Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
çanî - tirşik
çanî
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li serhedê, li cihê “çawa yî” tê gotin.



Çanî, Başî?

Çanî, Silametî



07.11.2014 17:59 | mîr

2. navê şirketeke li mêrsînê di karê nakliyatêde kar dike ye. min jî digot ev çi naveke quzzilqurt e*



07.11.2014 22:10 | azadixwaz

3. Erê, me piraniya peyva kurt kiriye.
Hine cara dibe sebeba pêkenîna me.
Di zanîngehê da min hevalekî xwe ê ji batmanê ra got "xelîl tu çanî?" gede şûna bersiv bide min da kenîya û kenîya.
Min pişta xwe da wî ez çûm.
Wî rojê şûnda ewî kîngê min didît, orta zanîngehê da diqêriya digo "çanîîîîî.." û bi dengekî bilind va dibû hirre hira wî dikeniyA.

çend caran min rêya xwe veguhast, berê xwe aliyê din va dikir jî nedibû tiştekî.
Hema ewî kumê min jî jor va bidîta diqêriya digo "çanîîî! ha ha haaas ds... çanîî.."
ez idî zehv acis dibûm.

rojekî ji rojan meha remezanê bû li zanîngehê me ê li hewşa mizgeftê da fitara xwe vekira.
hevalên me ê li her devera kurdistanê li tirkan cuda kom bibûn.

bejn û bala xelîl a dirêj û simbêlên wî ê reş dûr va xûya bûn.
Mi go aha welleh yê dîsa bi min bikene. Ez rebeno qijiko.
Min xwe ciqas jî hewl da ku veşêrim nebû. Ewî ça ez dîtim keniya.
ewa ça keniya ez ji xwe sor bûm jî.
Erê hunê bêjin ma tişteke şermê ye na.
Lê wisa nîn e. Ewa bi awayekî zehv ecêb bi min dikeniya.

wele ewî di nav wê cime'etê da jî dame şermê û têr bi têr ji min kenîya.
hine caran yek didu jî jê ra dikeniyan lê gelle caran milet şaş dima ewa bê xem dikeniya.

piştî fitarê ez çûme cem xelîl mi go law xelo kuro îmansiz! Ev tirsî te ye ez nawerim werime meytevê. Law eyb e şerm e tu çima iha dikî.
Hine gotinên te jî hene ku tu werî agirîya serhedê bikar bînî ew ên jî bi te tebessûm bikin.
Ev cudahiya devokên me dewlemendiya me ye.
Lê em tiranê xwe li te nakin.....

min nîv saetî jê ra got û got.
De fersend ketiye destê min ez hêş bûme ku hêş bûme.
Min bi hezaran çeman av anî.
ewî jî zehv xaş ez guhdar dikirim. Xwedê jê razî..
min axaftina xwe xilaz kir ewî dîsa keniya û pirrînî û firrînî li kenê wî hat. Got "hahaha çanîîî..."
Bi kerba çokên min lerizîn.

Lê rojên pêşerojê da idî tevlê min nebû.
Hema lê ewî ez ditîtim bi serê lêvên xwe û simbêlê xwe va dikeniya.



18.04.2017 16:52 | bûtîmar

4. Here lînkê



19.09.2018 21:09 | mîr

5. Min sêrî de bona ku qaşo (bnr: entegrasyonanavxweyî) wekî "çawa yî" digot û dinvisî lê piştî ku min bê hurmetiya kurdên din ên li hemberî "çan î" yê dît êdî ez jî wekî "çan î" dinvîsim û xeber didim. Ma çi, dema qoserî kurmanciya xwe li ser me ferz dikin dibe, dema em kurmanciya herema xwe xeber didin çima komîk dibe? (bnr: bijîkurmanciyaserhedê)



20.09.2018 01:44 ~01:47 | jifêzagorda

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» çanî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî