Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; bilind ibrahim
peyamên çepikkirî

32100. Stranbêjê ku dema mirov gohdarî dike dile mirov dihelîne ji ber ku dengê wî yê qedîfe û kurmanciya wî ya fesîh û gewr pê stranên xweş carina mirov gellekî xemgîn û ramandar dike . lê belê ji xeynî xemgîniye mirov pê pir kêfxweş ji dibe ji ber ku ewî rahiştiye ew alaya ku hûnermendên wekî mihemed şexo ,mihemed arifê cizîrî,îsa berwarî hw.d berdayî ji me re.Li gorî min ev peywîra ku ewî avêtî ser milên xwe ji bo me bi teybetî ji bo çand û hûnera kurdan gellek girînge ji ber vê yekê ye ku stranbêjên ciwan wekî wî divê ji aliye hemu kurdan hemû rê û rêxistinan ve be parastin. Xwedê bike dengê wi her tim ser dine be û her bibêje.



09.06.2013 15:19 | brusk56

48598. mariv klîbên wî yên beredayî biavêje aliyekî bi rastî jî bÊqisur e, bi tarz û şêwaza erebesk distirê lê ne mîna stranbejên ji bakurê kurdistanê peyv û hevokên qeşmerane û jiberkirî û tewş bi kar nayêne, heke dengê min xweş ba min ê hemû stranên wî ji ber bikira û di her konsertên xwe yên mîkro de bigota..

gelek rûken û cirxweş e



08.06.2013 14:50 | simurg56

80855. ez îdda dikem û jê piştrast im, şivan, ciwan û nîzamettîn jî têde, kes nikare mîna evî camêrî, stranên kurmancî wilo bi hostayî bisitirîne û bi vî miqamî bêqisûr bêje û peyvan wisa tequz bi lêv bike, noqte!



08.06.2013 14:50 | simurg56