Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
îşev û çîroka dawîn - tirşik
îşev û çîroka dawîn | 2014
Nivîskar: hesenê metê | kurmancî | çîrok | 96 rûpel

Îşev û Çîroka Dawîn, ji çîrokên kurt û “mînîmal” pêk tên. Hesenê Metê vê carê berê xwe dide cureyeke ku zêde di çîroknûsiya kurdî de nehatiye ceriband...
îşev û çîroka dawîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûka nû ya hesenê metê ye ku çend roj berê ji aliyê weşanxaneya peywendê hat çapkirin

pirtûk ji çîrokên mînîmal pêk tê û qunçikên dawiya çîrokan jî vala hatiye hêliştin ku bi boneya xwendevan dagirin, ev jî di edebiyata kurdî de tiştekî nû ye..

bi kurt û kurmancî li ser xêrê be..



05.11.2014 19:09 | ferhenga şikestî

2. 9. pirtûka hesenê metê ye. ji çîrokan pêk tê. lê ev çîrok êdî ne kurte-çîrok in jî. çîrokên mnîmal in.

piranî ji rûpelek an jî ji du rûpelan pêk tên.

li paşiya pirtûkê wisa hatiye nivîsîn;



"Îşev û Çîroka Dawîn, ji çîrokên kurt û “mînîmal” pêk tên. Hesenê Metê vê carê berê xwe dide cureyeke ku zêde di çîroknûsiya kurdî de nehatiye ceribandin. Li gor taybetiya çîrokên mînîmal Metê, zimanekî rafîne, naverokeke bi fikr û ramanan tije, halekî rût ê kêliyeke sade ya jiyanê derxistine pêş û quncikê fînalan jî vala hiştiye da ku ji aliyê xwendevan ve bê dagirtin. Elbet Hesenê Metê, dest ji temayên xwe yên daîmî bernedaye, lê temayên wek rewşa jin û mêr, edaleta Xwedê, xulqê jinê, halên trajîkomîk ên nivîskariyê, ezabê evîn û jiyanê di nav vê cureyê de digihîne qonaxeke nû û xelekeke din li nivîskariya xwe zêde dike."



li gorî nivîsa li berga paşî ya pirtûkê fînalên çîrokan ji bo xwendevanan, vala hatiye hiştin. lê bi ya min piraniya çîrokan jixwe bi dawî bûn û tu riyek wisa vekirî tune bû ku xwendekar tije bike.

yanî min zêde tiştelk ji vê cûreya ku nivîskar ceribandiye, fêhm nekir.



ger em werin çîrokan; min ji çîrokan jî zêde hez nekir. min ji pirtûkên din yên nivîskar gelek zêdetir hez kiribû. jixwe ew pirtûk bûbûn sedem ku vî pirtûka wî jî bixwînim. zimanê wî dîsa xweş bû lê mijar tim wek berê bûn û orjînalî tê de tune bûn.



ez nikarim çîrokek weke mînak nîşan bidim bêjim serkeftî ye. lê di hineek çîrokan de hinek paragraf an jî hevok hebûn ku kirin ku ji xwendina pirtûkê poşman nebûm.



li gel hemûyan rexneyên min, dîsa jî di wêjeya kurdî de ceribandina tiştên nû, hêjayî pesindayînê ye.



min pirtûkê li beşa pirtûkan jî zêde kir û 75 pûan dayê; Here lînkê



15.04.2016 00:02 ~00:02 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îşev bes e
» çîroka kûçikên birçî
» dawîn hatîn reydan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî