Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dar û qîtk - tirşik
dar û qîtk
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstika ku bi şivek dirêj (dar) û bi yeka kin (qîtk) di navbera du tîma de tê lîstin (tîma x,y).



her endamê tîma (x) ku wê dest bi lîstikê bike bi dorê qîtkê bi dar davêjin û endamên tîma di jî (tîma y) hemû li ber qîtkê nin. ku yek ji wan qîtkê li hewa bigire, ew endamê tîma x'ê ku qîtk avêtibû dişewite û yekî/a din ji tîma x'ê dewam dike.



ku tîma li ber qîtkê (tîma y) nikaribe wê li hewa bigire, qîtkê davêje ber kevrên lîstikê. (qîtk an bi danîna ser du kevran tê avêtin an bi riya kevirekî alîk wê tê rakirin ku bi lêxistina dar bê hewa kirin û bê avêtin. a bi kevirekî zehmettir e, ji ber ku wextê qîtk li hewa ye li hev anîna dar û qîtkê zortir e.) ku qîtk ji dirêjeya darê nêziktirî kevra bê, ew endamê ku qîtkê davêje dişewite.



ku dûrtir bikeve, ev dûrayî bi darê lîstikê tê pîvandin û wexta hejmar bigihije (em bêjin) 20an, her endamê tîma serkeftî ber deverekê sê caran li qîtkê dixe. li cihê dawî ku qîtk gihiştiye, endamên tîma wenda kirî (em bêjin tîma y), bi du awayî ku li gora bê kîjan cûre tê lîstin, karin xwe bigihijînin cîhê kevira:



1) ya her endam bi riya lingekî heta cîhê keviran birêv dirin/diçin û yê ku bibetile û bikeve, heta cîhê keviran li ser pişta xwe radije yek ji endamên tîma reqîp.



2) an jî endam yeko yeko heta nefesa wan biçike tiştekî diqêrin (wek di lîstika sîmît de ku dibêjin sîmîîîîît. lê ev tişt tam nayê bîra min. li ba me tiştekî wilo bû: şillê millê qam û qillê tik-tembûrê kilooooor. û di cîhê ku nefesa yekî/ê çikiya yên din ji wir dewam dikin.



bi her du riya jî ku bigihijin cîhê keviran, ew (tîma y) vê carê qîtkê davêjin. ku negihijin dîsa dirin/diçin ber qîtkê.



07.11.2014 18:11 | qivaro

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dark skies

Kategoriyên mijarê:: listikrastin cand zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî