Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 12 peyam
    hêlîn - tirşik
    hêlîn
    (2) (0) ecêb (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. stargeha çûk û teyr û tilûran...



    2013.07.19-00:30 | devliken kelogiri

    2. navê strana agirê jîyan e ku ji alî helbestkar cemîl denlî ve hatîye nivîsandin...



    Gewrê bozê rindikê

    Cavresê cav belekê

    Kewê cima dilezînî

    Benda kesî namînî

    Roniya rojê derew e

    Sevên li vir pir tarî ne

    Li ciya zinar ezmanan xînim

    Axa jîndarî jî hilwesînîm

    Ger bê wargeh bim ezê nemînîm

    Li ber bayê zemanan

    Berî dayi germiyanan

    Ka wer nece lê dînê cileyî germa havînî

    Gellek mîna te cûbûn

    Mirin ne tu mizgîn





    2013.07.19-00:34 | devliken kelogiri

    3. evîn çûkek be hêlîna wê dil e...



    2013.07.19-00:35 | cirano

    4. navé dotmama min e



    2013.07.19-01:30 | feqiyêteyran

    5. navê pirtûka mahmûd baksî ye,ya ku ji kurte çîrokan pêk tê.

    lê çîrokek e.serpêhatiya keça bi navê hêlînê.



    2013.07.20-22:53 | gulan

    6. çe çuçka(teyra). Ebe zone dimlî cira "helun" vane.



    2013.08.08-22:23 | zeyno ziyani

    7. li der û deverinan jê re lîs jî dibêjin, lê li cem me ji cihê ku dîk û mirîşk lê dimînin dibêjin lîsk..



    2014.04.24-04:35 | endazer

    8. hÊlÎn bitayÎbetÎ ji bo teyrÊn kovÎ tÊ bikaranÎn lÊ lÎs ji bo heyvanÊ nekovÎ tÊ bikaranÎn.

    hÊlÎna teyrÊ baz, hÊlÎna kevok - lÎsÊ tutik, lÎsÊ verdek...



    hÊlÎn = kuş yuvası

    lÎs= kümes



    2014.04.24-11:34 | hun çawane heval:)))))))

    9. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.04.27-14:44 | ciwan

    10. strana ku çend sal e fêm nakim ku di dîsgotinê de behsa çi dike *



    2014.04.27-14:50 | oxir

    11. Ji gotina jiber gotina 'roniya rojê derewe' ji aliyê hin camêran ve hatiye qedexekirin. Dibêjin sedem yezdanê arîane.



    2014.04.27-16:30 | birho_fîlo

    12. straneke efsane ya koma agirê jiyên e..

    ji bo min di nava stranên kurmancî de herî payebilind û xweştir û geştir û tekuztir e, hama li kû bim, li rê, li mal û li kar li sûkê hîç ferq nake dema pêjn û dengê newa û gotinên stranê ber bi guhên min dikevin, pûrtên canê min radibin, laşê min dicirife, bêyî mûbalaxayê dibêjin ku tavilê kelogirî dibim ji lew strana zarotiya min e, sedema ber bi çûyîna bîranînên min ên trajîk a zarotiya min e.

    sal 2002 falan bû, wan deman mp3'a min tune bû, ne cd ne jî kombersa min û malabata min nîn bû hê ez rastî înternetê jî nehatibûm, tê bîra min rojekê em li gund bûn keça apê diya min ji min re gotibû dema tu herî bajêr di kolana ekîncîlerê ya taxa ofîsê de 'güney müzîk' heye, tu 20 heb stran hildibijêrî didî wan û ew jî qeyda bandê dikin, got ez sibê diherim ez ê bandekê tijî bikim, wan deman haya min hê nû ji wê yekê çêbû, û eyb e gotin min pere nîn bû ez çûm li cem xaltiya xwe mi go divê tu pênç mîlyon pere bidî min ez band tijî dikim, go here ji kalê xwe bigire ew ê bide te, neyse dirêj nekim min 5 mîlyon ji kalê xwe girt û wê şevê min 20 stran nivîsand (wan deman haya min pirr jî mûzîka kurdî nîn bû bi tenê min çend kom û şivan perwer û ciwan falan dinasiya, ji ber ku li qersê mezin bûbûm)

    min nêrî ku bîst stran nayên bîra min ez jî neçar mam şêwirîm, xaltiya min û yên din çend stranên din lê zêde kirin min 20 stran temam kir.

    rojê din nebû lê çend rojên din derfet çêbû, min keys dît û çûm bajêr yanê amedê, güney müzik li hemberê malê me yê ofîsê bû, ez çûm min lîsteya xwe teslîmî wan kir û bi kelceneke bêhempa bende roja amadebûna bandê mam. neyse roja din di danê êvarê çûm amade bûbû û ji ber kelecanê nema dikarîbûm li cihê xwe bisekinim û roja din vegeriyam gundê xwe, li mala me teyb tune bû di mala apê min de hebû çûm mala wan min bandê xist cihê teybê û min xwe berda stranên kurdî yên ku min nû seh dikir(ez ne şaş bim dotmama diya min strana hêlînê pêşniyaz kiribû) yaw 19 stran qediyan lê hêlîn hê jî tune û li kasetê dinihêrim bad kêm maye neyse hêlîn bûye strana bîstê, û hêlîn hat dema lê ket ez bi xwe de çûm ev çi stran bû gidî lê tam ez ji kêfa xweşbûna stranê bi firrê diketibûm, ji nişka ve stran nîvco ma! bênamûsê xweyiyê guney mûzîkê strana hêlînê avêtiye dawî û cih jê re nemaye lewma jî nîvco maye... de were û neqehire! sixêf û dijminan nede.. gelek zora min çûbû min gelek xebera gotibû ji wan re..

    (çend hefte paşê çûm cardî min band tijî kir, hingê min jê re gotibû divê tu vê stranê bikî ya ewil) *

    niha tê bîra min dibêm sal bi sal xwezî bi par



    2014.09.20-13:20 | ferhenga şikestî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    destgîrkirin/binçavkirin çi ye û mafên mirov çi ne [4]
    Ev xebateke min e, min hinekî lêkola û ji parêzerekî vî karî dike ev t...
    stranên tirkî yên ji kurdî hatîn wergirtin û wergerandin [1]
    ne yek û ne dido ne, ez ê rojekî bi dorfirehî binivîsim, lê heta hingî...
    germbûna global [1]
    germbûna ku li welatên wek endonezya û hindîstan û antartîka hêdî hêdî...
    lêkerên bidaçek [1]
    ew lêker in ku pê re divê hin daçek bên bikaranîn, da ku wateya wan ta...
    aktîvîteyên ku tenê nikarin werin kirin [1]
    Şer e, gerek e du heb kurd werine ba hev....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hêlîn

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî