Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hebhinarkê - tirşik
hebhinarkê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yekem helbesta ku min di sala 2005 an de li dîwarê oda xwe daliqandiye



19.07.2013 00:01 | cîncoqo

2. Hebhinarkê



Ji wê şeva bi şewbê

bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê

çend xarên min wendabûne li newala waweylê

destmêja te û janê ji hevdû naşkê

hebhinarkê! ..

min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê;

wê gewriya te dil bide kêrê

li kerbelayê

belê delalê





li çaraliyê çefiya min,

diçurise şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin

kulora şahmeran e egala li serê min

ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min

ne sûcê te ye,

ew mîratê kewan li me nehatin



li çiyayê şengalê,

komeke xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştine

perikên wî digirîn li dewsê

tu hogirî van perîkan bûyî

hebhinarka delalî

bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî

li ser goleke mêşinî



bo bi serê xwe dakim,

ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,

hebhinarkê;

teşiya bê,

destara berfê,

berîvana baranê.

Rênas Jiyan



19.07.2013 00:37 | keje bemal

3. helbesta ku wekê piraniya helbestên helbestkarê xwe mirov diêşîne û di nav jehra evînê de digevizînê ye.. di helbestê de teşbîh û metaforên seyr ên tamxweş yên wekê destmêja te û janê ji hevdû naşike, bêrîvana baranê, teşiya bê, (destara berfê) hene.. wekê gelek helbestên rênas jiyanî di vê helbestê de jî mirov nikare bihêsanî têderxe û têbigihe bê ka bang li dergistî û delalî û dilketiya xwe dike û jê gazind û lomeyan dike an ax û xaka xwe.. li gorî standartên helbesta cîhanê jî payeyek berz û bilind a vê helbestê heye.. ji ber hindê li gorî min divê li çend zimanên cîran û yên cîhanê bê wergerandin û bi ser navê nmûneyek ji helbesta modern a kurdî bê pêşkêşkirin û belavkirin..

wekê hemû tiştên ber û berhemên êşê ev mîrat jî mirov diêşîne.. di demên xwe yên xemgîn û bêhnteng de nexwînin û nedin xwendin..



19.07.2013 03:30 | endazer

4. ecêb e hê nehatiye gotin.. hîvronê jî di albûma xwe ya dawîn ya bi navê (bablîsok)ê de ev stran kiriye beste û stirandiye..

fermo ji vir kerem kin û daqûlî rist û newayên hebhinarkêyê bibin:



19.07.2013 03:33 | endazer

5. bi soranî 'denkehinar'.



11.11.2013 20:45 | gordereş

6. çomezeka nû ya tirşikê ye, bûye endam lê destê xwe li peyamekî nedaye, çavê xwe li mijarekî negerandiye, min hêvî heye ku daxwaza wê ya nivîskariyê heta ku neyê û wekê ''nivîskaran'' netirşikîne ji aliyê moderatorên dî ve jî ji bo ibretê neyê pejirandin.. ma tirşik foruma daxistina mp3yan e?



11.04.2014 17:52 | endazer

7. helbesta ku ew çend gotinén xweş té de hene:

ne sûcê te ye,

ew mîratê kewan li me nehatin

........

bêrîvana baranê, teşiya bê, destara berfê



25.11.2015 01:11 ~01:13 | tîrejên rojê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hebhinarkê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî