ku ji we re helal in re bizewicin. lê ger tirsa we ya edaletê hebe wê demê bi jinekê re bizewicin (vbrn: an jî bi koley/dîl/cariyeyek re bizewicin.)"nisa 3

li vir jî tê dîtin ku pozîsyona kole û jinên normal eynî ye û kesê an bi jinek azad re dizewice an jî bi koleyek re.



"ne li gorî tu pêximberî ye ku heta ku serkeftinek rastîn nestîne, koleyan bistîne. hûn feydeyên derbasdar yên dinyayê dixwazin. lê xwedê ji bo we axîretê dixwaze."enfal 67

li gorî vê ayetê jixwe standina koleyan bixwe, ji aliyê quran û îslamê ve nayê pêşniyarkirin û weke timahiya ji bo malê dinyayê tê dîtin.



di qurê de ji bo jinên pêxember jî tu caran cudahiya kole û jinên normal neyê kirin û dema behsa wan tê kirin "ey jinên pêximber" tê gotin.



piştî evqas delîlan mirov rabe û bêje li gorî îslamê mirov dikare koleyan ji xwe re wke koleyên seksê bi kar bîne, ev yek neheqî ye û korîtî ye. ger hûn lê bixin, ji derek din lê bixin. û dîsa dubare dikim, di demê xwe de îslamê koletiyê rakiriye, her çiqas niha li her derê dinyayê koletî hê berdewam be jî.



04.11.2014 16:47 | simurg56

17. ger ku hevalê te yê ji ozgur-derê ehmeq be sucê me çi ye?

beriya her tiştî divê ez bêjim ku ez ne dîndar im ne jî muhafazakar im lê bes min armanc hene ku tu car ji rêya hêş, têgihîştin û mantiqê dernekevim, niha em bêjin ku belê, xwedê heye hemû tiştên dîtbar û hemû hîsên nedîtbar ji aliyê wî hatiye afirandin û haya wî ji gelek tiştan heye hwd, hingê pêwîst e em bizanibin ku tu tişt bêyî xeber û agahiya wî çênabe û geşedan û pêşveçûna dinya û mirovahiyê jî ji aliyê wî pirr baş têt zanîn; li gor vê pênasê divê em bizanibim hemû peyv, bêj û kelamên wî jî ne vîk û vala ne, ji ber ku du ihtîmal hene; yan xwedê tune ye, yan jî heye, ger ku bêjî tune ye, jixwe pirsgrêk tune, tu yê ji binî her tiştî red bikî ez ê jî bêjim ser çavan. ger ku tu bêjî xwedê heye hingê divê tu hemû nirxandinên xwe yên di derheqê wî de li gor hebûna wî saz bikî yanî divê nakokî û paradoks û valahî di nirxandina te de tune be.

niha min çima van yekan got?

wek tê zanîn ku dinya statîk nîn ê, guherbar û veguherbar e, hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê xwezayî ve guherbar e tim diguhere, niha birêz bi ya te ger xwedê hebe dê haya wî ji guherbariyê hebe yan tunebe? heke xwedê em û cihanê afirandibe li gor mantiqê jî divê teqez haya wî jê hebe ji ber ku ew bixwe çêkiriye.

neyse pirr dirêj nekim min xwest werim li ser xaleke, niha dinya û mirov û mirovahî guherbar e lewma jî fêmkirin û watedan û têgihîştîn jî guherbar e yanî ne statîk e. mesela di quranê de nanivîse ku temaşekirina videoyên pornoyê guneh e yan jî nabêje temaşekirina klîban a li ser youtubê barkirî guneh e yan jî nabêje siwarbûna ferrariyê guneh e, ji lew di demajoya ku qurana pîroz nazîl bûbû de wan tiştan tunebû heke di derheqê wan de agahî û qedexeyan bihatana nivîsîn, dê xelk bigotana ev quran behsa çi dike; lewma quran di şert û mercên wê demê de li gor taybetiya wê demê hatiye nivîsîn yan jî em bêjin nazîl bûye. min gotibû ku dinê guherbar e ne statîk e û afirandin û çêkirin û kotnrolkirina wî jî girêdayî afirînerê wî ye yanî girêdayî xwedê ye lewma jî çawa ku xweza statîk nîn e kelamên xwedê jî statîk nîn e, li gor şert û mercên pêşveçûn û geşedana civat û cîhanê diguhere.

di dema pêxemberê me de cariyetî hebû lê li dû îslamiyetê bi demê re ber bi qedandinê ve çû, li gor wê demê ne pêkan û gengaz bû ku ji nişka ve ji holê rabe, ji ber ku ger tu bixwazî ji holê rakî divê tu sedemên wî ji holê rakî. ez bi têgihîştina xwe niha bi dilekî rehet dikarim bêjim ku di sedsala bîst û yekemîn de cariyetî û koletî heram e û guneh e..

hin kes jî behsa daişê dikin. ma kuro endamên(kuçikên) daîşê mirov nîn in hov in hov! tu têkiliya kirin û kiryarên wan bi îslamiyetê re tune ye, beravajiya wê yekê dijminên quranê ne..

ez zêde ji hedîsan bawer nakim lewma wekî referans jî qebul nakim li gorî min jî tiştê ku ne li gor mantiqê be ne hedîseke sahih e lewma jî ji kerema xwe re ji hedîsan mînakan nedin



05.11.2014 00:15 | ferhenga şikestî

18. Nexwe tu karê tune ye ji xeynê raşkirîna islamîyetî.pêşê olê xwe binêre paşê trollîkî bike.



23.06.2015 15:02 | ronahî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cariyetî di êzîdîtî de tune ye

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî