Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 7 peyam
    splenektomî - tirşik
    splenektomî
    (0) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. operasyona derxistina pişikê ye ((bnr: fatreşk)).

    bi du awayan dikare were kirin: emeliyata vekirî û ya girtî ((bnr: laparaskopîk)). ger laparaskoîk were kirin, wê demê di derxistina pişikê de, divê pişik were parçe parçekirin ku bikare ji qulên biçûk yên trokaran derkeve der.



    gelek sedem hene ku dibin sedema pêdiviya vê emeliyatê. weke mînak;



    - laserasyona pişikê (travma)

    - gelek nexweşiyên hematolojîk (hemolîtîk anemî, heredîter sferosîtoz, losemî û lenfoma, itp (îdiyopatîk trombostopenîk purpura), ttp, (trombotîk trombosîtîk purpura) û hwd.)

    - kîstên pişikê (kîst hîdatîk û hwd.)

    - apseyên pişikê

    - tumorên pişikê (hemanjiyom, hemartom, lenfoma, tumorên metastatîk...)

    - nexweşiyên demarên wê (tromboza splenîk venê, anevrîzmaya splenîk arterê)



    piştî vê emeliyatê laşê mirov ji bo enfeksiyonên bakteriyên bikapsûl, hinekî bêparastin dimîne. loma heye ku ji ber enfeksiyona van bakteriyan bikeve sepsîsê û bimire. ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, berî emeliyatê an jî piştî emeliyatê di demek kurt de divê nexweş derziya ji bo parastina van bakteriyan (pnomokok, hemofilus influenza tip b, menîngokok)



    2014.11.07-23:00 | simurg56

    2. dema vê operasyonê bi avayê girtî (laparaskopîk) çêdikin kîsikekî dixin nav bedena mirovî û pişikê dixin hundirê wê bo perçe kirinê. Bi alikariya kîsik perçeyên pişikê di bedena mirovî de belav nabin û dihêle ku perçe perçe ji bedena mirovî werin derxistin.



    2014.11.28-04:05 | berxweda

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    ehmedê hapo [1]
    Min navê Ehmedê Hepo cara pêşîn ji ciwanekî bona zanîngehê bixwîne çub...
    the dreamers [1]
    fîlmek bernardo bertolucci ye behsa têkiliya ciyawaz ya cêwiyên bi nav...
    kêm axaftina kurdî li nav keçên kurd [1]
    (bnr: kêm axaftina kurdî li nav xort û keçên kurd) Pirsgirêk ne ten...
    awa hat vahar ~ (ئاوا هات وا هار) [3]
    Stranek hewramîzar e û strana evînê ye. awazê stran û dengê stranbêj g...
    kurdî fikirîn û tirkî gotin [1]
    + yeni elbisemi aldım gittim evlerine. demiyorsun o da aynı el...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » splenektomî

    Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî