Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 83 peyam
gumgumok - tirşik
gumgumok
(12) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. xwêrkişokek ji malbata Laudakia ye.Girsin,bi drî ne û bi granî ciyê kevirî dijîn...



18.07.2013 23:00 | cirano

2. dema em ber gûmgûmokan re derbas dibûn me diranên xwe diveşartin,me devê xwe ne divekir.me bawer dikir ku heger gûmgûmok diranên me bihijmêrin we diranên me wê bikevin.. (bnr: aqlê zaroktî)



18.07.2013 23:04 | shepirze

3. gumgumok çîyayî, marmarok jî deştî ne...



19.07.2013 00:16 | devliken kelogiri

4. (bnr: sergumgumok)



18.07.2013 16:19 | berxêres

5. xwêrkişên kurdistanê



20.07.2013 11:17 | cirano

6. li cem me ji bo gumgumên kiçik tê gotin.. gumgum jî ew misîn û metereyên hesin yên ku tê de li ser agir av tê germkirin e.. navê xwe ji çi standiye nizanim lê eger navê wê ne ne gumgum lê gupgup bûya min tez û teoriyek fantastîk jê re amade kiribû.. heyf! *



26.10.2013 23:14 | endazer

7. nAVÊ FLÎMEKÊ ÎRANÊ YE KÛ MiN PAR TEMAŞE KiribÛ. navÊ FLÎM YÊ ORJÎNAL marmoulek (مارمولک) E. flÎMEKÊ GELLEK XWEŞ E. fLÎMEKÊ TRAJÎK-KOMÎK E. serlehengÊ FLÎM Ê Bi navÊ RizayÊ gumgumok ji ber dizÎyÊ di kevÊ hepsÊ. piştÎ demekÎ ji hepsÊ di revÊ Û diçÊ gundekÎ. lê gundÎ nizanin ew diz e. ji ber KÛ riza xwe wek mela nÎşan didÊ. gundÎ gellek hejÊ dikin.. welsasil flÎm li ser melatiya rizayÊ gumgumok a li wÎ gundÎ ye... ger hewe li ser Înternetê dÎt muheqqeq temaşe bikin..

(edit: min navnÎşana flÎm dît. ger hÛn bixwazin dikarin ji vir temaşe bikin : http://www.sine-goz.com/iran/kertenkele-marmoulak-2004/ )



26.10.2013 23:42 | nan û av

8. ew heywanan diranan dijmire. gumgumok dirane kê bijmire dirane wîya hirşe..piçuktîyaminda kingê me gumgumok dirît me devexû digirt boy gumgumok diraneme nejmire...



12.12.2013 01:37 | sîyabend

9. bi qasê ku tê bîra min li gor aqilê zarokatiya me heywanê ku kuştina wan xêr bÛ. heta digotin ku kuştina gumgumokekê berdêlê kuştina kafirekê ye. kuştina marmeroşkan jî guneh bû.



22.12.2013 18:02 | oxir

10. berê di ku ê ku heft gumgumok a bi kujê wê çê cinetê. mala bavê deruwa be!

(bnr: xurefe)



09.03.2014 20:45 | mamostanısebin

12. (bnr: di nav kurdan de xurafe û baweriyên betal)



09.03.2014 22:53 | endazer

13. gumgumok ajelek bi erdêve dire. ji ber zû hereket dike bi zaroktî ez pir jê ditirsiyam.



09.03.2014 22:58 | azê

14. ji bo ajalek dişibe wê : (bnr: marmarok)



09.03.2014 23:03 | mergehez

15. Li gora efsaneyê dema Nemrûd Hz.Brahîm diavêje nava agir hemû heywan tevdigerin ku Hz.Brahîm ji agir azad bikin û agir vemirênin. Tê gotin ku tenê gumgumok tevdigerin ku agir gurrtir bikin. Di hedîseka ku dibêjin pêxember gotiye dîsa behsa vê rewşê tê kirin, ne'let li gumgumak hatiye kirin û kesên gumgumakan bikûjin xweyîxêr têne dîtin...

dibêjin pêxember gotiye:

Kesê gumgumokekî di derbekî de bikûjê jê re 100 xêr hene. Kesê 2 derba de bikûjê ji wê kêmtir, kesê 3 derban de bikûjê ji yê 2 derban de kuştî kêmtir xêr jê re heye..(Muslim, Selam, 147; Ebu Dawûd, Edeb 175; Tirmizî, Ahkâm 1)



28.02.2016 21:25 ~21:27 | nan û av

16. Di zarokatiya me de, mezinan ji me re digot: " Ku we gumgumok dît, devé xwe bigirin. Ku hûn devé xwe vekirî bihélin, dibe ku gumgumok diranén we bijmér e. Gumgumok diranén kî bijmér e ewé di nava sé rojan de bimir e." Em jî ditirsîyan. Me devé xwe digirt û me gumgumoka dida ber dara.



28.02.2016 21:45 | apê mihyedîn

17. ajala ku ferman ji bû kuştina wê hatiye dayîn, ajala min mereq kir zirara wê çiye piştî soykirima/cenosîda rastî hatiye? tiştek balkêşe dema qemçika wê jê dibe jî çend deqe di livite!



Here lînkê



28.02.2016 22:34 | shorbevan

18. Berî hatina ola îslamê ji ereban re gumgumokxwar digotin belkî ji ber vê di çanda ereban de cihê gumgomakan neyînî ye..



29.02.2016 00:20 | havka

19. navê tirşikvanekî ye avatara xweda wêne ya rte zelikandî ye



27.03.2016 16:55 | quşxaneli

20. avatara camêrê da stûnanda kesk sor û zer heye ez bawer dikim ji bo xatirê wan reng a rte daliqandîye



28.03.2016 02:08 | quşxaneli

21. tirşikvanê ku weke ji nivîsên wî tê fêhmkirin feqîyê peyvan ê nû ye. piraniya peyamên wî ji diyar kirina wateyên biwêj û peyaman pêk te. deste wî sax be.



06.04.2016 16:14 | nazim tolhildan

22. nivîskarê ku bi vê peyama xwe gelek kêfa min anî. otopsî/89349

min got çîrokek dixwînim.



05.05.2016 21:31 | simurg56

23. otopsî/89349 nivîsek bîna nivêsên endazer dirêj û vala derxistiye holê * hêviya me eve ku qelema wî ji a endazer tûjtir û bi daîm be..



06.05.2016 13:01 | shorbevan

25. Merivekî hêja ye. Saya serê wî da idî her tirşikvanek weke bijîşkekî terîmê tibbê dizane

(bnr: hêdî be doxtor) *



10.05.2016 01:30 | bûtîmar

26. Li gorî wî kinerêya dil, di 4. Interkostal re derbas dibû.
helbet ew berê bû*



08.12.2016 22:19 | bûtîmar

27. işev kirre kira wî ye *

(bnr: kirkirîk)



11.12.2016 01:09 | bûtîmar

28. avatara xwe kiriye kefena spî
ji bo xatirê miriyan û bo xatirê tirşikê û cardî bo xatirê pêxemberan ji kerema xwe re bila avatara xwe biguherîne, temam ew dixwaze her gav mirinê bihîne bîra xwe lê bi şeref psikolojiya min xera bû, ev avatara wî ya bi kefen ji mirinê bixwe hêwilnaktir e yahû:/



27.12.2016 15:34 | ferhenga şikestî

29. Avatara wî kefen nîn e : ))



27.12.2016 16:15 | bûtîmar

30. hinekî dilê xwe şewitandiye û gotiye kesek jı me ra nabîje tu bixêrhatî. û qedrê xwe bizanibe
ez jî li vir ji wi ra dibêjim ku em her li vir bin em ê qedrê te bigrin
û ji bo te min bes gotin bila Ehmedê Xanê bipeyive

Herçî te vexwendî ew ezîz e
Herçî te nexwendî bêtemîz e

Herçî te kire çerax û geş kir
Ger halixerab e jî te xweş kir

Hatin ku bikin ji dil duayê
Fî-cumle dikin ji te ricayê



07.04.2017 04:04 | xeteraqirêj

31. Mehê carekî tê di mijara da peyamekî dinivîse..
gû/103918
gû/102999

mêrik bûye doktor ca îşê wî binhêrin *

hûn îna nakin Bnr: fecal transplantation/103916



02.01.2018 20:40 ~20:44 | bûtîmar

33. Niviskarê ku bixu kul û derdên xu ra dibe derman. : )
bnr: kul û derd/103948

ê yanî.. gereka wisa be.
vê dewrê da her kes doktorê xu ye.
heke tu bixu doktor bî, û tenê bî, idî vê carê birastî jî doktorê bixu yî..

(bnr: düştüğün yerde derman sendedir)



03.01.2018 20:35 | bûtîmar

34. yek nivîskareke tirşikvanê ku bi kêfxweşî dişopînim.



04.01.2018 20:11 | gulêê

35. bi derbekî de 8 fîlm li tirşikê zêde kirine. destê wî sax bin.
her tirşikvanek 8 fîlman lê zêde bike.. 100 tirşikvanên aktîf hebin...



03.05.2018 21:04 | simurg56

36. Nivîskarê ku interneta cinarên xwe dimijîne.
tirşik forûm/116417
(bnr: îstîxbarata tirşikê)



17.01.2020 03:02 | cinorek

37. li cem me jî digotin kî heft gumgumoka bikuje ew ê heri bihuştê (cinnet)
wê çaxê em bi çûk bûn , dawî ket bala min gelo me çima gimgimoka dikuşt ?
rokê em çûn gundekî çiyê cem textorê kurmancî wî jî digot me çend cinsê gimgimoka qir kir xwedê zani û wê gavê gimgimokek sor rê me dida . bi rastî min hÎç ne dîti bû gimgimoka sor .
gimgimok xwîna wan sar e ji wî hawî derdiketin ser zinara û berê xwe didan royê ku xwîna wan germ bibe dê lez bilivin .
kal û pîrê me jÎ dûrî van tiştên wisa bûn ew çi zanin bê kî xwînsar e kî xwÎngermî ye
ê berê bindestê melayên ottoman debûn gelo ne hewcî ye ez veşêr im melayê ottoman xîmberî bûn û ji ti tiştî jî fêm ne dikirin wan jî gotîye gimgimok ji xwer xweda dinasi rokê , ê rokê xweda binasi li gor îslamê şrîk girtî ye allah ji vir derketî ye kuştina gimgimoka .
çend mijarê din jî ê wisa heni (bnr: kuştina heft êzdî ,zerdeştî ya)(bnr:kuştina sê ermenî ya )
mixabin dîrok bi xwîn e .



30.03.2020 16:59 ~17:01 | shwinsherm

39. xortekî pir delal e.
tirşikvanekî dixtor e.
di van demên bi şewb de ji bo wî serkeftin dixwazim, xudê alîkariya wî bike van rojên koronayê da wî ji me ra bihêle *



03.04.2020 18:01 | bûtîmar

40. Mirovekî jêhatî û hêja ye. Ji bo tirşikê jî bi awayek ji dil û dilpak dixebite.

Bila her hebe û her bijî.*



03.04.2020 18:59 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» gumgumok.com

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî